Mezopotamya Dergûşa Şaristanî yê

Ahmet Çelik

Mezopotamya li gorî dîrokzana weke dergûşa şaristanî yê tê qebûlkirin. Erdnîgariya Mezopotamya Ji ber ku cara yekemin di dîrokêde mirovahîyê dev ji jîyana hov-bejîtî berdaye û dest bi jîyana bicihbûyî-xwecihî kiriye û bi awayekî zanistî çandinî, neçirvanî û pêşesazîya hov (ilkel sanayi), çermvanî û çêkirina goştê hişkirî jî li wê erdnîgariyê hatiye holê pir girînge. Di lêkolînên şûnwarnasan de tê xuyakirin û qebûlkirin ku warê herî kevnare di dinê de ê bicihbûyî li Elîhê li ser çemê Sasonê nêzî navça Hazo yê (kozluk) Çemê Hola (Hellan Çem) 12.400 û Newala Çorî ku li nabeyna Riha û Samsatê ye û 10.600 saliye.

Di kovara Leather hejmara îlona 1992 an de prof.ê İngilîz Kirbrîd ji bo na debaxxana ku beriya niha bi 8000 sala ji hêla şûnwarnasan di nabeyna çemê Firat û Dîcle li kêleka bajarê Mûsilê li başûrê Hessûna û li navend û bakurê Cizîrê hatiye peydekirin û tê de çerm, goşt û mûyê ker’an bi awayekî pîşesaziya hovane tên bikaranîn wek dayika debaxxana hatiye binavkirin.

Li navça Amedê Erxaniyê li kêleka çemê Dîcleyê li Qotê ber çem (çay önü) lêkolînvan Dr.Halet Çambel û Prof. Robert J Braidwood derxistine holê ku cara yekem (BZ. 8500) salî dendikê genim hatiye dîtin û bazirganiya yekemin li vêderê çê bû ye û (BZ. 6000) sal jî gelê Qotê ber çem xwarinê xwe êdî ji çandiniyên xwe çêdikirin û bi awayekî xwecîhî bi hevre jiyana xwe didomandin.

Gava jiyana bicihbûyî dest pê dike û pê ve di civakan de gelemperîkirin-dewletbûn jî derdikeve holê. Qasî ku tê zanîn di dîrokê de cara yekem li Mezopotamya di nabeyna Kurdan de dewleta qonfederal hatiye avakirin. Qralê Ûrartûyan Sardûr ê 1. (BZ.835) qebîle û eşîretê Kurdan kirine yek û qraltiya Ûrartûyan avakiriye. Di dîrokê de dewleta qonfederal a yekem Ûrartûye û paytexta wê li kêleka gola Wan ê 1800 mt. Dirêj, 120 mt. Fireh û 80 mt. jî bilindahiya wê heye û îroj jî hînê li Wan ê ye bi navê xwe Tûşpa ye. Lêkolîner û şûnwarnas Oktay Belli di ansîklopediya şaristaniyên Anatoliya (Anadolu uygarlıkları) de “Ûraratûyên ku wek bapîrê Kurdan tên nasîn, eşîr û qebîlê hûrîyan anîn cem hev û qonfederasyona Ûrartûyan ava dike (BZ.900) û pergala dewletbûnê cara yekem anîne holê.” Dibêje.

Li gor lêkolîner û şûnwarnasan cara yekem nivîs li Mezopotamya bi pîktograma (canberekî an jî tiştekî wênekirin) hatiye dîtin. Çîrok û bûyerên ku qevimîbûn li ser lewha (tablet) wênê wan di hat çêkirin di pey re ji bo her tîpekê îşaretek hat dîtin û nivîsa mîxî hate hole. Nivîsa mîxî Sumeriyan dîtiye. Sumerî di nabeyna (BZ 4000-2000) salan de li başûrê Irakê Jiyan e. Nivîs, ziman, tendurîstî, sternasî, jimartin û ol di dema wan de pêşketiye. Sumerîyan di dîrokê de cara yekem demjimêra ku seet tê de ji 60 xulekan û ji heft rojan hefte pêk tê peydekirine.

