NANÊ KU KERÎ BINE CAREKE DIN BI HEVDU NAZELIQE

Ciwan Serhedyan

Bavê min her gav digot û dibêje “nanê ku kerî bibe careke din bi hev nazeliqe” li ser cihê bûna ji malê digot. Du birayên ku ji hev cihê bûbim nikarin careke din wek beriya cihêbûnê bigihîjine hev. Biratî tiştekî cûda ye, carna di nava malekî da jî bira li hevdu nakin. Lê her mirov xwediyê heman mafê jiyanê ye û dikare bi aştî wekhevî li cem hevdu bijîn.

Xwedê, mirov bi qewm û zimanan ji hevdu veqetandiye. Tiştê ku xwedê veqetandiye mirov nikarin bi hev bizeliqînin, gel nikarin bibin bira, ew dibe hewldaneke badilhewa ku mirov ji bo biratiyekî têbikoşe . Lê ev nayê wateya ku dê nikaribin li cem hevdu da bi rêz û wekhevî nejîn. Ji xwe têgeheke mezin jî eve ku mirovan ji sewalan cûda dike, em bi ziman in bi hiş in û dikarin hevdu fêhm bikin. Mirov dikare bi her qewmê biyanî ra di nava aşitîyekî da bijî. Lê belê em kurd xwe bi xwe ra divê teqez bi tifaq bin, ev şertekî gelekî girînge ji bo azadiyê, ji bo serkeftinê. Ji bilî tifaqê, tifaqeke xwedî ziman, xwedî nirx û xwedî hemû mafên mirovan yên li jiyanê tu rêyeke din tune ku em xwe lê bigirin.

Îroj ez û du hevalan li sûka Qosera Mêrdînê rûniştibûn. Weka her car dîsa li ser mijarên tifaqê, Kurdbûnê, welatparêziyê, azadiyê, li ser pêvajoyê, şert û mercên ku em di navdanin û li ser rê û rêbazên pêşketinê ya di rêya azadiya Kurdîstanê dipeyivîn. Belê li ser van mijaran û li ser rêya azadiya Kurdistanê ne heddê me ne jî hedê hin kesên dine ku biryaran bidin. Lê em jî weka her kurdên xwe nas, weka her kurdên welatparêz û xwedî xîret hin tiştan di nava xwe da dipeyivin hin niqaş an dikin. Em hin rastîyan dibînin radixine ber çavan û li ser difikirin. Têgeheke gelekî mezin û girîng ya ji bo azadiyê jî zimane “weka ku em hemû zanin” ziman mafekî jiyanê ye û nîşaneyeke ku kes ji kîjan qewmîye diyar dike. Ku ziman azad nebe, dê Kurdîstaneke azad ne Kurdîstan be. “Her welat bi zimanê welatiyê xwe tê binav kirin, bi zimanê xwediyê xwe “

Îro em dibînin gelek sîyasetmedarên me, rêveberê partî û saziyên me bi hêz û xîreteke mezin xwe ji nivîskariyê ra rapêçane. Ji hêla gelek kesan va ev weka tiştekî nuwaze tê dîtin, lê belê vê rastiyê jî jibîr dikin. Ku bi zimanê xwe nenivîsin wê ji rê û armanca xwe veqetin.

Mînak; divê her kurd, xwendevan û nivîskar vê pirsê ji xwe û ji hevdu bipirsin.

Gelo ev pirtûk, yan jî ev nivîs piştî salan dê çi bide kurda û kurdî yê? Kesekî di nav têkoşîna azadiya Kurdîstanê da rabe têkoşîna salan bi zimanekî serdestan binivîse, piştî sîh çel pêncî sal şûnde gelo dê çawa bê binav kirin? Dê nivîskarekî kurd be ya nivîskarekî tirk yê “kurd kokenlî” be ?

Kesekî weka rêzdar “Yaşar Kemal î “ em heta sibê bêjin kurd e jî, îro di dibistanên Tirkî da di waneya wêjeya Tirkî da nivîskarekî zexim yê tirk tê bi nav kirin û gotin.

Ez jî pirsekê li xwe û li we tevan dikim. Gelo her Pirtûkeke kurdî hêjayî çend salên sîyasetê ye?

