Şéxmûs Sefer

Şéxmûs Sefer

Hilbijartin, Festîvala Şanoyê û Amedspor

Bi encamên hilbijartina heremî bi hezaran mirov li her qadên bajêr derketibûn kolanan û bi eşq û coşeke mezin ev yek pîroz dikirin. Ev nêzî heyşt salan bû ku kurdên bakur di nava travmeyeke mezin de dijiyan. Ew nifşên ku ji gundên xwe di biçûkaniya xwe de koçber bibûn gelek ji wan anha jî di mezinahiya xwe de li bajar û taxên lê bûn ji ber şerên nav bajaran koçî cihên cuda cuda kiribûn. Bi ser de jî corona û qeyrana aborî!

Piştî ew qas demên dirêj ku her sal wekî deh salan diborî serkeftina hilbijartinan bi hewara wan hatibû û kiribû ku ji kêfan bifirin.

Yên erebeyên wan hebûn li hemû navendên bajêr bi qornayên xwe guh ji mirov dibirin. Yên ku rê li erebeyan digirtin nedihiştin erebe bimeşin û heta yên derdiketin li ser pişta erebeyên xwe govend digirtin!

Bi her dîmeneke cuda carina kelogirî dibûm û carina jî dibişîrim bi bihîstina çend peyvên ecêb!

Bêguman kurdan ev yek heq kiribû û çawa dibû milletek ji mafên xwe yên asayî ew qas bêpar mabin bi dehan salan e.

Ji ber wê serkeftineke piçûk jî dikarîbû kurdan sermest bike.

Di vê sedsalê de em hîn jî behsa perwerdehiya zimanê dayikê dikin ku zarokên kurdan ji vê bêpar in.

Di vê sedsalê de em hîn jî daxwaza statuyekê dikin ku em hene.

Ev daxwazên kurdan dikeve guhekî serdestan û di guhê wan yê din re derdikeve.

Lê wê kurd jî ji ya xwe neyên xwarê û ji ber vê strana xwe wê şeva hilbijartinê li kolanên Amedê diqîriyan; em bernadin vê dîlanê!

*Dîsa piştî hilbijartineke heremî festîvala şanoyê destpêkir. Û roja ewil ji bo destpêka festîvalê em li nava Sûrê di qesreke dîrokî de hatibûn cem hev. Wêcê her kesî dibişirî, moraleke mezin û baweriyek hebû li ser rûyê mirovan.

Gelek lîstikên şanoyê û panel di bernameyê de hebûn. Dîsa komên şanoyê û kesayetên şanoger ji başûr û rojhilat amade bûn. Mixabin hin ji wan komên şanoyê ji ber destûra wan nehat dayîn paşde vegeriyan.

Mixabin dîsa ji ber şert û mercên heyî me şanogerên ji Rojava nedîtin. Ez bi xwe nizanim ka şanoyek çawa li binxetê heye û bi rastî pirr jî meraq dikim.

Hêvî dikim saleke din wê ew jî di nava me de bin bi lîstik û peyvên xwe.

*Ez bawer im hefta borî çav û guhên hemû kurdan li Amedê bû. Amedspor ev nêzî deh sala ye nedibû şampîyon û eger di vê maça xwe de biserbiketa beyî ku lîg biqediya wê şampiyoniya xwe îlan bikira.

Ez ji yek wan avakarê Amedsporê me. Dema me biryar da ku em navê Amedsporê di kongreya xwe de bi awayekî fermî binivîsin û rengê wê jî wekî keskûsorûzer bidin qebûl kirin hin kesan ev yek zêde ‘rast’ nedidîtin. Û dema me digot roj bê wê stad jî têra alîgirên Amedsporê neke belkî di bin simbêlan de bi me dikeniyan hin canik û camêr!

Lê roj hat di hundirê stadyûmê de 35 hezar alîgir û li derve jî bi sed hezaran mirovan maç temaşe dikirin; hin kesan li parkan û hin kesan li ber televizyonên xwe.

Em ji ku hatin ku.

Ez bala xwe didimê îroj kurd dikarin tenê li wir hinekî hilmê bistînin, serkeftina xwe bijîn, temasî hev bikin, li cihekî bicivin. Di vê maça dawî de hin kesên ez nas dikim ji Ewrupayê hatibûn maç temaşe dikirin.

Ji ber van egeran divê Amedspor li ser xeteke rast û baş biçe; giringiyê bide binesaziya xwe, bi zarokên kurdan û bi kurdî!

Wê demê em ê zanibin Amedspor tenê ne navek e û futbol jî tenê ne futbol e!

Wê demê bibe şampiyon jî ser çavan û nebe şampiyon jî!

Lê eger bi rastî zarokên kurdan yên wekî pola dema bigihêjin û wekî kurdekî mezin bibin û em xwedîtiyê li wan bikin ma wê demê şampîyonî jî têra wan dike gelo?!

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.