ÇARHEVÎ

ÇARHEVÎ

Kilîd

Kilîd

Duh min te di hewşa mejîyê xwe da kilîd kir

Fikir di bin lingên te da dihedimîn û dipelçîiqîn

Li bedewbûna matmayî bûm

Tu ew qasî xweşik bû

Sîya te fedî kir ku bi te ra bimeşîya

Di cenga dilê min da ez Silhedîn

Hespê min ji ruhê min dipengizî

Serî distend û dibezîya

Rim û mertalê min di destên min da

Tu jî şûr bû li pişta min

Heger tu tune bî, ez dê bimirim

Hebûna te dihêle ku ez derd û kulan nas nekim

Ez dê wan tîş tîşî bikim

Zîval zîvalî bikim

Yeko yeko ez dê serên wan hilqetînim

Ez ji xwe derdikevim

Bang dikim bi dengekî berz

Ez hêsîr im di zîndana te da

Di nava çar dîwaran da

Haho, ka kilîd....?

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
5 Yorum
ÇARHEVÎ Arşivi

Evîn

17 Temmuz 2023 Pazartesi 00:08