TİRBA LÊVÊN TE

ÇARHEVÎ

Dema mirin nêzîk dîbû, tu

dihatî bîra min

Ez ditirsim di bedewbûna te

ya behiştî da

Raweste dilê min

Û ji bedenê bifûre gîyanê min

Dûr neçe ez dicemidim

Bi hejandina te ra dilerize

wekî kirasê te hundirê min

Ji kela dilê te yê germ

Ji çavên te yên dojehî

Di dilopeka kelandî da

meytekî qeşagirtî me ez

Di tirba lêvên xwe da veşêre

min lez

Bila bi bêhna te germ bibim ez....?

Yorum Yap
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Yorumlar (1)
Yükleniyor ...
Yükleme hatalı.