Bi vîna hişmend û azad

Ciwan Serhedyan

Her gava ku ez dixwazim tiştekî binivîsim teqez di derbarê wî tiştî da çîrokek, serpêhatiyek tê xwe li serê nivîsê datîne.

Par havînê, 2022 an da ez çûme serhedê. Ez çûme Panosa Agiriyê. Ez û çend hevalan rojekê em çûn derketine ser çiyayê Sîpan, Sîpanê Xelatê. Li wê derê ez bi kelecana ku çûme ser çiyayê Sîpan bi lez û bez dimeşiyam, min xwe li ser kevirên mezin ra diavêt. Min ê xwe li ser kevirekî biavêta ser kevirê din min dît di navbeyna herdu keviran da kîvroşkek di xew da ye. Min destê xwe avêtê kîvroşk girt. Ez hinekî pê şa bûn dûvra min anî ku ez berdim, hevalekî li rex min têlefona xwe derxist û vîdeo kişand. Dûvra me ew vîdeo li ser medyayê parvekir. Di vîdeo yê da dengê heval tê bihîstin ku dibêje "me kîvroşk girtibû emê dîsa azad bikin" her kesên ku dîtin ji me ra çepikan xistin. Gava çepikvan ên meriv hebin pişika meriv mezin dibe. Lê pişika min qet mezin nebû û xemeke mezin kete nava dilê min. Rewşa me merivan çiqas radixiste ber çavan. Tu kes nefikirî û kesî negot "ji xwe we azadiya kîvroşkê jê sitsndibû, hûn niha weka minnetekî azadiya wê didinê" na! Tu kesî negot.

Hemû mafên me yên jiyanê ji destên me têne standin dûvra, ser gamêşek derdikeve ser dika siyasetê dibêje "ezê mafê we bidime we " hemû guhdarvan bi hevra li çepikan dixin. Tu kes jî nabêje "ji xwe te jiyana me ji me sitandiye " tenê ew gotina xemilî têrê dike ku çepikvan werine xapandin. Çi ecêb e! Tu tiştî nade tenê qewl kirin têra xapandinê dike.

Welhasil.

Yezdan, her merivek dema ku afirandiye saeteke zêrîn daye wan. Ev saet ku bikar bînî kêrî her tiştî tê, qenc, xirab, gotin, dîtin, kirin, dem û dad, bi kurtasî her tiştê di derbarê jiyanê da ra bikêr tê. lê ku bikar neynî bi kêrî tu tiştî nayê!

Gotineke pêşiyan e. Dibêje " aqil taca zêrîn e, li serê her kesî da nîne"

Aqil di serê her kesî da heye lê her kes ne xweyê wî hişî ye ku bikar bîne. Yan jî tiraliyê dikin, dixwazin hinek bibine şivanê hişê wan di dewsa wan da bifikirin aqilmendiyê bikin, ew jî ji xwe ra li pey şopa wî şivanî bikevin. "Hişmendiya koletiyê" qasî ku kole bimîne tê bikar anîn. Gelo ev ehmeqî ye ? Yan evîndar bûna li koletiyê ye?

Ku armanceke te tunebe tê xizmetkarê armanca hinekan bî.

Ku rê yeke te tunebe tê rêwi yê rê ya hinekên din bî.

Ku hişê xwe bikar neynî tê bikevî tora yekî ku hişê xwe bikar tîne û weka boçikekî pey bimeşî.

Meriv; di dewsa rasteqîniyê da çima gotinên xemilandî yan jî tevgerên bi xeml bawer dikir? Di her civakê da, her miletî û her olê da weka çandeke pîroz e rûniştî heye ku bi gotin û tevgerên xemilî dixapin. Heta ku ev yek wanî bidome mixabin wê ne koletî xilas bibe ne bindestî. Wê ne zilm xilas bibe ne jî serdestên zilimkar. Ji xwe qasî serdestan, kole bi xwe jî naxwazin ji koletiyê rizgar bibin. Lewra ji bilî koletiyê nizanin wê çawa bijîn. Çi ecêb e! Her meriv di mijara jîrikbûnê da, di "hiş" da xwe li ser hevdu ra dibînin. "Kes nabêje ez kêm im yan kêm zanim" Lê belê her kes û her civak her tim benda lehengekî ne ku were wan xilas bike. Niha di yek carî da hemû kole û nezan ên li cîhanê rizgar bikî, gelo wê çi bikin? Di rewşa niha da xuyaye wê dîsa kesekî yan jî kesan hilbijêrin ji xwe ra bikin keya û beg jê ra koletiyê bikin. Ma ne bi hezaran sal in ku kole ne. Heta hişê xwe ji hişmendiya koletiyê xilas nekin wê çawa jiyana xwe jê xilas bikin?

Her gav bendewar in ku yek derkeve ser dikê bibêje "haydê". Merivên ku her gav û kêliyê xwe jîrik dibînin lê her tim weka keriyê pêz benda şivanekî disekinin ku li pey wî şivanî/ (ê) bimeşin, bi hezaran salan weka neynikekê rabirdû ya hevdu di ewirînine îroj û pêşerojê. Ev di nava her civakê da, her miletî û her ol ê da heye mixabin. Fehm korî yeke dîrokî û domdar heye ku pey dengê bilûrekî hîpnoz dike û dimeşîne. Lê belê nizanin ku; ne em pez in, ne jî her kesê ku bilûra dixe şivane. Dengê wê bilûra ku hîpnoz dike. Peyvên xemilî dixe guhê koleyên ku cudahiya wan ji pêz sor tuneye û wan li gorî dilê xwe bi rê va dibe. Mînak; ew peyvên xemilî wek dengê bilûrê ji zimanê siyasetmedarekî ra dide der ku li ser dikê ehed dike ku wê bibe leheng û vî " pezî" biborin vî gellê ku benda xilaskerê xwe ne, ji koletiyê, xizaniyê û bindestiyê xilas bike. Car heye ku peyvên xemilî têra wî lehengê viroke nake ku Pirtûkeke pîroz e olî dide destê xwe û derdikeve ser dikê. Aha ji te ra! Him bi gotinên xemilî, him jî bi tevgerên xemilî tora xwe diavêje nava gel û êdî xwe dide benda ku hin ji pezê sor xwe jê ra bikin murîd li ser navê wî olamê wî bikin.

Hişê merivahiyê qasî teknolojî yê pêşketî ye û qasî gerdûnê jî mezine. Lê belê di hine seriyan da qasî nîskekî bi kêr nayê.

Yezdan, hiş daye me! Wê demê çima herî zêde jî xwedê perest li hemberî bikar anîna aqil disekinin?

Mînak; di nava civakeke wek pez da, olperestek radibe civaka xizan hîmê şikurdariyê dike lê bi xwe jî weka çav birçîyên hemû deman malê dinê li xwe kom dike. Çi were serê civakê, ewê olperest dibêje " qeder e" qeder ew e ku meriv di nava civakeke wanî da ji dayîk bibe, yanî zaroka dê û bav ên ku koletiyê qaîl bûne?

Yan ewe ku zaroka dê û bavê ku xwe ji hişmendiya koletiyê xilas kirine? "Û hewl didin ku derdora xwe jî xilas bikin. Yan zaroka kesên serdest ji dayîk bûbe? Û her kes pey şopa pêşiyên xwe meşiya be ? Qeder her çi be tê guhartin. "Qeder ew e meriv hişê ku Xwedê daye bikar bîne û wê "qederê" biguhere" ça hatiye divê wisa neçe! Divê êdî mirovahî werara xwe temam bike ji hişmendiya koletiyê xilas bibe. Bi vîna hişmend û azad

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.