"Xewn û xeyalên min
Ehlen we sehlen, merheba ji we ra hey hemdilên min, hey dilbendên min ên delal!
Wek siwarekî ku tarîya êvarê bi ser da hatibe, wilo winda bû ev heyat. Tu kes negiha miradê xwe di dawîya vê jîyanê da heyhat!
Berî ku ez herim gorê, bila ji min jî bimîne çend kelam li ser vê jîyanê, dibe ku ji hin kesan ra bibe felat.
Jîyan wekî xewnekê ye, wekî kêlîka çavniqandinekê ye, wekî şewqa birûskekê ye, çirisîna agirekî ye ku mirov dibêje çi qas zû çû, wekî taveka biharê bihurî ev heyat.
Heger te zarokekî reşik bi cilên spî û pêlaveka kesk nexemilandibe, te nedîtibe ku çavê wî wekî stêrkan biriqîbe, li hinarikên wî gul vedabe, rûyê wî bi tevahî wekî gulistanekê şên bûbe, ma hingê jîyan ji çi ra ye xwişka min, qey tu mane tê da heye birayê min, ma hêja ye ev heyata qut û kurt ku anî serê me çi jê hat, dawîya wê bû bobelat.
Divê hewldana mirovî her ji bo xweşîyê be, hezkirina kedê jî her li tengala wê be. Çima ew qas dilşkestî, hêsirbarandî, kezebperitî û dilşewitî li ser rûyê dinyayê hene, hey heyat? Çima? Ji bo çi zîval zîvalî dibe ew goştê laşan û di cuhokan da diherike xwîna rehan, her weha bi ser seran da tên xwarê banên xanîyan. Ev çi erda bêrehm e ku dilerize û diqelişe û dadiqurtîne mirovan, disotîne dar û beran. Li dû xwe dihêle dê û bavên histûxwar, zarokên sêwî, mêrbî û jinbîyan. Sor bûye asman, hemû cureyên rengê zordarîyê lê vedan, dîsa jî dizîvire wekî berê ev dinya li gel zilma hemcinsan." Orhan Aksoy
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.