Di warê mafnasîyê de jî zagonên Hamûrabî (BZ 1793-1750) ku ji Mezopotamya kevn gihaştiye heta roja îroj zagonên herî kevnin. Ji 282 zagonan pêk tê. Bingeha mafên hiqûqî a îroj Hamûrabî avêtiye. Ji van zagonan ên sereke di derheqê zewacê de ye. Hamûrabiyê xwedî zagon Babîl avakiriye. Babîl di nabeyna Firat û Dîclê de li bakurê Nînova (Mûsil) cî digire. Herwiha di dîrokê şaredariya yekemîn jî Hamûrabî avakiriye. Şaredariyên wan jî weke ên îroj li karê avakirina bajar û pakijiya bajar dinêrî. Di lêkolînên şûnwarnasan de tê fêmkirin ku saziya postê cara yekem bi awayekî bajar, Tax, kolan û mal ji hêla Babiliyan hatiye avakirin. Di warê sternasiyê de girtina tav û heyvê dihesibandin. Tenduristî jî gihîşti bû astek bilind.

Mirovên zanist dibêjin ku “ne tenê ji tirsa birçîbûnê û xwe parastina ji metirsiya mirovahî xwecihî bûne, sedemek jê jî ewe ku bîr û bawerî ya ol î ye.” Ji ber ku 1963 an de ji hêla şûnwarnasande 20 km li rojhilatê Rihayê li gundê Xerabreşê li Girê Mirada (göbeklitepe) ew tiştên ku hatin dîtin îspat dike ku sedema xwecihbûna wan ol î ye. Doç.dr. Klaus schmit “ di dinê de mabeda herî kevn û mezin bê gûman li Girê Mirada ye.” Li gora zanîstê Elman Doç.dr. Klaus schmit “ ewên ku ev mabet çêkirine beriya her tiştî gotine ku: kaînat çi ye, em ji bo çi li wirin, wateya jiyanê çi ye û hwd.” Li gor lêkolînên şûnwarnasî de tiştên di tebletên ku ji Asûriyan mane û li gora ew bûyerên di Incîl û Tewratê de tên gotin ew bihuşta ku Adem û Heva tê de jiyane (garden of Eden) Girê Mirada bi xwe ye.

Cardin jî zanistê Elman prof.dr. Manfred Woin dibêje ku “cara yekem genim ji erdnîgariya nabeyna Firat û Dîcleyê li dinê belabû ye.” Li Rihayê li navçeya Hilwanê li Newala Çorî genimê ku hatiye dîtin jî vê gotinê dide qebûlkirin. Giyanas (botanikçi) Omar Hoftûn jî li paytexta Norwêç li Oslo yê di qonferansekê de tevli fikrê Manfred Woin di be û dibêje ku “genim beriya niha bi 5000 sal ji Zagrosan li dinê belav bû ye.”

Dîroka destana tofana Nûh jî weke ku şûnwarnas û dîrokzan dibêjin an jî di pirtûkên ol î de derbas dibe ev bûyer li Mezopotamya qewimiye. Di Quran a pîroz de di sureya Hûd ayeta 44 an de “ey erd tu avê daqurtîne, ey asîman tu jî bes baranê bibarîne û av sekinî, ferman hate cî û keştiya Nûh li ser çiyayê Cûdî runişt.” Tê gotin. Li gora wê destanê keştiya Nûh piştî 40 rojî li ser avê ma û pê ve Nûh kebokekê difirîne demek derbas dibe kebok di devê wê de bi pelek dara vedigere, gava Nûh wê dibîne dibêje “ cî dî ”. ew der çayê Cûdî ye. Cûdî di sêgoşa tirkî, irak û sûriyê de ci digire û li navenda Mezopotamya yê ye.

Çavkanî :

Cemşit Bender Kürt Tarihi ve Uygarlığı

Cemşit Bender Kürt Mitolojisi 1-2

Ethem Xemgin Kürdistan Tarihi

Ethem Xemgin Kürdistanda mitoloji ve Dini İnançlar

C W Ceran Tanrıların Vatanı Anadolu

Doç. Dr. Ali M. Dinçol Hititler Öncesinde Anadolu

Bilge Umar Türkiye Halkının ilk Çağ tarihi

Ord. Prof. dr. Benno Landsberger Mezopotamya medeniyetin Doğuşu

AÜDTCF Dergisi 1944

Yorum Yap
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Yorumlar (4)
Yükleniyor ...
Yükleme hatalı.