Kes dimirin, nav jibîr diçin, partî diguherin. Lê nivîs mayînde ye û ziman nîşaneya kurdbûna me ye.

Divê berî her tiştî mirov xwedî armancek be, lê ne armanceke vala ye tenê bi gotinê. Divê mirov armanca xwe bi tevgerên xwe da bide nîşan û heta li dinyayê xweş be armanca xwe jî bi xwe ra zindewer bihêle. Armanc ne jibo îro ye, ji bo pêşerojê ye.

Gotineke pêşiyan heye dixwazim weka mînakekî binivîsim. Dibêje “ bûkeke min heye li mala bavê xwe ye” ev jî bû mijara rêveber û sîyasetmedarên me ku dibêjin “zimanekî me heye lê em nizanin”

Tiştên esas yên ji bo azadiya Kurdîstanê, tiştên ku me dikin em, divê di nava armanca sazî û partiyan bigre heta takekesî yên rewşenbîr, nivîskar û hemû kesên din yên ber biçev da armancên sereke bin. Lewra ku “serê govendê çawa bimeşe govend jî wisa dişopîne”

Di dinyayê da bi milyonan lehengên mîtolojîk hene, dibe ku tu jî xwediyê baweriyeke wisa bî û qasî hebûna goşt û neynûkên xwe rast dibînî û lê bawer dikî. Lê belê hetanî ku weka goşt û neynûkên xwe zindewer û heyî nedî ber destê kesan û destên wan lê nekeve dê bawer nekin. Ji xwe tişta ku wan lehengan dike mîtolojîk dike xeyalî jî ev e. Tenê di gotinêda heye.

Ziman jî wisa ye. Ku tu Pirtûkekî nedî destê xwe ne xwînî û ne bêjî “ aha eva bi zimanê min hatiye nivîsar û va ez weka bilbil dixwînim” wê kê guh bide ku tu çi dibêjî?

Divê em hemû ji xwe bipirsin û em hemû zanibin ku em ji bo pêşeroja welatê xwe gelê xwe çi dixwazin. Jibîr nekin! piştî sed salî ku Kurdîstan rizgar bibe ku zimanê wê ne kurdî be dê ew Kurdîstan nebe. Û bila tu hezar pirtûkî binivîsî, ku ew pirtûk ne kurdî bin tu ne nivîskarê kurdî, nivîsa te bî kîjan zimanî be tu nivîskarê wî zimanî yî!

Ezê niha ji we ra çîrokeke kurt binivîsim.

Gundê me du bi tax e. Taxa jêr û jor. Ya jor ya me ye ku em heft bava da xwediyê gund in. Taxa jêr jî ya Sala ye, ew jî di şerê Ûris da ku çûbûne ber bi başûr û piştî şer vegeriyan di vegerê da xwe li gundê me girtin. Em ji wan ra dibêjin salî ji ber ku hatina wan bû bi salan. Ew jî ji me ra dibêjin ehilîyên kevn, ji ber ku em ehlê gund yê kevn in. Li taxa sala kalemêrekî gor bihûşt bi navê Reşît hebû “Reşît ê Nado” Reşît li gundê me mezin bibû, heta nêzîkî dema ku bimire jî şivantî û gavantî dikir. Dûvra nexweşiya penceşêrê ya pişikên girt û mir. Min nedît lê bihîst ku berî mirina xwe li ser doşeka sekeratê şîretek li zarokên xwe, bira û biraziyê xwe kiribû gotibû : “heta hûn xweş bin li dinyayê, şivantî û gavantî xwe û mixtariya xwe nedine ehilîyên kevn “

Ew li gorî xwe miletperwer bû, nedixwest ku kesekî taxa jor bibe ne şivan ne jî mixtarê gund. Miletperweriya wî xelet bû, em gundek bûn çiqas du tax be jî, em bi hev ra mezin bibûn me tevê hevdu nan û toraq xwaribû. Lê ji hêlekî va mînakeke raste divê em kurd şivantiyê xwe jî serokatiya xwe jî nedine taxeke din, dîsa karê xwe jî rêvebiriya xwe jî em kurd bi xwe bikin ...

Yorum Yap
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Yorumlar (4)
Yükleniyor ...
Yükleme hatalı.