Em tev ji axa erdê û ji ava dinyayê ne. Dinya bajarekî xerab e; tu carî nehatiya avakirin. Ji ber çi? Gelo ev dijminahîya cinsê mirovan ji ber çi ye? Dilê mirovî divê bi rehm be, divê mirov hênûn be li hember her gîyanberê ku behnê dide û distîne û dilê wî lê dide. Ne dûpişk dijminên tu kesî ne û ne jî mar. Ma şêr dijminên xezalan in? Êre, giha axê dixwe, xezal jî gîhayê diçêre û mixabin ku şêr jî xezalan ji xwe ra dikin êm. Mirov jî ji bo jîyana xwe ji mecbûrî dixwe. Xwarin ne sedema dijminahîyê ye û ne jî ya çavsorîyê ye. Çend ruhber hebin li ser rûyê vê dinyayê, ji bona xwedîkirin û jîyana xwe divê bixwin û vexwin. Xwarin jî ji dinyayê ye û av û nefes jî... Bêyî xayintî û dijminahîyê digere ev erda birehmet û bibereket. Ew ewr dibarîne û direşîne barana xwe dilovanî. Ba digere, xwe li gul û gîyayan digire û bi xwe ra hiltîne cewherê wan ji bo dîyarîya hemcinsên wan ên bêziman û belav dike li dar û beran. Diçîne li wê erda zayok. Her roj vedije gul vedide jîyan. Çîya berf digire di çileyan da, wê gava serma û seqem bi ser da tên. Havînî ji sînga xwe berdide û diherikîne ava xwe, dadixe bestan, digewime li wan kortan û peyda dike golan. dibe çem û derya. Genim û gîha serê xwe radikin ji axê. Dar bi kêfa pêlên xwe direqisin, gulîyên xwe dixemilînin gava demsal dibe bihar. Û kêzik li xwe zêde dikin endamên kunan, yên binê qalikên daran…
Ev jîyana dinyayê wekî kuna kêzikan, ji xwe xuya dibe ji van rêzikan. Axê qul dikin û dadikevin binê erdê, li wê derê ava dikin ji xwe ra sitareka demsalê, penageheka xwarê. Dibe ku salekê bimînin li vê axê, û bi dû ra av û nanê wan hilên li vê dinyayê. Dixebitin, didin hev toxim û berên daran. Xwedî dikin dûndeyan. Bi dû ra dispêrin, xatir dixwazin ji gîyanan.
Mirin para me ye jî gava dem hat, em jî dê çavên xwe bigirin li vê dinyaya gewrik. Dinya gor e, ew ax e, mirin bi dor e. Yên çûn, çûn wan deveran, yên mane jî mezin dikin şêran ji bo wan goran. Aştî xeyîdîye ji dilan. Mirov jî xwedî dikin xwe bi berateyan wekî şêr û hirçan, dadibelihînin laşan.
Ez nizanim, bê ev bûn çend sal, çend hezar sal an çend milyon sal mirov peyda bûne li vê dinyayê. Zordarîyê jî daye pê û zilmê dike û tevkujîyê jî di kunên kêzikan da. Rûrêş, zimandirêj, zikreş û çavsor in însan. Ne dixwaze aştîyê, ne dilxweşî û geşîyê ne jî xwişk û biratîyê. Xuya ye, ev şer dê her berdewam be li vê dinyayê. Ev jî li maneya navê mirovî qet nayê. Loma em dê her bibêjin, li min hayê, kêzikê wayê, lê lê nemayê.