Birîna bêderman-Filistîn
Li gundekî dîkê malê wenda dibe. Malî xeberê didin mezinê malê. Jê re dibêjin:
“Yabo, dîke me wenda bûye.”
Bavê wan ji wan re dibêje:
“Biçin, wî dîkî peyde bikin û biînin.”
Malî dibêjin: “De tiştek nabe. Ma qey dîkekî me wenda bûbe dê çi bibe. Vaye çend dîkên me yên dî hene.”
Demek derbas dibe, berxê malê dihê dizîn. Malî careka dî xeberê didin bavê xwe. Jê re dibêjin:
“Yabo, berxê me hatiye dizîn.”
Bavê wan, bersiva xwe ya berêdubare dikeûji wan re dibêje:
“Herin dîkê wenda peyda bikin û biînin.”
Malî ji hev re dibêjin:
“Em ji bavê xwe re dibêjin ‘berxê me hatiye dizîn’ ew ji me re dibêje ‘herin dîkê xwe yê wenda peyde bikin’. De qey bavê me ne bi hişê xwe ye.” Piştî demekê dor dihê ser mîha malê, gayê malêû hespê wan jî. Her ku xeberê didin bavê xwe, ew ji wan re ducare dike ûdibêje “Herin dîkê wenda bibînin û biînin.”
Talî malîbiryarê didin û jê re dibêjin:
“Yabo, em dibêjin ‘gayê me, hespê me hatine dizîn’, tu ji me re dibêjî‘herin bi pey dîkê xwe kevin’. Ev tu bi hişê xwe yî an na?”
Bavê wan ji wan re dibêje:
“Ger hûn bi pey wîdîkî ketibûna ev sewalên we yên dîdênehatibûna dizîn.”
Rast e. Carekê heramxuran delavê wan qam kiribûn. Nihêrîbûn ku pertav ji wan çênabe, wan jîher carê sewalekî malê yî mezintirdizîbûn ûji xwe re biribûn.
Ev heşt heyv qedîyan, ku leşkerên Îsraîlêdest bi êrîşa xwe ya li ser Xezayê kirine. Bi destê leşkerên Îsraîlê heta îro nêzîkî çil hezar kesên belengaz jiyana xwe ji dest dane û derdora heştê hezar kesî jî birîndar bûne. Ne xanîyên wan mane, ne cîh û ne war. Ne xwarin heye ku bixwin ne vexwarin. Li ber çavên mirovahîyê giştikî komkujîyek pêk dihêû dewletên dinyayê yî ku ji xwe re dibêjin em mirov in, qaşo xwedî edalet in û em mafên mirovan diparêzin vê komkujîyê bi awayekî zindîtenê temaşe dikin.
Peymana Cenewreyê yî ku di 06.07.1906an de ya bi navê ‘Di şeran de tedawîkirina nexweş û birîndaran’ hatiye îmzekirin jîû biryarên Dîwana Dadê ya Laheyê jî xuya dike ku nikarin ber li hovîtîyên artêşa Îsraîlêbigirin. Ev peyman û qanûnên heyî, tenê li ser kaxezan nivîsandîdimînin. Heta îro di tu şer û pevçûnan de alîgirên alozîyan ew peymanên navneteweyîweke Îsraîlêbinpê nekirine ûêrîşînexweşxane, birîndarû ambûlansan nekirine. Leşkerên Îsraîlêli ber kamerayên televîzyonên cîhanê giştikan li Refahê di Wargeha Penaberên ku filistînîyan ji xwe re kirine sitare daêrîşên xwe yên hovane berdewam dikin, qesta jiyana xebatkarên tendurustiyê, birîndar û nexweşan dikin.
Ev çi wehşet e û ev dewleta Îsraîlê vê cesaretê ji ku werdigire?
Helbet ger em baş lê binihêrin dewleta Îsraîlê jî mîna dizên ku dîk, berx û gayê malê dizîbûn ew cesaret ji bêdengîya dewletên misilmanan bixwe wergirtine. Di van çend salên dawî de dema ku artêşa sîyonîstan dest bi kuştina zarok û jinên filîstînî kirin tu kesî dengê xwe dernexist. Dema çûn girtin ser Mizgefta Qudûsê yî ku mîna Kabeyê ji temamê misilmanan re pîroz dihê hesibandin û di ser nimêjê de mirovên bêguneh kuştin jîdengê tu kesî derneket. Ê helbet di wê navê de rayedarên Îsraîlê delavên wan dewletên misilmanan ji xwe re qam dikirin. Her ku çû asta kuştin û qetlîamên xwe ber bi jor de hildan. Bêdengîû bêbertekîya dinyayê jîfilistînî anîn vê heyamê. Helbet rewşa temaşegeriya sazîyên weke Neteweyên Yekbûyî jî tiştekî din e.
