STÊRKA BANGA SİBEHÊ

ÇARHEVÎ

Stêrka banga sibehê bû

Ez di kolana we ra derbas bûm

Ronahîyê şev ditefand

Giranîyê xwe berdida laşê min

Ruhê min ji bedena min diqetîya

Bi çûneka bêveger

Asman bi ser min da dikulmişî

Çira westîyabûn

Diçûn û dihatin

Quncikan xwe ji min vedişartin

Dîwarê mala we kesk bû sor bûye

Kevir madên wan ne xweş in zer bûne

Her tişt ji min xeyidîye wekî te

Ez xwe li vê derê dihêlim û diçim

Bi guman im ku bêhna te jî bi xwe ra bibim

Te hêvîyên min ji min stendin

û avêtin deryayeka bêbinî

Difetisî paşeroja min

Dibim qatilê bedena xwe

Parçe parçe dibim wekî

pîyaleya ji destê te ketî

Di nava cîncokan ra diherike

xwîna min

Di nava cîncokan ra diherike xwîna min

Li enîya xwe bixe ez qurban im....?

Yorum Yap
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Yorumlar (1)
Yükleniyor ...
Yükleme hatalı.