Şêxmûs Sefer

Şêxmûs Sefer

Amedspor tenê naveke

Dizanim di van rojan de hema hema her kes li ser siyasetê dipeyive.

Lê ez ê vê carê li ser Amedsporê binivîs im. Ji bo zanîna xwendevanan û ji bo ez karibim bi rehetî nerînên xwe parve bikim divê bê zanîn ku ez yek ji wan avakarên Amedsporê me û di kongreya yekemîn de me biryar girt ku navê tîmê Amedspor be, rengên wê jî keskûsorûzer be. Nêzî du salan wekî berpirsiyarê binesaziyê xebitîm. Armanca me ew bû ku em li hemû bajarên Kurdan bigerin û zarokên di futbolê de baş bin wan bînin li tesîsên xwe bicih bikin û wan pêşî wekî Kurdekî û paşre jî wekî futbolîsteke baş bigihînin. Bi rastî di wan du salan de me karên pirr baş jî kirin. Bi tîmên binesaziyê her hefte diçûm bajarên derûdorê û min ew eşqa zarokan û malbatên wan jî ji nêz ve didît. Me ji tîma profesyonel bêtir qiymet dida zaroken di binesaziyê de dilîstin û hemû projeksiyona me li ser wan bû. Di cîvîna me ya ewil de ku me li Sumerparkê kiribû bi sedan zarok û xortên di binesaziyê de dilîstin amade bûn. Wê demê koordînatorê giştî yê teknîk Sertaç Kuçukbayrak bû, paşre bû rahênerê Amedsporê. Ew bi tirkî bi wan re peyivî û ez jî bi kurdî. Dema ez bi kurdî peyivîm kesên baş fêm nedikirin jî bi baldarî gohdar dikirin û dema dor hate ser wan gelekan ji wan gotin dema di tîmên tirkan de lîstine bê çawa cudahî xistina navbera wan û tirkan û mecbûr mane werin Amedê.

Bi rastî bi sedan tişt hene ku divê binivîs im lê ne ev rûpel têra van yekan dikin û ne ez dixwazim.

Piştî du salan hin kesên xwestin Amedsporê ‘dizayn’ bikin û li gorî xwe birêvebibin hebûna xwe li ser Amedsporê ferz kirin. Di rêveberiyê de me çar kesan ev yek qebûl nekir û li dij derketin. Sê hevalên me ji klubê dûrxistin, li ser vê biryarê bi awayekî fiilî ez jî neçûm tu civînan û piştî kongreya nû kesî ji me tê de cih negirt.

Tiştê dixwazim bêjim ev e; xeyalên min/me hebûn ji bo Amedsporê. Di serî de jî ji bo zarokên Kurdan ku dema mirov li wan xwedî derkeve dikarin wekî bazan bifirin pêşerojekê ji wan re ava bikin. Tîma Amedsporê hemû ji zarokên Kurdan pêk werin, di sehê de û li derve bi hev re bi kurdî bipeyivin, bibin ‘stêrk’ ji bo gelen xwe. Difikirîm çi zarokên me ji yên xelkê kêm bûn. Çima îroj bajarekî Tirkan xwedî dehan tîmê profesyonele û di zaroktiya wan de xwedîtiyê li wan dikin lê yên me ew qas bê xwedî û bê bername ne. Ev tenê ne meseleya ku dewleta me tuneye û ya wan heye. Spor a mirov jî dişibe siyaseta mirov hinekî. Dema tu ne xwedî siyaseteke durust û baş be tu nikare bibe xwedî sporeke durust û baş jî.

Her sal Amedspor ji ber ne xwedî vizyoneke baş û bernameyeke bi rêkûpêk e wekî erebeyeke di heriyê de patînaj bike xwe dûbare dike. Her sezon bi milyonan pere didin futbolîstan û transfer dikin û ji wan futbolîstan hin neyarên Kurdan e. Ve salê ji ber hişyariya alîgiran yek ji wan afîşe bû ku çi qas faşîst e û dijberiya Kurdan dike/kiriye rêvebiriyê wekî ‘lutfekê’ ew transfer betal kir û ji alîgirên Amedsporê re ragihandin. Pirs ev e; rêvebirên Amedsporê bi salan e li gorî çi dibin rêvebir û serokên vê tîmê. Hassasiyetên alîgiran eger bi serok û rêvebirên Amedsporê re tunebin çawa û bi çi rengî tên wî cihî.

Min pirr dixwest Amedspor her sal derkeve lîgeke jortir û ne tene di lîga Tirkiyê ya super de, di qada navneteweyî de di lîga şampiyonên Ewrupayê de jî bilîze û Kurdan temsil bike. Lê ne tenê bi navekî sembolîk. Bi rengên xwe, bi zimanê xwe yê li sehê dipeyivê û bi helwesta xwe. Lê bêguman ji vê re zanîn hewce ye, kurdbûn hewce ye, helwest hewce ye.

Em ê hêvî bikin ew roj werin û bi hêviya ew hêvî wekî gelek caran nebe îşkence…

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
2 Yorum