Bedo Bal

Bedo Bal

Dewrêş û Çivîk

Dewrêş û Çivîk

Tê gotin ku Hezretî Silêman Pêxember bi zimanê hemû çivîkan dizanîbûye. Rojekê çivîkek birîndar hatiye ba Hezretî Silêman Pêxember û jê re gotiye ku ji alî dewrêşekî ve baskê wê hatiye şikandin. Li ser vê rewşê Silêman Pêxember fermanê dide ku dewrêş biînin hizûra wî. Fermanber diçin dewrêş peyde dikin û wî diînin. Hezretî Silêman Pêxember ji dewrêşî dipirse. Dibêje:

“Ev çivîk hatiye gilîyê te dike. Dibêje ku te baskê wê şikandiye. Te çima baskê wê şikand?”

Dewrêş parastina xwe dike, dibêje:

“Siltanê min. Ez merivekî nêçirvan im. Ez derketibûm nêçirê. Li nav daristanê ez rastî vê çivîkê hatim. Min xwest ku ez wê bigirim. Di serî de nereviya. Çûm heta ba wê jî cardî nereviya. Min jî xwe bi ser wê de avêt ku ez wê bigrim. Hindik mabû ku ez wê bigirim hingê ji nişka ve li ber xwe da, reviya û baskê wê şikest.”

Li ser bersiva dewrêşî Hezretî Silêman ji çivîkê re dibêje:

“Li gor tiştê ku dibêje ev meriv ne neheq e. Dema te ew dîtiye tu nereviyayî. Tu ji bo çi nefiriyayî? Ew bi konetî bi te re tevnegeriyaye. Te dikarîbû xwe parastibûna. Niha jî tu hatiyî dibêjî ‘per û baskên min hatine şikandin.’ û tu gilîyê vî kesî dikî.”

Çivîk dibêje:

“Mîrê min, hûn rast dibêjin. Dema meriv rewşek xetere dibîne meriv xwe diparêze. Ji ber ku min ev nêçirvan di dirbê dewrêşekî de dît min tu gûman jê nekirin û ez ji ber wî nereviyam. Heke di dirbê nêçirvanekî de bûya jixwe ez dê di wê kêlîyê de revîyabûma. Min got ji merivekî dewrêş tu xisar nagihîje min. Ez fikirîm ku dê bi wî dewrêşî re tirsa Xwedayê wî hebe û dê tu xerabiyan bi min neke. Loma ez ji ber wî nereviyam.”

Hezretî Silêman parastina çivîkê di cîh de dibîne û fermanê dide:

“Ev çivîk mafdar e. Heman hûn jî pîyê vî dewrêşî bişikînin!”

Hingê çivîk dipeke û dibêje:

“Mîrê min, nebî ku hûn tiştekî wisa bi vî kesî bidin kirin!”

Hezretî Silêman ji çivîkê re dibêje:

“Ji bo çi tu wisa dibêjî?”

Çivîk, sedema xwesteka xwe weha rave dike, dibêje:

“Siltanê min, heke hûn niha pîyê vî dewrêşî bişikînin, dema baş bibe dê dîsa heman tiştan bike. Ya qenc ew e ku hûn vî qapûtê dewrêşîyê jê bikin. Jê bikin ku ji niha û pê ve çivîkên mîna min belengaz pê nehên xapandin.”

Îro li derdora me jî gurên di dirbê mîhan de weke nêçirvanên di dirbê dewrêşan de pir pir bûne. Ma ku em jî bikaribin di gurên di dilqê mîhan û nêçirvanên di dirbê dewrêşan de derbixin û em bi fen û fûtên wan nehên xapandin.


Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Bedo Bal Arşivi