Eyb e eyb

Bedo Bal

Tê gotin ku du bira hebûne. Yek ji wan birayan derewkarekî bi nav û deng bûye. Helbet derewkarê me di karê xwe de têra xwe jîr û jêhatî bûye. Derewên xwe dixîne qalibekî wisa ku her kes bêyî tu gûmanan jê bike pê bawer bibe. Birayê din jî qet ji rastiyê pê ve tiştekî napeyîve. Lê di şevbuhêrkan de her tim yê derewkar di quncika serê civatê de, li tenîşta mezin û maqûlan rûdinê yê rastgo jî di nav şekalan de ji xwe re cîhekî peyda dike. Rojekê rastgoyê me difikire û ji xwe re dibêje hela ez jî derewekê bikim dibe ku civat qiymet û rûmetekê bide min jî. Civat geriyaye her kes tiştekî dibêje. Rastgoyê me jî ji nişka ve dibêje:

“Îro dengê cewrikê kûçikan ji asîmanan hat min.”

Civat tev li rastgoyê me dinêre û bi yekdengî jê re dibêjin:

“Ev çi derew bû?”

Birayê mezin mêze dike ku birayê wî ket rewşeka xerab. Divê bi zanetî û jîrekiya xwe wî ji wê rewşê xelas bike. Ji civatê re dibêje:

“Çima hûn bawer nakin? Ez bawer im ku balindeyekî weke eylo (qertel) an jî başokeyekî ew cewrikê kûçikê bi lepûşkên xwe girtibe û ber bi asîmanan de firiyabe. Ew cewrik jî wê reyiya be.”

Kesên di civatê de tev dibêjin “Hema weleh rast dibêje”.

Di rêya malê de birayê derewkar şîretê li yê rastgo dike. Heger wê derewekê bike divê bizanibe lihev bîne, an na careke din tiştekî wisa neke.

Di derheqê derewan de dosteki hêja Mihemed Emînê Xursî di suhbetekê de ji me re behsa xwe û bavê xwe kir. Got, birayê min î biçûk li Qibrisê leşker bû. Helbet wê deme ev telefonên destan ku îro bûnê pêlîstokên zarokan tûne bûn. Telefonên malan jî hîn kêm bûn. Birayê min rojekê telefonî kargeha ku li Edeneyê ez lê dixebitîm kiribû. Êvarê ez çûm malê min ji maliyan re got ku birayê min telefonî min kiriye, baş e û silavan li wan dike.

Bavê min di bin çavan re li min nihêrî û got:

“Mihemed Emîn tu bûyî bavê çend zarokan, tu hê jî fedî nakî tu van derewan dikî?”

Min fam kir ku bavê min bi ber mijarê neketiye. Min careka dî dubare kir ku kurê wî silav lê kirine. Lê wî careka din got:

“Eyb e eyb. Tu li ber xwe nakevî. Ma Qibris ne di nav behrê de ye? Ka kê di binê wê deryayê re ji te û birayê te re têlên telefonê raxistine?” Û bi hêrs derket çû odeya xwe. Her çiqasî me xwest ku em jê re rave bikin jî wî li me guhdarî nekir.

Careke din ji bo nexweşiya wî min ew biribû nexweşxaneyê. Em ketin hundurê nexweşxaneyê, me li cihê doktorê xwe pirsî. Ji me re gotin ku doktorê me li qatê şeşemîn e. Ez ketim milê bavê xwe û min ew xist asansore. Di demek kurt de em gihîştibûn qatê şeşemîn. Em ji asansore derketin û çûn devê deriyê doktorê xwe. Bavê min ji ber cara yekem ketibû asansorê nezanibû ku em derketine jor. Ji min pirsî:

“Ma ne ji me re gotin ku em ê şeş qatan derkevin. Te em anîn ber vî derîyî ji bona çi?”

Min jê re got:

“Bavo em hatin qatê şeşan. Ma ne em bi asansorê derketin.”

Bavê min careka dî got:

“Kuro tu nabî zilam. Bes derewan bike lawo. Weleh tu şerm nakî.”

Min lê nihêrî ku em ê bihetikin. Min qeyda bavê xwe li bal sekreterê çêkir. Ez lê hay bûm ku bavê min ne li cihê xwe ye. Hê we re min dît ku bavê min li ber şibakeyê ye û li jêrî dinihêre. Hat li cihê xwe rûnişt û nema behsa tiştekî din kir. Me karê xwe qedand û em çûn malê. Bavê min di rê de ji min re got:

“Mihemed Emîn birayê te ji Qibrisê telefonî te kiribû qe birayê te çawa bû lawo?”

Rastî û derew du têgehên dijberê hev in. Pergala hemî ol, bawerî, bîrdozî û felsefeyan li ser rastiyê hatine avakirin. Derew û derewkarî jî her tim hatine şermezarkirin û naletkirin. Bi tu derewkaran bîr û bawerî nehatiye anîn û di civakê de jî tu wextan nebûne xwedîrûmet.

Lê dema ji me bête pirsîn ku rewşa civaka me ya îro eceb çawa ye? Derew/derewkarî di civakê de bi çi awayî ji xwe re cih dibînin? Ez bawer dikim ku em ê tu bersivên erênî nekaribin bidin. Rengê xetên rasteqînî û derewkariyê yên reş û sipî îro tevlîhev bûne. Veguherîne bûne renggewre. Nema rengên van herdû têgehan ji hev tên veqetandin.

Li bazarê, di kirîn û firotinê de meriv nema dikare baweriyê bi tu kesî bîne. Ji bona kiryar û firoşer karibin hevdû bixapînin her sondê dikarin bixwin. Civak û malbat jî bi vê nebaşiyê re her tim rûbirû ne. Tew siyaset û siyasetmedar nayên gotin. Di vî warî de yên herî pêşketî ew in. Tiştekî ku rojekê gewr be roşa dî ji wan re reş e. Yên ku doh her cûre nalet li wan barandiye îro dostê wan e. Baş dibe xerab, xerab ji wan re dibe dostê bav û kalan.

Bûye ku dengê kê pir derkeve ew dibe rastgo. Kî kanibe zêde bike qarewar ew dibe mafdar.

Em ê kanibin çi bikin? Divê weke kesayet, mirov û oldaran tiştên em bibihîsin di parzûnkê mêjiyê xwe re biparzinînin. Bê çi rastî ye û çi derew û bêbextî divê em bibînin û li gorî wê yekê em helwesta xwe zelal bikin. An ku weke bavê Mihemed Emîn di şibakeyê re li derve mêze bikin, ger rast be em pê baweriya xwe bînin. Heke ku ne rastî be em ji tu rûreşan re nelîlînin, nebin hevparê eyb û ar û gunehên wan. Û divê mirov ji wan re kanibe bibêje:

“Eyb e eyb. Hûn qet li ber xwe nakevin.”

Yorum Yap
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Yorumlar (5)
Yükleniyor ...
Yükleme hatalı.