Ahmet Çelik

Ahmet Çelik

Ahmet Çelîk kî ye?

Ahmet Çelîk kî ye?

Di sala 1965’an de li bajarê Mêrdînê li navçeya Qoserê li gundê Tiledes hatiye dinê.

Bi eslê xwe ji bajarê Mêrdînê ji herêma Surgiciya ji gundê Bernişt e.

Xwendina xwe a seretayî li Tiledes, a navîn û a amadeyî li Amedê û li Mêrdînê qedand. Li zanîngeha Dîcleyê Fakulteya Endezyarîyê (Mühendislik) beşa Kareba (Elektrîkê) û li zanîngeha Anadolûyê jî Fakulteya Rêvebiriya Gelemperî (Kamu Yönetimi) kuta kir.

Ji sala 1995’an û heta roja ku ji karmendiyê bi KHK hate avêtin (2016) di Sendîqeya Yapı Yol Sen ê de ku girêdayî Qonfederasyona Sendîqaya Kedkarên Gelemperî (KESK) ê de wek endam û wek Rêvebir di Navenda Giştî de cih digirt.

Di sala 1993’an de ji ber fikr û ramanên xwe ên welatparêzî bi awayekî bêhiqûqî hate sirgûnkirin. Heta sala 1999’an li Adana li sirgûnê ma. Di 1999’an de wegerîya welat.

Di sala 2015’an de bi çend nivîskaran re Komeleya Nivîskarên Kurd li Mêrdînê avakirin. Di sala 2016’an de bi awayekî bê hiqûqî bi KHK’ê ji karmendiyê hat avêtin. Di sala 2019’an de wî û çend hevalên xwe Komeleya Nivîskarên Mezopotamya yê li Mêrdînê avakirin.

Ji 2010’an û virde di quncikên rojnameyên heremî de, wek Mardîn Haber, Arena, Mardin Gundem û di çapemeniya Neteweyî wek Radîkal Blogê de û carcaran jî di Azadiya Welat, Özgür Gündem, Xwebûn, Kovara Depter de nivîsên xwe çap dikir.

Berhema wî a yekemin di 2021’an bi navê “Dilê Çarperçe” hate çapkirin.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Ahmet Çelik Arşivi