Em li şêmîka şerrekî bi xûn hev şad dibûn
Zarokên me yên ku ji wê hevşad búnê çê bûn
Li kuçe ya Cenga giran da çivîkên bêy baskin,
Wî şerî bi hemû têgehên wî va,
Heta binya giyanê xwe dijîn.
Carna dayîka me li ber çavê me
Li ser kolana hêlîna me dikeve xewa bêy dawî ,
Hema li kuçeya navenda bajarekî
Lê ne bask ,nejî lingên me ên ku em pê bigihêjin dayîka xwe tunene ,
Rojekî penaberin em !
Laşême li peravê behreke xerîb dixe
Rojekî koçberê demsaleke winda ne
Digerin nagerin demsala xwe nabînin em
Dîsa li ser gewriya me xilxilî ne , qîlên guran
Dîsa li ser gewriya me civiyane şûrên şerr perestan ,
Erê
Gelo hibra pênûsa ferîştehê guneh nîvîs
Têra nivîsandina êşa kurd a dike ?
Na, Nexêr!
Hîn di pêçekê da ez xeyîdîm ji bêhna sêvan,
Serbirrî ketime ser ax a helbçê
Nizanim ,
Di bavê ewil da Sêv kirinê nîşaneya gunehan,
Lê hîn jî ez ji bêhna Sêvan hez dikim ,
Tenê dil jê şikestîme .
Di diwazdeh saliya xwe da xeyîdîm ji sêzdeh Gullehan ,
Gullehên hesin
Gullehên sar û kujer
Ku min bi dest bixista minê ew gulleh gilover bikirana
Minê ew ji xwe ra bikirana xar û pê bileyîsta...
Min dixwast ez mezin bibim ,
Mezin bibim bi xwişk û bira ra
Lê gava ku şûr ji qavê xwe dikişe dimire biratî,
Ne xwişk dimîne ne jî bira
Erê
Navê min kirin azad , ji tunebûnê
Lê Ku azadiya azad tunebe
Tu bi çi çavî lê binhêrî,
Tu bi çi zimanî jî bibêjî ,
Azad hêsîre
Xerîbê bajarê xwe ye azad ,
Bêy çîroke li gundê xwe
Niha jî weka koroya bê zimana
Me hemûyan xwe bi yek dengî kerr kiriye
Erê
Min êşên xwe li keştiyeke bayê siwarkir û keştî bi rê kir
Min lawisên xwe yeko yeko pey rêz kir
Keştî li ser zerya ya bêy dawî qulibî
Lê dawiya lawisên min nehat
Lawis êşan diwelidînin , êş jî lawisan !
Weka ku tarî ronahiyê diwelidîne , ronahî jî tariyê !
Lê heta gava ku dengê lingên aşitiyê , Naqose yên şer kerr neke ,
Ronahî biser nakevê
Û zanibin ku heta wê gavê wê Tarî rûyê rihetiyê nebîne , Erê!
Her roj stêrkên Kurdistanê dixuricin...
WEK HINARA ZEND
Bi rastî min nizanibû ezê çawa dest bi nivîsê bikim îro, dilê min gelekî tijî ye. Hema hate bîra min û min bîryar da ku bi helbestekê dest pê bikim...
Hinek peyv hene ku demekî şûnde dibine nîşangeh di nava civakan da. Di nava me da jî çend heb ji wan peyva hene ku em wan weka sembolan bikar tînin bi awayekî xwezayî. Mînak weka peyva “heval” yan jî “Partî” yan jî peyva “Serok” yan jî “welat” weka Rojhilat, Rojava, Bakûr, Başûr elbet hîn gelek peyvên din jî hene lê yên herî ser ziman ev in. Me got ziman, ka em hinekî behsa “ziman û siyasetê “ bikin! Li erdnigariya me, di nava civaka ne da, yan jî em bibêjin di nava me kurd a da. Gava kesek baş kurdî dipeyîve, yan jî qala maf û mafdariyê dike kesên li derdorê bi çavekî ku siyasetê dike lê dinihêrin. Ji hêla dinê va jî dinihêrî siyasetmedarên ku em dibêjin “yên me ne” siyaseteke bê ziman dikin. Bira şaş neyê fêhm kirin ez qala siyaseta wan kêm yan zêde yan baş yan xirab nakim. Mijar ewe ku, siyasetmedar kurdî na peyîvin! Yên ku kurdî dipeyivin jî di çavê civakê da dibine siyasetmedar.
Hertişt li hêlekî, niha weka her tim rojeva Tirkî û hemû rojhilata navîn dîsa em kurd in. Kurdên ku xwe nas nakin û xwe kurd nabînin jî di nava vê rojevê da ne û yên xwe bûyî, yên xwe nas jî di nava vê rojevê da ne. Lewra rojev şer û êrişên dewletên terorîst in ku tînine ser gelê me û axa me.
Dixwazim Ji Keremê dengbêj çend gotinan bibêjim:
hiskê xwe dakişîne, heskî xwe rakişîne
yeke beş e hêşîn e
golikek pêşiyê ye jêr va tîne
kerem neqşê wê datîne....
Niha hiskî xwe dakişînin heskî xwe rakişîne, dewlet û miletên derdora me nijadperestin! Em kurd bibin zêr jî, em bibin xweda yan Pêxember jî wê dîsa li hemberî me heman nijadperestiyê heman êrîşan bikin. Heta ku çar perçeyên Kurdistanê bi yek dilî lê nexe bira tu kes nebêjin xeyalên min ên mezin hene, yan jî bira nebêjin ku em ji bo kurd û Kurdistanê dixebitin. Lewra, carna hêz û derfetek dikeve destê me lê hinek ji me wê hêz û derfetê ji bo ku li hemberî me bê bikar anîn radestî dijmin dikin. Erê erê! We şaş fêhm nekir. De ka bira eva li vir bisekine em pirsekê li xwe bikin. Yan jî em li dijminê xwe, di serî da li Tirkiyê bikin...
