Çîrokbêjek/î nenas, di binê kendalekî de

Ez dibêjim qey hebû, hin dibêjin tunebû. Ez nizanim bê ez jî hebûm an na? Ne di demek pir dûr de, lê di demeke zehf nêz de, ez bibêjim weke doh, hûn bibêjin têê di sedsala bîstehem de, na na di qernê bîst û yekem de. Di xewnek pey şevbuherkeke sibatî re. Berî tîrêjên roja sibehê yî zivîstanî û lerzokî.

Xew giran bû. Xewa kûr, xewa şêrîn ji me re bûbû xewa mirinê, ya temarê. Ma ne digotin “xew û mirin yek e”. Em di wê xewê de bûn. Em di nava wê mirinê de bûn. Xewgiranî ji me re bûbû afat, bûbû felek, bobelat û karesat. Dem hatibû rawestandin mîna wêneyekî zenûnî bi dîwarekî qelişî ve daliqandî. Demjimêrên me nema kanîbûn ew kêliyên demê hejmartibûna. Giştik qefilîbûn saet di 4 û 17 deqeyan de, tevlî hêvîyên me yên newrozî û gulanî.

Qêrîn dihat ji dojehê. Ji berqefan, qelşan, ji çal û şikeftan, ji binê newalan. Ji paş Çiyayên Kafê. Wêrîn dihat ji zarok û mindalan, ji kal û pîrên bêdeyax. Qîjîn dihat ji dîwaran. Diwarên ku qaşo sitareyên me û warên me bûn. Her tişt bi ser me de dikumişî, hildiweşiya. Em jî dipekiyan ji dîwaran çengî banê xaniyên xwe dibûn. Zarokan fêm nekiribûn bê ev bobelat çi ye? Erdhejî çi ye, zelzele çi ye?

Hilweşîn bûbû tofana mirinê di eyntera zemherî de, bi bagera cemsarî re. Ne di tofana Nebîyê Nûh de, ne di gîtê gîsko de, ne di yê gamêşqiranê de tunebû ew seqema di bin betona qeşayî de. Ew betonên ku ji me re bûbûn ferşê sergorê. Tu zozanîyan wê nedîtibin ew seqema ku ne dilê me tene, rehjenên me yek bi yek diricifandin.

Ji nişka ve navê me bûbû mexdûr, bûbû belengaz. Em bûbûn mexdûrên erdhejê. Lê ya rastîn em mexdûrên heramiyan bûn, yên keleşan bûn. Me nas dikirin giştikên çildizan û çilheramiyan tevlî Elî Babayên wan. Dizîbûn ji pariyên me, xwêdana me, keda me. Ji hesin û betonên van banên ku qaşo war û sitareyên me. Bi zanebûnî dizîbûn, bi wêrekî dizîbûn, ne tenê bi rêbazên pergaleke qirêjî heramxwerî kiribûn. Belê dibe ku navê wan nema eşqiya be, ne keleşên serê rêyan bin. Lê eşqiyatî, keleşî û şîrheramî bi her awayî kiribûn û hey dikirin.

Di ser afetê re ez bibêjim du roj buhurî bûn hûn bibêjin sisê. Hêdî hêdî alîkar dihatin. Bi neynûkên xwe dikolan ew giraniyên li ser laşê me, yên mîna çiyayên Cûdî ku bûbû rawestgeh ji keştiya Nebî Nûh re. Ew giraniya ku bi ser dilê me de kumişî. Lê çi çare? Têra xwe hêsirên xwînî dibarandin bi ser hinarkên rûwê xwe de, lê çi fêde? Em dimirin ew jî bi me re. Em dinaliyan ew jî bi me re. Lê hatin hêdî hêdî. Ji tevdeyê welêt. Ne tenê ji giştikê welêt, ji temamê dinê hatin. Yên ku heta wê rojê bi me weke dijmin dabûn nasandin jî hatibûn. Neviyên Mela Mistefa jî, Zarokên Araratî û yên Arîsto û Heredotan jî tev hatibûn. Hatibûn ku me xelas bikin, me rizgar bikin ji nav lepûşkên hesinî, zinarên betonî, ku me zen dikir ji me re bûne kevirên bergorê. Em xelas dikirin ji binê xirbeyên bajarî. Dilê giştikan bi heman kelecanê diavêt, te digot qey bi xelaskirina her yekî ji me re ew jî rizgar dibûn.

Me hîs dikir keser û hewarên giştikê welêt. Me dia û niyazên bêçaran jî, nifir û naletên ku dişandin ji xwedîxezeban re jî me hîs dikirin. Yên bi keda xwe ku hewl dabûn hatibûn derdora me û dilebikîn, yên ku ji bona lihefeke din, şekaleke din bigihînin yên ji me mayî diperpitîn jî. Ji her kolanek welêt û derveyî welêt bi alîkariyên wan re ji dilên wan jî pariyek ji me re dihate şandin. Lê yên ku wê ber li ber vê afete girtibûna nehatibûn, nedihatin. Afet û afad bûbûn hemwate ji me re.

Li ser her xirbeyekî me televîzyonek peyda bûbû. Li ser ekranê her yekê ji wan bi dehan zanyar û pîspor di rêzê de bûn. Tu nabêjî ku çiqasî zehf bûne. Yên ku heta wê rojê me qet ew nedîtibûn jî. Rayedarên giragira bi quretî daxuyanî didan. Lê niha her yek ji me em bûbûn jimareyek îstatistiki ji wan re ku her serê saetekê di daxuyaniyên fermî de dibûn benîşt. Lê îro jî ji jimareyên me dihate dizîn.

Em her yek bûbûn xwediyên çîrokeke taybet. Çîrok jî pir bûbûn. Çîrokên nexweşan, dêyên ducanî, zarokên wenda ku nedihat zanîn bê di kîjan bajarî re hatine deranîn, yên tîmên alîkaran. Her yek ji me em him bûbûn xedî çîrokeke taybet û him jî dibûn mijar ji çîrokan re. Çîrokên me cuda lê xwediyê heman reşnivîsê bûn.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
3 Yorum