Ciwan Serhedyan

Ciwan Serhedyan

Kê tu kırî xweda?

Demeke dirêj hinek axa û beg ên nebaş bibûne bele li ser erdnigariya me, niha hinekî reng û navên wan guherîne. Weka ku hûn jî zanin, her axa yên xwedî war û her deverên xwedî axa, di heman demê da xwediyê çîrok û serpêhatiyên cûda û hinek jê gelekî balkêş in. Ka em bi çîrokeke ji wan çîrokan dest bi nivîsê bikin.

Axa tevî êl eşîrên xwe her biharan diçûne zozanan heta payîzê diman, têra heta bihara bê ji xwe ra zexîre pel û pincar berhev dikirin û vedigeriyan. Salih axa yek hebû li serhedê, Xulamekî wî axa yî hebû navê xulamî Şerîf ê memanî bû. Her payîzê gava ku ji zozanan vedigeriyan Şerîfî dikete nava gundiyan li ser navê axa zexîre berhev dikir. Cûr bi cûr penêr, rûnê mala, pincarên çiyan û hewd. Şerîfî diçû ji gundiyan dixwast, distand û dianî lê çawa. Gava ku gundiyekî bi şerm bi helwesteke stû xwar û bi dengekî nizm bigota

“ lew ez ketime ber bextê te, em xizanin kulfetê me girane zexîra me têra me nake, em îsal nedin qey nabe”

Yan jî ku hinekî kêm bidaya. Şerîfî bi dengê bilind digot “ tu nadî nede! Çima bavê axê dibêjî, ji axê ra sixêfan didî” gundî lava dikir xwe diavête ber bextê wî sonda dixwar “lew ji bo xwedê wisa nebêje wê axa pê bihise, min sixif neda min tiştek negot, ez têm dest û lingên te tu wisa nebêjî, axa pê bihise wê mala me xerab bike”

Gundiyê reben Lava dikir xwe ji Şerîfî ra dikire erd lê Şerîfî ji kiryara xwe venedigeriya. Gundiyê reben dima bêgav radibû çi di mala wî da hebû ya ji sê paran dudu dida xulamê axa. Xulam tiştê ku ji gundiyan distand hildida dibir. Êdî xêr guneh stûyê Şerîfî çi dida axa çi ne didayê nayê zanîn. Elbet axa haj ji vê yekê hebû, lê carna jî bêyî axa li ser navê wî wisa dikir Şerîfî memanî. Cara ku axa xulamê xwe dişande nava gundiyan, çiqas zêde zexîre bihata axa hewqas pê kêfxweş dibû. Ger ku rojekî haja axa jê tunebûna xulamê wî bêyî wî wisa bikira ji gundiyan kesî newêribû biçûya giliyê xulam li axa yê wî bikirana. Lewra wê axa ji xilamê xwe bawer bikira, yan jî wê li xwe mikur nehata ku xulamê wî bêyî wî tevgeriya ye û ew piçûk kiriye di nava axa û began da. Ji ber wê çi bibûya jî wê li xulamê xwe bawer bikira yan jî bawer kiriye nîşan bikira. Ger ku gundiyekî hinekî wêrek derketa û giliyê xulam bikira, dibû ku biçûna şerîetê, ku biçûna şerîetê elbet wê şerîet gorî daxwaza axa bimeşiya. “Şerîet ji dewlemendan hez dike” Ew rêbaz wiha didomiya, Axa bi kiryarên xulam şad dibû, xulam bi kêfxweşiya axa şad dibû. Gundî ji nêza û neçariyê ra digiriya xulam û axa bi halê wan kêfxweş dibûn.

Îroj jî em dibînin ku ev rewş neguheriye, diyare wê li ser vê erdnîgariyê qet neguhere jî. Weka hikûmetan! Hin kes li ser navê hin kesan û saziyan distînin, hinekî bi wan ra parve dikin dilên wan xweş dikin yên mayî jî ji xwe ra qûç dikin. Bi hev ra didizin bi hev ra distînin bi hev ra dixwin. Bi kiryarên hevdu kêfxweş dibin şad dibin.

Elbet hinekî cûdahî hene di navbera yên berê û yên niha da. Mînak; axa yên berê xwedî mal û milk bûn, axatiya wan ji bav û kalan dihat, gundî bê war û bê çare bûn. Lê axa yên niha, gundî bi xwe wan hildijbêrin, yan jî karmendên di saziyên dewletê da ne. Berê neçarî bû, niha ji hêlekî nezanî ye ji hêlekî jî xwexazî ye. Elbet herkes di mijara kiryarên xwe da xwediyê sedemekê ye, lê belê hinek sedem pir ehmeqî ne. Yên li hember çiqas nezan bin, yên li hemberî wan jî hewqas zana dibin ji hêla xapandin û şeytaniyê va. Xulamên niha jî têra xwe distînin û didizin! Ne tu dikarî bibêjî “hûn didizin! Ne tu dikarî bibêjî hûn niheqiyê dikin. Welhasil dev ji axa berdin! Êdî kes nikare ji xulamokan ra bibêje serê sola we xware, wê herin çend derewan bidine ser ji axa ra bibêjin “gundî ji te ra sixêfan daye “ weylê li halê wî/ê kesî/ê ku rêza xulamokî negirtibe yan jî jê ra gotibe siya te reş e.

Di civakên wanî da ku kesekî/ê hildijbêrin û li ser serê xwe mezin dikin wî/ê dikine serdest, rêz û hurmeteke zêde didinê, ew serdest radibe her ku diçe xwe li ser serê wan mezin dike. Dibe rewşeke wisa ku ew serdest xwe weka xweda yekî hîs dike û hewl dide wisa hikum bike. Bi taybetî jî ciwakên ku dibêjin em ji xwedê pêva kesî natirsin, ji tirsa serdestê xwe dîsa dubare dubare, dubare, dubare heman serdestî hildijbêrin. Tevî ku xilasiya wan di destê wan da ye jî dîsa heman xulamtiya xulamokên xulamê xwe hildijbêrin. Bê guman hêvî tiştekî hema bibêje nemir e. Dibe ku rojekî hişê ciwakên ku siyasetmedaran ji bo xizmetê hildijbêrin û dûv ra li ser serê xwe dikin weka serdarekî weka xweda yekî, vegerin dev ji koletiya xebatkarê xwe yê hilbijartî berdin û jê ra bibêjin “ kê tu kirî xweda?”

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
2 Yorum