Em sazîyên navneteweyî li hêlekê bihêlin ûli welatên ku qaşo ji xwe re dibêjin ‘em misilman in’ mêze bikin. Em binihêrin, bê kîjan dewletên ku ji xwe re dibêjin em misilman in heta îro çi bertek nîşan dane. Ji hin daxuyanîû mîtîngan wêdetir çi dihên bîra me? Ha welehî em dikarin bibêjin ku hin komikan, di xwepêşandanan da di bin navê protestoyênberhemên dezgehên cihû da, çûn şûşeyên kolayên wan bi pereyên xwe kirîn û anîn li ber kamerayên televîzyonan rijandin. Îranê jîdi êvara 14ê Nîsanê daweke ku bibêje ‘bila Îsraîl li xwe miqate be’ giştika dinyayê pê hesand ku waye çend heb dronên bombebarkirî dişîne bi ser Îsraîlê ve. Di pey çend saetan re dema ew dron gihîştibûn Îsraîlê jî bêyî ku bikaribin xisarekê bigihînin dewleta Îsraîlêyek bi yek ew dron li hewayê hatibûn îmhakirin. Heke ku dewleta Îranê ewqasî ji dil û can tevdigeriya ûdi tevgera xwe da samîmî bûna, ma qey di destê wan de çekên ji wan dronan girantirû bi bandortir tune bûn? Helbet hebûn. Lê eşkere ye ku meqseda wan ne xisardayîna Îsraîlê ye. Tenê ji rexneyên raya giştî ya ku dihatin kirin, yên weke ‘Çima dewleta Îranêli hember van kiryarên Îsraîlî yên hovane bêdeng dimîne?’re kirasekî ku nikaribe wan ji eyb û arên wan bisitirîne bi bedena xwe dadikirin.
Na ezbenî na! Tenêdixwazin ku me bixapînin û hêvîyeke pûçû vala bidin belengazên filistînî. De ka bila girse xwe bikin yek û biçin ber derîyên fabrîka û dezgehên Îsraîlêûhilberîna fabrîkayên wan bidin rawestandin. An bila ji kamyonên wan yên ragihandinê re astengiyan derxinû lojîstîka berhemên dezgehên wan nîjadperestan bidin rawestandin. Bila biçin ber derîyên şîrketên ku bi vê dewleta qatîl re bazirganîyê dikin û keştîyên wan her cûre pêdivîyên Îsraîlê tidarek dikin û bila wan protesto bikin. An jîdi heman rojê de, li tevdeyêdinyayêbila weke rêwîyan li balefirên wê dewletê siwar bibinû bi çalakîyên bêîteatîya sîvîlnehêlin ku balafirên vê dewletê bifirin. Heke ku tiştekî weha çêbibe, berê berê dê bihê dîtin, ku çiqas polîs û cendirmeyên dewletên misilmanan hebin dê xwe ji wan dezgehên Îsraîlê re bikin mertal û dê nehêlin ku tu xisar bigihîje wan dezgehan. Lêbelê dema heman rayedarên van dewletên misilmanan derdikevin televîzyonan rewtan li avê dixin ûdizanin bibêjin “Doza filistînîyan ya me ye. Xeza ne bêxwedî ye.” Divê meriv ne li peyvên wan rayedaran binihêre li kiryarên wan mêze bike. Dema meriv rûreşîyên wan jî bibîne divê mirov bibêje: “Debicehimin û wê de biçin! Derewkarên bêfedî!”
Dema meriv li Tirkiyeyê, rojeva rayedarên dewletêû raya giştî temaşe dike jixwe meriv ecêbmayî dimîne. Rojeva Tirkîyê,bêrêtîyên aborî yên şaredarîyên ku dest guhertine,cezekirina sîyasetmedar ûşaredarên ku di hilbijartinan de serkeftî bûne, ji nû ve peywirdarkirina qeyûman, kirîna erebeyên dîyanetê, rêlibergirtinên tasarûfî,guhertina mifredatên perwerdehîyê, mulaqatên ji bo mamosta û karmendên ku dêdi sazî û dezgehên dewletê de bihên peywirdarkirin, serkeftîyên futbolê, rewşa malnişînan e. Dinya xera bûye, ava bûye, filîstînî hatine kuştin ne li ser bala tu kesan e.
Weke ku Pêxamber Hz Muhamedî di hedîseka xwe da gotîye: “Kesê ku li hember zulmê bêdeng bimîne şeytanê bêziman e.” divê li dijî her cûre zilm û zorê kesên xwedîwîjdan, xwedî xîret û xwedî bawerî heman bertekan nîşan bidin. Weke ku dihê dîtin diz û bertîlxurên ku ji êl û rêxistinên hinekan bin dengê wan dernakeveû heman kes û derdor li dijî zilm û zordarîyê jî dikevin heman qalibî. Weleh diz diz e, dizî jî dizî ye. Zilm, zilm e û zordarî jî zordarî ye. Divê ne li gor berjewendîyên xwe yên aborî û sîyaseta rojanemirov tevbigerin. Jixwe heke li gor wan menfeetên xwe yên rojane mirov bertekan nîşan bide an bêdeng bimîne dihê wê maneyê ku kirasê mirovahîyêjî li bedena wan kesan nabe.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.