Newroz Piroz be!

Newroz cejn e, şahî ye, dîlan e.

Newroz azadiya gelan e.

Lê mixabin Newroza îsal hinekî bêhtir êş e, jan e,

Lehî ye, erdhej e û tofan e.

Bûye axîn û nalîn ji bo Kurdan e.

Gelê Kurd wê îsal dîsa wek e her sal bi coş,

Bi şahî, bi tilîlî û bi dîlan, Lê mixabin,

Di qozîkek dilê wan de wê ew êş, û ew jan

Bi be bizotek agirê Newroz ê û wê cerg û dile wan

Bisotîn e bi axîn û bi fîxan, bê gûman.

Bi rastî mirov bi tu peyvê û bi tu pênûsê nikare êş û azara gelê me a erdheje û li pey wê a lehiyê bîne ziman. Li gel ev êş û sotina di dile me de jî bi coşa agirê Newrozê, bi hêviya azadiya gelê Kurd û pêşerojek azad û serbixwe, bi rihekî tekoşêr û serhildêr ev Newroz wê bi be têkçûyîna zaliman û wê bi be hêvî ji bo gelê Kurd û mezlûman.

Bi van hêviyan Newroz bi tevahî li hemû gelên cîhanê û taybet jî li gelê Kurd pîroz be.

NEWROZ

Dîroka Newrozê; di Pirtûka Zerdeşt Pêxember a Zend-Avesta de, di Şehnameya Firdewsî de, di helbestên Omer Xeyyam de, di Şerefnameya Şerefxanê Bitlîsî de û di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de derbas bûye. Di dîroka nêzîk de jî Bazîl Nikîtîn û gelek nivîskarên din jî di pirtûkên xwe de Newroz anîne ziman. Gava mirov lêkolînê li ser Newrozê dike, tê dîtin ku beriya niha bi çar hezar û sêsed û pêncî salî Gûtiyan di mabedên xwe de cejnek bi navê Zagmûk pîroz dikirin. Di vê cejnê de agir dihat vêxistin û qral di nav gel de digeriya. Cejna Zagmûk di ola Zerdeştiyê de jî tê dîtin. Hûrî, Qasît, Ûrartû û Medan jî cejna Zagmûk pîroz kirine. Newroza ku îroj di nav gel de tê pîrozkirin û efsaneya Kawayê hesinkar jî wiha ye: Tê gotin ku beriya niha bi sê hezar salî qralê Asûriyan Dehaqê marî zext û zoriyek pir li gel dikir. Nexweşiyek xerab û bêçare Dehaqê marî zeft kiribû. Êşek mezin ketibû canê wî. Bijîşkên wî ji bo birînên wî yên axivîbûn rihet bikin mejiyên zarok û xortên Medan wek derman bi kar dianîn.

Rojê mêjiyê du zarokên Kurdan li birînê Dehaq dikirin. Ev zilm demek dirêj didomîne. Di nav Mediyan de mêrxasek bi navê xwe Kawa hebûye ku bi karê hesinkariyê mijûl dibûye. Tê gotin ku hivde zarokên Kawa hebûne û heta wê gavê şanzde zarokên Kawa hatibûn serjêkirin. Dora lawê wî yê biçûk bûye. Navê wî Jîr bûye. Wek navê xwe jîr û zîrek bûye. Kawa diponije, difikire, ji bo ku lawê xwe nede Dehaqê zalim. Roja bîst û êvara bîst û yekê Adarê plana xwe çê dike û ji gel re dibêje ezê herim vî zalimî di qesra wî de bikujim, ku bi ser kevim ez ê li bircê qesra wî agirekî mezin vêxim û ku we agir dît hûnê giştik werin qesrê, ku bi ser nekevim ji xwe ewê min bikuje. Gava leşkerên Dehaq tên lawê wî bivin ji wan re dibêje ezê lawê xwe bi destê xwe bidim Dehaq. Gava ku digihêjin Qralê zalim ji nişka ve horsê xwe, ê ku di bin bedilka xwe ya pê hesinkarî dikir weşarti bû derdixe û li serê qralê zalim dixe û mejiyê wî bela wela dike.

Qesra qralê zalim Dehaq li cîhekî bilind bûye û gava Kawa di kuştina wî de bi ser dikeve derdikeve ser birca qesrê û agirekî mezin vêdixe. Gelê ku vî agirî dibîne berê xwe dide qesra Dehaq, lawê Kawa, Jîr jî ji bo ku gel karibe têkeve qesrê deriyê qesrê vedike, gel û Kawa digihêjin hev û bi hev re qesra qralê zalim bi ser serê leşkerên wî de xerakirin e.

Hinek Dîrokzan jî dibêjin Generalê Medan Keyakser li miqabilî qralê Asûriyan ê zalim Dehaq serî hildide û paytexta wî Nînowa zeft dike û qesra wî bi ser wî de hildiweşîne. Di zimanê Medan de Kawa tê wateya rêber, serok, fermandar û helbestkariyê. Loma jî ji Keyakser re gotine Kawa. Berdilka Kawa ya ku pê karê xwe (hesinker) dikir kesk û sor û zer bûye. Ew berdilka wî jî ji xwe re kirine al û agirê di tifika wî de jî bûye agirê azadiyê.

Firdewsî di Şehnameyê de dibêje gava Kawa bi ser dikeve berdilka wî wek dîyariyekê tînin ji qralê Medan Ferîdûn re. Ev berdilk wek alekê li Îranê tê veşartin. Ji Medan heta ku Misilmanan Îran zeft kirin çi şaristaniyên ku serdestî li wê xakê kirin zêr, zîv û micewher bi wê alê vedikirin. Lê mixabin leşkerên Misilmanan gava ku Îran bi dest xistin zêr û zîvên ku bi wê alê ve girêdayî ji xwe re wek destketî dîtin û jê kirin û Ala Kawa ya dîrokî şewitandin e.

Ev serkeftina Kawayê Hesinkar a bi serfîrazî li miqabilî qralê zalim Dehaqê Marî ji bîst û yekê adara Berî Zayînê sesed û bîst û yekê heta îroj wek cejna gelan tê pîroz kirin.

Agirê cejna Newrozê gelê Kurd ê ku di bin ala Kawayê Hesinkar de li miqabilî qralê Asûriyan ê zalim Dehaqê Marî bi coşa agirê azadî û berxwedana bi rûmet ku hatiye vêxistin û wê her vêxistî be.

Di dîrokê de Newroz bi gelek wateyan hatiye nîqaşkirin. Lê di çend wateyan de bi giştî giranbuha ye.

Yek jê eve ku Newroz cejna azadiyê ya herî kevn e, ya dudoyan jî bi rêberiya Kawayê Hesinkar serhildana gelê Kurd a li hemberî dagirkeriyê ye, a sisêyan û herî girîng jî ewe ku ev agirê azadiyê ji bo rizgariya gelên bindest bûye hêvî û ev hêvi bi sed salan e didome û wê her bidome. Newroz; Li hemberî hovîtiyê serkeftina mirovahiyê ye, li hemberî şer serkeftina aşîtiyê ye, li hemberî zaliman serkeftina mazlûman e û mizgîniya jiyanek nû û hatina biharê ye.”

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.