Lalistan
Lalistan ango pirtûka ku nivîskarê wê (Metîn Aydin) ew “ji bo hemû zarokên ku bûne gorên serpêhatîyên xwe” kiriye diyarî, dê ji alîyê Weşanên Lîsê ve di demeka nêzîk da bigihêje xwendevanên kurmancîaxêv. Wekî ku tê zanîn, nivîskarê me yê birêz Metîn Aydin di edebiyata tirkî da xwedîyê pênûseka girîng û gelek berhemên hêja ye. Lê vê carê tiştê hêjayî nirxandinê û her weha bala me kurmancîhezan bêhtir dikişîne ew e ku berhema wî Lalistan bi wergera Mistefa Aydoganê birêz dê bi kurdîya kurmancî pêşkêşî xwendevanên kurmancîaxêv bibe. Ji bo ku kurmancîaxêv dê ji vê gencîneyê sûdê wergirin, ez hem nivîskarê pirtûkê û hem jî wergêrê wê bi dilgermî pîroz dikim.
Werger karekî pir girîng e. Dema wergêr dest bi karê xwe dike, nema berpirsîyarê xwe bi tenê ye, di heman demê da berpirsiyarîya çavkanîya li ber destê wî, nivîskarê wê û xwendevanan giştikan jî li ser milên wî ye. Divê wergêr ruhê çavkaniyê heba neke û wî ruhî di zimanê wergerê da pêşkêş bike. Lewra çawa ku xwarina rijî tu çêjê nade mirovî, wergera rijî jî nayê xwendin. Gava wergêr kirasekî zimanê wergerê lê nekiribe, ew werger ji alîyê xwîneran ve nayê ferikandin. Dema bêje, biwêj û qalibên zimanê wergerê rast neyên bikaranîn, tiştekî ecêb derdikeve holê.
Ez di vê mijarê da dixwazim behsa hevalekî xwe ji we ra bikim. Mamostayê hevalê min (Mamosta Baqî, wergêrê pirtûka Bûbê Eserî: Barzan Digirî) di dema wergerê da ji komek mamosteyên hevalên xwe ra behsa bûyerekê kiribû ku di nava wan mamostayan da hin hebûn ku bi kurdî nizanîbûn. Di vegotina bûyerê ya bi kurdîya kurmancî da “çem miçiqî” derbas dibe, lê dike nake, vî tiştî nikare bi tirkî vebêje. Çi peyda dike, dilê wî lê rûnane. Ji ber ku di zimanan de hin peyv û bêje hene tenê bi wî zimanî xwedîmane ne. Mamostayê me heyirî dimîne, bê dê çi peyvê li şûna “çem miçiqî”yê bi kar bîne, tiştek nayê bîra wî. Heman peyvê bi kurdî bi kar tîne. Helbet yên ku bi kurdî nizanin jê dipirsin bê xwastiye çi bibêje. Mamosta dibêje min tu peyv di zimanê tirkî da peyda nekir ku bikare bi temamî berginda wê be û dilê min lê rûne. Wekî ku tê dîtin, divê wergêr bikare maneya “miçiqîna çêm” jî biafirîne.
Lalistan wekî ku wergêrê wê jî di pêşgotina wê da nivîsiye, ji du beşan pêk tê. Beşek jê helbestên helbestkar Metîn Aydinî yên ku di bin navê “Uryan”ê da hatibûn weşandin û di beşa duyem da jî “helbestên qewlkirî” cîh girtine.
Her çend helbestkar ev helbestên ha bi zimanê tirkî nivîsîbin jî hestên hemû helbestên xwe bi parzûnekî kurdewarî parzinandine, reşnivîsa zarokên lalistanî hûnandiye di tevna ristikên xwe da. Ew zarokên ku hîn di sêzdeh-çardehsaliya xwe da dibin barkêşên hemû qirêjiyên cîhanê. Berî simbêlberreşedayîbûna xwe di deryaya xembarîyê da xwedîyên hêvîyên qewî ne. Berî ku zaroktî û ciwantîya xwe bijîn... jixwe têra xwe mezin in. Lê xwedîyên evînên xurt û nepenî ne. Ger hewce be, ji şer re jî her dem amade ne ew sêwlekên şîrkuştî.
hey zalimê ku bêyom diheje li ser reha min a mirinê!
kerem bike de were
şer be şer... mirin be mirin!
bi şertê ku zewalê nebîne evîn
nebîne lalistana gulbîn.
Wergêrê hêja Mamoste Mistefa Aydoganî her peyv û bêjeyên di risteyên helbestan da bi baldarîyeka hêjayî pesindanê ve pîvane, teqilandine û ji nû ve kirasên kurdewarî bi ser bedena wan da berdane û bi kurdîyeka zelal û xwerû ew pêşkêşî kurmancîaxêvan kirine. Bi hestiyarîya nexşebendekî ew riste hemû peyv bi beyv neqişandine, rihê helbestê derxistiye holê û wekî diyarî ew radestî xwînerên xwe kirine.
Wergêr bi peyvên xwe yên “Ev dê eseh bibe destpêkek ji bo ku pênûsa wî êdî bi kurdîya kurmancî jî bilorîne û ew dê bi vê lorandinê ve hespê xwe li kurmancîgehê jî bi dilê xwe bibezîne.” peyamê dide helbestkarê me, da ji niha pê ve bi kurdîya kurmancî binivîse. Helbet, ev peyam ne bi tenê ji bo nivîskarê Lalistanê ye. Ez dibêjim qey Mistefa Aydoganê birêz di kesayetîya helbestkarê Lalistanê da vê peyamê ji me gelek kesan ra jî dişîne. Ango “Dîwaro ez ji te ra dibêjim, bûkê tu fêm bike.”
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.