Dr. Delyadıl Karakaş Kılıç

Dr. Delyadıl Karakaş Kılıç

Pişkinîna Pençeşêra Pêsîrê

Pişkinîna Pençeşêra Pêsîrê

Di civaka me de, temenê teşhîsa pençeşêra (pençeşêr) pêsîrê li gorî civakên din pir derengtir e. Gelek sedemên vê yekê hene, lê li gorî zanistiya sedsala bîst û yekan, pençeşêra pêsîrê nexweşiyek dermankirinê ye. Loma dive hişyarîyên me li ser vî tiştî zêde be.

Pençeşêra pêsîrê di nava jinan de nexweşiya herî berbelav e û piştî pençeşêra pişikê wekî sedema mirina penceşêrê, di rêza duyemîn de ye. Civata Pençeşêrê ya Amerîkî texmîn dikin ku 290 hezar û 560 Amerîkî dê di sala 2022’an de li Dewletên Yekbûyî bi nexweşiya penceşêrê bikevin û 43 hezar û 780 kes dê ji ber nexweşiyê bimirin. Ev nexweşî ne tenê di nava jinan da tê dîtîn lê rêjeya van nexweşan ji sedî 90 zêdetir jin in. Di nava welatên me de jî pençeşêra pêsîrê roj bi roj zêde dibe û ji ber vê nexweşiyê her ku diçe zêdetîr jin û mêr dimirin.

Di nava zanyarîyên oncolojiyê de rêya parastinê çebûne, pençeşêrek heye ne eşkere ye, lê rêya farkîlîna pençeşêrê eşkere û xwiya ye. Ji bo ku mirin çênebe divê pişkinîn hebe. Ez ê îro qala pişkinînan ango kontrolê bikim.

Tîştên ewil û muhîm ev e ku; divê mirov pêsîrên xwe nas bikin û her meh xwe bi xwe muayene bikin. Ev muayene divê ji derdora pêsîran dest pê bike heya serê pêsîrê dewam bike. Di serê pêsîran da rengek cuda, di şiklên wî da tiştên xerîb heye an tune ye? Herdu pêsîr wekî hev in an hebek mezin û hebek jî biçûk e? Ev tişt muhîm in. Muayenekirinê da ne tenê pêsîr, divê muheqeq mirov bin çengê xwe jî muayene bike. Çimkî gava pençeşêra pêsîran çêdîbe piranî car cara yekem di bin çengê mirov de belav dibe.

Jinên ku emrên wa di navbera 18 û 25’an da bin, divê her meh xwe muayene bikin. Jinên ku di navbera 25 u 40 salî da bin, ew jî divê her meh xwe muayene bikin lê divê li gorî rîskên xwe biçin tiştên bêtir ango tiştên zêdetir bikin. Wek nimûne; ger di alîyê dîya wê da (dê-xwîşk-qîz, xaltî) pençeşêr hebe, ev kes divê 3 salan carek biçin ba doktorek û muayene bibin. Çimkî muayeneya xwe bi xwe dibe ku têr neke. Rîsk ne tenê ji alîyên malbatan de tên. Ger berê radyoterapi ditibin(ji bo nexweşîyek din) , berê di pêsîran da dîagnosîs a DCIS(ductal carsînoma în sîtu) an LCIS (lobulary carsînoma în sîtu) hebe ev jî risk e û divê ev mirov jî piştî 35 saliya xwe her sal biçin ba doktorek û bu ultrasonê muayene bibin. Di navbera van salan da ji bo teşhîsê MR jî tê bikaranîn. Lê MR ji bo tiştên ku di ultrason û muayeneye de weke şüphe hatibe kirin û gumanek hebe, wê çaxê ev rêbaz jî tê ceribandin. Di rûtîna pişkînan da MR tuneye.

Di jinên ku rîska wan a navînî ya çêbûna pençeşêra pêsîrê bi wan re heye, ceribandina mamografiyayê beriya 40 saliya wan tu feydeyê nîşan nedaye. Loma mamgorafi pîştî 40 saliyê tê kirin. Her 2 salan carek divê mamografî û ultrason bêne kirin. Ger ku nodulek bê dîtîn divê ji bo teşhîsa pençeşerê nexweşê bişînin ba doktorekî pispor. Teşhîsa pençeşêrê bê girtina nimûneyan çênabe, loma ji nodulan ji pesîrê an jî bin çenge mirov divê perçeyek bê girtin.

Ger ku sê caran li ser hev mamografî paqij derkeve, divê di 5 salan da carek ev tişt bê dubarekirin. Lê kîjan emir û temen be ferq nake, gava tiştek hat ber destê mirov teqes divê ew bê teşhîskirin.

Piştî 70 saliya xwe, nexweş ji bernameyên pişkinîna pençeşêra pêsîrê têne derxistin.

Her çiqas di tedawiya penceşêrê de qonaxên pir pêşketî hatine bidestxistin jî ya girîng tespîtkirina zû ya nexweşiyê ye.

(Çavkanî: National Comprehensive Cancer Network(NCCN) , National Cancer Institute(NIH)

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Dr. Delyadıl Karakaş Kılıç Arşivi