Bi destpêkirina min î dibistanê re bavê min xwest ku ez heman hînî xwendina Qur’anê jî bibim. Bi wê mebestê ez birim bal melayê gund ku me jê re digot Seyda. Navê Seydayê me Mele Mihemed bû. Mele Mihemedê Tizyanî. Bi hestiyariya pedagogekî bi helwesteke nermokî bi me re tevdigeriya ku em ji xwendina Qur’ana Pîroz hez bikin û zû hîn bibin. Her me wateya wê nezanibe jî me dixwend û hey dixwend. Carinan jî me jiber dikir. Di pey demeka ne domdirêj re em fêrî xwendina Qur’ana Kerîm bûbûn.
Helbet di pey re em derbasî asteke bilindtir bûn. Seydayê me yê hêja Mela Mihemed Mewlûda Kurmancî ya Melayê Bateyî (1417-1495) û Nûbihara Biçûkan ya Seydayê nemir Ehmedê Xanî ku di heman demê de nivîskarê Mem û Zînê ye (1651-1707) jî weke pirtûkên dersê bi me dan xwendin. Em kanin bibêjin ku perwerdehiya xwe ya zimanê zikmakî (kurdîya kurmancî) yî ewil me ji Seydayê xwe werdigirt. Hestiyariya kurdewarîyê jî bi me dida hişyarkirin. Ew karen ku bi eşqeke mezin dimeşandin jî ne weke qaşo melayên ku van demên dawî li derdora me wek bizrê kulî zêde bûne bi pereyan an jî bi berjewendiyeke din nedikir. Bi temamî ev şixul bi dil û rizeya xwe weke ku wî digot “ji bona xatirê Xwedê” pêk dianî.
Rojê înan ji nimêjkeran re bi kurdî xutbeya xwe dixwend û her tim bi kurdîya xwe yî xwerû waz û nesîhetên xwe dikirin. Pirsgirêk û nakokîyên di navbera gundîyan de jî her tim bi xêrxwazî û dadwerî çareser dikirin. Peyva ku Seyda gotibûna ji bona hemû gundîyan weke fermaneke pîroz dihate dîtin û ji peyva wî dernediketin.
Banga nimêjê (azan) jî wî dixwend, mehra bûk û zaveyan jî wî dibirî, şûştin û diaya binaxkirina mirîyên gund jî giştik Seyda tim bicîh dianîn. Mewlûdên wan jî bi kurdîya xwe yî zelal dixwendin di şînên wan de jî rûdinişt û gah li ser rewşa dinyayê geh rê û rêbazên Ola Îslamê geh jî li ser tevgera civaka gund şîret û agahîyên wî ji gundiyên re dibûn rêber. Bi halê civaka gund re her tim hemhal bû.
Bi deh salan Seyda weke gundiyekî li gundê me xebitî. Di salên 90î de mecbûr ma ku bi dilekî şikestî ew jî terka gundê xwe bike. Helbet her ji bona çend heyvan hin melayên din jî li gund dihatin peywirdar kirin. Lê gah digotin birîna mehra bûk û zaveyan ne kare me ye, geh digotin em mirîyan naşon, paqijkirina mizgeftê ne şixulê me ye. Xutbeyên wan jî wazên wan jî bûn bi tirkî, tew xwendin û hînkirina Mewlûda Kurmancî û Nûbihara Biçûkan jî weke qebhet dihate hesibandin ji alî van kesan ve. Ji ber vê rewşa wan jî her ji çend mehan melayên gund dihatin guhertin. Helbet her ku me ev kesên tewşo mewşo dîtin hîn bêhtir me fam dikir ku Mela Mihemed û nifşê wî çiqasî xebatinî pîroz ji me re kirine. Û di dilê gundiyan de hezkirin û rêzdariya wî zêdetir dibû.
Dema em rewşa wan melayên wê demê bibîr bînin wê bête dîtin ku ew nifş tev li medreseyan perwerde bûbûne. Medreseyên ku Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Melayê Bateyî di wan de têgihîştibûn û bi sedan kes di bin sîwana wan de hatibûn perwerde kirin û ew melayan jî gîhandibûn heta bi dema me. Weke ku tê zanîn bi wendabûna wî nifşî re pergala wan medreseyan jî nema weke rewşa xwe yî berê ye. Pergala ku xistin şûna pergala medreseyê ji ruhê civakê dûr, hestiyariya wê pergala jî ne kurdewarîyê ye.
Rehma Xwedê li te be Seyda. Cîhê te buhuşt be. Tu dê tim bi xweşî û başî ji alî me ve bêyî bibîranîn.