Heger îro Tirkiye bi dewletekî ra bikeve şerekî, wê çi ji kurda bixwaze, Gelo, li gel ku hevqas zilim û niheqî li me kirine wê dîsa jî rûyê xwe reş bikin alîkariyê ji me bixwaze? Teqez wê bixwaze! Wê bibêje em birayê hev in, ol û baweriya me yek e, em ji hevdu zewicînê bûne malbatek û hewd. Wê dîsa çavên xwe li xapandina me bigerînin. Wê demê ji me kurda ra du derfet ava dibin!
Yek, emê alîkariya wan bikin wan xilas bikin û li ser serê xwe bikin beg, bi xwe jî bibine koleyê wan û wê jiyana bê rûmet bidomînin dîsa.
Dudu, emê li hev bicivin xwe bidine hêlekî bira ew hevdu bixwin gorr cehnema wan heftê heft bavê wan da.
Pirs eve, gelo em “Kurd” emê bi hemû perçe, hemû gelê xwe ji şîrê heta pîrê, bi giregirên xwe emê ji van herdu rêyan kîjanê hilbijêrin?
Mînak li ber çavê me heye. Weka rojava, her bijî Rojava, ku biryara rê yeke baş dan û didomînin. Elbet ev bi wan tenê nebû! Ji her derê Kurdîstanê kurdên xwe nas pişta xwe bi xûşk û birayên xwe va girêdan û kêm zêde niha navekî me kurda li wir heye. Pişika me hemûyan bi vê serkeftinê mezin e. Elbet divê em tu carî xwe weka perçeyên ji hev dûr û cûda nehesibînin. Di çavê dijmin da em hemû yek in divê di çavên xwe da jî em yek bin, ji xêncî xayîn û xwefiroş an. Di çavê dijmin da em kurd hemû yeki in! Lê belê kurdên xwe nas û bi xîret weka terorîst bi nav dikin, kurdên ku piştgiriya dijmin dikin jî di çavê dijmin da kurdên bi dest xistî ne, ev tê wateya yên kêrê xwe nehatî. Elbet çiqas kêrê xwe neyên hewqas kêrî dijminê xwe tên lê li gel vê dîsa jî di çavê dijmin da kurd in û divê bêne kuştin.
Ez Ciwan serhedyan. Ji gundê PîrEmer (şêx Emer) ê ya girêdayî Panosa Agiriyê me. Tu girîngiya min, taybetiya min tune! Ne siyasetmedar, ne axa û beg, ne jî rêberê tiştekî virda wêda me. Tenê kesekî di heftê heft bavê xwe da kurdekî xwe nas im. Vê bangewaziyê li ser navê hemû kesên “Kurdên” weka xwe, li hemû kesên “Kurdên” weka xwe dikim. Niha gelek dewlet êrişî me dikin, di serî da Tirk Ereb û faris, niha her çar aliyê Kurdistanê di bin êrişan da ye. Em li hemberî hevdu çiqas çavnebarî bin jî li hemberî dijmin divê em yek bin lewra hewcedariya me bi hevdu heye. Îran êrişên xwe yên li ser me didomîne, Sûrî êrişên xwe yên li ser me didomîne. Tirkî êrişên xwe yên li ser me didomîne. Divê hemû gel, partî, sazî û dezgehên me vê baş bibînin baş bixwînin.
Bifikirin! Cînarê we hatiye deriyê mala we şikênandiye ketiye mala we, hûn çar birane. Dijmin li we her çaran dixe, lê ji we ra dibêje hûn ji hev cûda ne, da ku hûn piştgiriya hevdu nekin. Hûn jî bi vê gotina dijmin dixapin. Heger astengiyên we hebin û hûn nikaribin alîkariya birayê xwe bikin, wê gavê xwe nedine pêşiya birayê xwe bihêlin bira ew alîkariya we bikin. Lewra, weka ku em hemû jî dibînin niha dijmin bi hemû hêza xwe êrişî me dike, îro milê me yê çepê bişkêne wê sibê hewl bide ku milê me yê rastê jî bişkên. Divl em xwe nekin heft serî. Weka dewleta kurd ya Zend ê em li hev kom bibin, bibine weka libên hinarekî, bi hev ra bibin yek serî da ku em nehêlin milên me bişkên. Elbet miriyan me nirxên me ne, lê divê em zindiyên xwe jî goriyê miriyan nekin. Em xwe bidine rex birayên xwe da ku ji me neçin. Bira kes nebê em nikarin tiştekî bikin, hinek hêzên me jî hene, yan bikin yan bihêlin bira yên me yên bi hêvî bikin. Yên ku dixwazin hene. Yan bi birayê xwe ra bimeşin yan jî pêşiya wan derkevin bira ew bimeşin. Hûn jî zanin! Gava ku kurdek li dereke cîhanê tiştekî piçûk be jî bi dest bixe bi ser bikeve pişika me hemûyan pê mezin dibe. De werin em pişika xwe bi serkeftinên gelê xwe mezin bikin û wan serkeftinan biparêzin.......
Ha ev jî heye. Kurd hemû ne birane! Yên xayîn û xwefiroş hene, yên xwe nas û xweyî xîret hene! Em, yên bira, Ez tîka dikim dilê xwe li min negirin! Hinek rastiyên me hene û divê em vana bibînin û bipeyîvin lewra dibe em dereng bimînin. Ez dixwazim dîsa bi gotineke Keremê dengbêj bi dawî bikim!
Rengê min û te yek e,
dengê min û te yeke
Yê heywan ker e fehm nake
tu terkê ji min neke...