ÇARHEVÎ

ÇARHEVÎ

BATMANÊ DİGRÎYA

BATMANÊ DİGRÎYA

Sibeheka zû bû ji malê derdiket

Û roj pê ne xweş bû û diket rêyê

Li Mêrdînê jî bayekî ne xweş hebû

Li Şêxan bablîsok derdiketin pêşîya wî

Ewrin reş digirt şer Bismilê

Birûskin giran diteqîyan bi çûna wî ra

Baranek ne xweş û rêyek ew nêzîkî her tiştî dibû

Xerabî li dora wî digerîya

Û xayinî û keleşî

Dem nêzîk dibû saet digihîşt çaran

Dibarîyan gulleyên xayintîyê

Bi heft guleyan çîya dixist

Çîya xwîn dirijîya

Batman digerîya bêhis û bêdeng

Xebera reş belav dibû

Li welatan û her der digirîya

Ev der Batman e hawar ev der Dêrsim e hawar

Ev der Amed e hawar ev der Cizîr e hawar

Dîsa gulek qetandin ji nava Qoserê

Her der xemgîn û bêdeng maye

Cûdî serê xwe bera ber xwe dida û xwîn digirîya

Dicle û Firat xwîn vedirişîyan

Bi ketina Sincarî ra

Kilîlî ew radikir kilîlî radikir

gul datanîn şûna wî

Yek spî yek sor û yek jî zer

Dîsa Batman digirîya bêhis û bêdeng

Dîsa Qosar digirîya bêhis û bêdeng

Dîsa ev welat digirîya bêhis û bêdeng.....?

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
ÇARHEVÎ Arşivi

Evîn

17 Temmuz 2023 Pazartesi 00:08