Simirmir û kulî

Bedo Bal

Mezinên me di şevbuhêrkên zivistanê yî domdirêj de her tim serboriyên xwe ji me re vedigotin. Mijarên sereke yên wan vegotinan jî serboriyên wan yên salên xelayê û birçîbûna wan bûn. Helbet me jî ji wan dipirsî bê çima xela û birçîbûnî hebûye û çima xwarin tunebûye. De ka hela em guhdarî li vegotinên yekî ji wan bikin.

“Me ji xwe re çandinî dikirin. Ne ku me li ber xwe nedida. Me çandinîya erd û rezên xwe bi cotê gayan an jî bi yê qantiran dikir. Ne barê herkesî bû ku kanîbûna cotek ga xwedîbikira ha. Yên xwedî cotê gayan dewlemend dihatin hesibandin. Çima ku di wan salên zivistanê yî domdirêj de ka, rêsî û cehê ku wan sewalan bixwara barekî giran bû ji me re. Ma qey kadînan têra wan dikir? Ji ber vê yekê jî her kes ne cotkarî bû.

Çandiniyên me digihîştin. Di dawiya biharê de jî diseridîn. Hindik dima ji çinîn û bênderên me re û kulîyan bi ser me de digirtin. Kulî bobelatek mezin bû ji me re. Gava ku em dibêjin kulî ew kulîkên ku niha hûn bi wan dizanin bila neyên bîra we ha. Her yek ji wan bi qasî hechecîkekê bû. Binê baskên hin ji wan kuliyan sor û pişta wan jî kesk bû. Ji wan re kuliyê sor dihate gotin û cûreyekî kulî yê din jî kuliyê zer bû. Jî welatên dûr lê her tim jî ji alî quble ve dihatin ew kulî. Dihate gotin ku ji binxetê dihatin. Ji welatên ereban di ser Sûrî re derbas dibûn û dihatin. Kulî dema dihat ne bi heban û sed heban bi milyonan dihatin. Ne tenê mîna lehîyê ku bes li ser rûwê erdê re biherike weke bagerê bi hewayê re jî difiriyan û hatin. Dema kulî dihatin mîna ewrekî reş û tarî bi ser me de digirtin. Kulî him dipekiyan, him di ser hev re diqevizîn, dimeşiyan û bi piranî jî difiriyan.

Wexta diketin nav erd û zeviyan qîrçeqîrça dev û diranê wan weke xumîn û nalînekê ji dûr ve dihate bihîstin. Lehiya kulîyan gava ji serê erdê me dest bi xwarina çandiniyên me bikira dema di seriyê erd yê din re derdiketin tu tiştek li pey xwe nedihiştin. Te digot qey ew çandinî bi das û qalûçikan hatiye çinîn. Dar û berên ku ketibûna ber wan pel û ber bi wan ve nediman. Darên hişk î rût li pey xwe dihiştin. Bi vî awayî qûtê me yê wê salê giştik dixwarin. Ne tenê qûtê me çêre ji pez û sewalên dî jî re nedihiştin û koça xwe berdewam dikirin. Gava ku têr dixwarin jî bi çîqalê çîmên xwe ew tayê simbêlkên xwe yî ziravik paqij dikirin, mîna ku bibêjin “We dît ku min çi bi we kir?”

Ma me dikaribû çi bikira? Me li serê erdên xwe koncal dikolan. Gava dihatin bi şaxên darê mazî, bi bêr û melhêban me jî ew dikuştin. Koncalên me tije kuliyên mirî dibûn lê me ber li ber bi sedhezaran, bi milyonan kuliyên dî nekanîbû bigirta. Em şûtîrût dihiştin û diçûn. Ji sedî ne yek bûn jî yên ku me ew dikuştin. Ha dewletê jî li hember kulî şerekî mezin dida. Gava ku kulî dihat ji karmendên zerîetê bigire heta bi leşkeran giştikan di nava wî şerî de cîhê xwe digirtin. Min nedîtiye lê dihate gotin ku li seranserê sînorê di navbera me û binxetê de bi sacê çînkoyî çeper jî hatibûne çêkirin. Lê ji kuliyên ku difiriyan re ma qey wê ew teneke bibûna asteng? Helbet cardî di ser wan re diqevizîn derbas dibûn û dihatin. Tiştekî dî yê ku dihate gotin jî ew bû ku hikûmeta tirkî gef li hikûmetên wan dewletên ku kulî di welatê wan re derbas dibûn û dihatin nav me xwarine ku ew jî li hember kulî şer bikin û nehêlin derbasî nav me bibe. Lê ji kulî re ne dewlet hebûn nehikûmet û ne sînor. Ne tirs dizanibû û ne xof. Tenê wî dizanibû ku bimeşe, bifire û bixwe. An ku tune bike û me jî birçî bihêle.

Qumil jî ji aliyekî ve ceh û genimên me dixwarin lê ilehim kulî. Ez ê tiştekî ku ez bûme şahid jî ji we re vebêjim. Di pişta rezê me de guherek heye. Rojekê dengê xumînekê jê dihat. Min jî dev ji kar û barê xwe berda û ez ber bi wê guherê de hilkişiyam. Ez hilkişiyam hema ez çi bibînim. Refek teyrên simirmir û beşek kulî ketine ber hev. Simirmir bi qêrîn û wîzînê êrîşî kuliyan dikin wan bi nikulên xwe dikujin, birîndar dikin û cardî ber bi jor de bilind dibin û êrîşa xwe berdewam dikin. Lê kulî jî nedisekinîn wan jî derfet ji wan bigirta bi devê xwe çîqalê simirmiran digirtin û bernedidan. Dema yekî ji wan simirmir girtibûna yên li derdorê heman lê kom dibûn û ew dikuştin. Bi dehan termê simirmiran li erdê rast bûbûn. Ji ecêba ku min dîtibû ez behitîbûm û min li wan temaşe dikir. Heta êvarê wî şerê wan dom kir. Dîtira rojê careke din ez çûm wê deverê lê tenê bi dehan meytên wan teyrên simirmiran û bi hezaran yên kuliyan li dewsa şerê wan mabûn. Kulîyên mayî rêwîtiya xwe berdewam kiribûn.”

Yorum Yap
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Yorumlar (4)
Yükleniyor ...
Yükleme hatalı.