Çi ye ziman û çima ziman?

Çi ye ziman û çima ziman?

“Ew netewên ku zimanê wan sekinî be û zimanê netewekî dinê bikartînin; dibin weke dê û bavên ku dev ji zarokên xwe berdin, wan terkî mirinê bikin û hezkirî û xwedîtiyê li zarokên kesên dinê bikin.”

Jomo KENYETTA

Di navbêyna mirov û ajalan de; cudatî û taybetiya herî mezin, ziman û hizr e. Ev cudatî ji serdema antîk de hata îroj didome. Lew Decartes ji berê de destnîşan kiriye û wiha gotiye; “ Ziman deryaye û hunerek mezin û veşartî ye. Bexş û îlaha mezin e ku Yezdanê Dilovan daye mirovan û wiha didomîne; “Ziman taybetiyeke mirovan e. Hiş û fikreke ku bi zarokekî kêmaqil re heye lê bi meymûneke piraqil re tune ye. Bi ajalan re ji hisên weke deng derxistin, haylixwebûn, talûke dîtin, xweparastin û her wiha weke xemgînî, dilşadî, têrbûn, birçîbûn he ye, lê axaftina bi zimanî tune ye.”

Li ser pirsa çi ye ziman, em karin bibêjin “Ma ne çi ye ziman?” Heke em gotin û pênaseyên li ser zimên tomar bikin; ne tu qantar têrê dike ku biwezinî ne û ne jî bi sedan hesp û beygîr dikare wî barî hilgirîne. Ji ber hindê em ne di wê nête de ne ku pênaseyên derbarê zimên de; ku ji hêla zanîst, pîspor û zimanzanên gewre ve hatine nivîsîn rêz bikin. Tenê bo nivîs pê bixemile, karin çend gotinan wiha têxin ser hev û pêskêş bikin:

Ziman.kesayet û nasnameya mirovan e.

Ziman, alav û amûra ragihandinê ye.

Ziman, bîngeh û stûna neteweyan e.

Ziman, avahiyeke muazem ku bi peyvan hatiye honandin; saziyeke hevpar û civakî ku gel bi hev û dû re dikejilîne, di parêze, zindî ye û di nava zagonên xwe de dijî.

Bi kurtasî ziman, navgîna têkiliyên navbera mirovan e. Xwe nû dike, civakî ye, netewî ye,welatî ye. Tu çîn, qad an herem nikare lê xwedî derkeve. Li erdnîgariya welatekî tê axaftin.

Heger em li pirsa “Çima ziman?” vegerin, gelo dê kaxiz û rûpêlên kîjan lênûska stûr têra bersîva vê pirsê bikê? Lê weke me li jor jî diyar kiribû vê carê jî, em ê bi hêdan û xweşbiniya we dîsa çend hevokên derbarê pirsa “Çima ziman?” de, wiha raxin ber çavên we ezîzan:

Zarok, bi zimanê zikmakî zîrektir dibin.

Heke kesek rê û rêbazên zimên baş nizanibe, nikare zimanekî dinê baş hîn bibe.

Zarokên bi zimanê dayikâ xwe perwerde nebin, derûniya wan xera dibe û êrîşkar dibin. Napeyivin. Nikarin xwe baş îfade bikin. Ji dibîstanên xwe sar dibin. Direvin. Ji kesayet û nasnameya xwe dûr dikevin.

Başzanîn û axaftina bi zimanê zikmakî; sûd û bandoreke erenî li ser kesayeta mirovan dike. Xwebaweriya wan xurt dibe. Xwedîtiyê li çand, huner û nirxên xweyî netewî dikin.

Baştir hinî têgehên razber dibin.

Hestên wan î humanîzm û wekheviyê xurt dibin.

Mirov dibe xwedî ramaneke dewlemend û wê gavê êdî bi hûr û kûr tevdigere.

Li ser giringî û pirsên mîna “Çima ziman?” de; pîspor û zimanzanên çi kurd, çi biyanî bi çiwalan wecîze, pêşgotin û peyvên watedar û qerase anîne zimên. Ji wana yek jê ku gelekî bi xweşya min diçe û min şad dike, lê heyf e ku hena jî nizanim ji devê kîjan hêjayî derketiye, ev e: “Di dinyê de tiştê herî xweş, welat û al e; lê welat û al bê ziman ker û lal e!”

Pêşeroja zimanê kurdî, b i pêşeroja zimanê gelê Kurd re girêdayî ye. Parastina zimanê kurdî di heman demê de , parastina gelê kurd e jî. Bila kes vî karî tenê navêje ser pişta sazî, komele û partiyan. Lew ev karê me hemûyan e û divê em jî dest bavêjin vî barî da ku bi serfiraz û birûmetî bigihêje qonaxa xwe.

Gelo kesekî dîtiye ku dînên me bi zimanekî biyanî axifîne? Kê gotibê xweş gotiye “ Kal û pîrên me, ji xwendinê man lê ji gotinê neman. Ê me, em ji xwendinê neman lê ji gotinê man!”

Mirovê ku zimanê xwe nas neke, neaxife, nefikire, nexwîne û pê nenivîse; piçekî nîvco ye, ker e, kor e, qop û lal e. Bêhiş, bêhîs, bêhêz û bêwar e!

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
8 Yorum