ÇARHEVÎ

ÇARHEVÎ

Kî û Kê

Kî û Kê

Ev bajar bêdeng û bêhis e

bêyî te

Tu dibêjî qey winda kiriye

dîroka xwe

Porên te yê dirêj kulên te

Çavên te yên kelegirî xemên

te vedigotin

Kê bi dar ve kir hezkirina te?

Kê?

Bedena te ya westîyayî wekî

dîrokeka lewitî

Û hîn jî hundirê te tijî evîn

Bi qasî min heq nekiribû te da min

Ez nikarim hilgirim vê evînê

Ez nikarim xwe ragirim li

hember vê hezkirinê

Tu Meryemê tînî bîra min

Kî dikare hilgire?

Kî?

Careka din tu ji xwe çûyî

Evîna te xwe kuşt

Îxanetan dest ji min berneda

Kê kuşt kenên li ser lêvên te

Bila dilê te nekujin ev wehş

Kê?

Ji min ra bibêje

Kê?

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
1 Yorum
ÇARHEVÎ Arşivi

Evîn

17 Temmuz 2023 Pazartesi 00:08