Her çiqas téré neke jî di waré wéje û weşané de kurdî li gorî demén beré îro gihîştiye asteke girîng. Gelek romanûs, helbestkar û lékolînerén kurd bi kedeke giranbuha gelek berhemén héja afirandine. Îro meriv dikane bi hésanî gelek pirtûkén weke roman, helbest, çîrok, ferhengén kurdî bidest bixe. Li ser dîrok û çanda kurdî gelek pirtûk û kovaran peyda bike. Di héla weşangeriyé de jî ger bi zehmetî li ser piyan bimînin jî hebûna bi dehan weşanxaneyén kurdî meriv kéfxweş dikin. Ji bona péşerojé jî mirov dikane bibe xwedî héviyén qewîn. Her çiqas ev rewşa erénî hebe jî nivîskar û saziyén weşangeriyé yén kurdî di qonaxeke zexm re derbas dibin. Di nav van şert û mercén qeyrana aborî yén ku jiyana civaké serûbin kiriye de bi awayekî berhem bétinn weşandin jî téra xwe nayén xwendin û nayén firotin.
Helbet ji bona ku di vî warî de ev pergal li ser piyan bimîne helbet kirîn û firotina pirtûk û kovarén kurdî mijarek girîng e. Lé belé pirsgiréka mezintir ew e ku xwendin û nivîsîna kurdî li aliyekî édî em téra xwe bi kurdî jî nema dipeyîvin. Zimanekî ku mirov pé nepeyive dé çiqasî berhemén wî yén çandî û wéjeyî béne firotin?
“Ez kurdî fam dikim lé ez nikanim pé xeber bidim.” Vé hevoké em ji gelek ciwanan dibihîsin. Çima ku di zarotiya xwe de zimané xwe yî zikmakî di nav malbata xwe de hîn nebûne. Ji délava zimané xwe zimané weke tirkî û erebî fér bûne. Rayedarén ku dixwazin kurdî bi temamî ji holé rabe jixwe hey û hey dibéjin kurdî ne zimanekî perwerdehiyé ye. Bi awayekî akademîk xwendin û nivîsîn pé nabe, tené ew tiştekî folklorîk e. Xuyaye ku vé tezé bandora xwe li ser gelek kurdén me jî kiriye. Ev rastî ne tené li bakur li rojava jî derdikeve péşberî me. Beriya bi çend mehan xwepéşandan û çalakiyén koçberén ku ji rojava derbasî başûr bûne me dîtin û em matmayî hiştin. Dé û bavén koçberén rojavayî li hember perwerdehiya bi zimané kurdî çalakî dikirin û digotin bila bi erebî zarokén wan bén perwerdekirin. Çima ku zimané kurdî ne weke zimanekî perwerdehiyé ditîtin. Çi heyf e ku hin partiyén qaşo kurd jî péşengiya vé kampanyayé dikirin.
Çi îronî ye ku me navé zarokén xwe kir Hogir, Artéş û Çiya. Di partî û komeleyan de jî em tekoşîna perwerdehiya zimané xwe yé zikmakî didin. Lé em bi zarokén xwe re bi kurdi naşitexilin. Zimané hunduré mala me an bûye tirkî û an jî erebî. Ma qey ku gunehek hebe yén wan ciwanén ku dibéjîn “Anlıyorum ama konuşamıyorum.” An ku “Ez kurdî fam dikim lé ez nikanim pé xeber bidim.”
Kes nikane bibéje ku li derve di sazî û dezgehén fermî de astengî li ber zimané kurdî tune ne. Lé ez ne bawer im ku di hunduré malén me de jî ew astengî hebin da ku em bi zimané xwe nikanibin bipeyîvin. Helbet zarok bi réya weke televîzyon, amûrén ragihandin û teknolojiyé jixwe férî zimané serdest dibin. Qe nebe divé di hunduré malén me de beré beré dé û bav kurdîaxév bin. Gava dé û bav vé rébazé di jiyana malén xwe de tekûz bimeşînin zarok jî wé bi zimané xwe yî zikmakî xweş qise bikin.
Îro weke serkeftiyeké ger di heftiyé tené du saet bin jî derfeta ku zarokén me li dibistanan di dersén xwe yén bijarte de hînî zimané xwe bibin heye. Di seré sala perwerdehiyé ya îsal de bi piştgiriya gelek sazî û réxistinan ji bona ku dé û bav li dibistanén fermî ji zarokén xwe re dersa kurdî hilbijérin kampanyayek jî hate lidarxistin û hin encamén ku hévîyé bidin mirov jî derketin holé. Lé cardî mijar bi hunduré malé ve girédayî dimîne. Ger bi xerberdana di hunduré li malé de me bingeha wî zimanî bi hîmén xurt danîbe li dibistané jî zarok férî xwendin û nivîsîna zimané xwe bibin wé ev xebat watedar bin. Çi digotin péşiyén me, ma ne digotin “Mal mekteb e.”
Bi zimanén xwe divé em bipeyîvin. Helbet di encamé de berhemén kurdî jî dé kanibin bétin xwendin û kirîn û firotina wan berhemén héja jî pékan be.