Çûyinek bêvegere mirin. Loma jî ya ku çêja wê dike mîna zilindarê, bêvegeriya wê bixwe ye.
Çûyinên bêveger heke bêwext be; bêtirîn diêşînê mirovan. LewMîrê Helbesta Kurdî, ew rêwitiya teyî ku agir bi dil û hinavê me xist; di demeke bêwext û awayeke bêbext de, bêyî xatirxwestinekê destpêkir.
Ji ber hindê koçbûyina te ya ji vê dinyê, bû pîzotek agirê ji qurmê êzingên dara berûyên gundê Çalê; ku mîna ji êtûneke Omeriyan ve pengizî be û hema wisa li ser dil û xunavên me hatibe mexelbûyîn; bênavber me hejand, êşand û cêgera me sotand.
Ma ne zû bû ezbenî?
Dibêjin; ”pahra miriyan jibîrkirine!”
Min negot amîn; tu qet nayê jibîr kirin.
Çava jibîr bikim ew wechê teyî rûkenî, gotinên teyî henûn! Ristê helbestên teyî xweşhûnayî, mirovhêz û çiyayî! Û her wiha; çîrok, vebêjî û hevbîstinên teyî ku weke hêkên di nava rûnê zeytûnî de raqeliyayî; tahmxweş î çêjdayî…
Dibêjin Arî helbestvanê serîhildana kurdan bû. Wî bi mêranî li himberî dijmin, bi pênûsa xwe şer dikir û dilê gelê kurd şa dikir. Ev “Şêrgele”yekî pênûsçekdar, şervanekî çiyayî, evîndarê welatê xwe û axperestekî rîkdar bû. Jiber wê hindê Arjenê hêja, rîstê helbestên xwe kiribûn tov û reşandibû nava axa Kurdîstanê:
“Di himbêza axê de; min çavên xwe vekir
Diya min ax, şîrê min ax, pêçeka min ax
kurmikek im ji betnê axê xwarina min ax
ax axê ax…bi ku ve biçim, li te vedigerim!”
Gelo wê çend kes weke “Mîrê helbesta kurdî” Arjen Arî, bibe nisîbê vî gelî ku ruyê wêjeya wan sipîboz kiribe? Mixabîn di rêwîtiya ebedî û di binaxkirina wî gorbehîştê hêja de; ku îroj di gorîstaneke “kêlkerr” û “li berguhên zirr-bajarekî” weke Amedê razayî ye; bê gel û bê deng( pir hindik) hate veşartin.
Lewre em deyndar û sûcdarên “Şervanê Çanda Kurdî” Arjen Arî bixwe ne ku me “tembî” ya wî paşguh kir; ji çiyayê wî “destberda” hişt. Heyra, ma ne ew Şa’îrê Çiyayî bixwe bû ku qaşo “tembîhiya’ xwe li me kiribû û wiha gotibû di helbesteke xweyî ristzêrin de:
“Yan li kendalê dil bikole
Yan jî li peren xewle-çiyayekî
Şerm e şa’îrek çiyayî dahêjin gornê
Li goristaneke kêl-kerr
Li berguhên zirr-bajarekî ”(2)
De heyrano! Şervanê wêjeya zimanê kurdayo! Şerzanê helbestnivîsa axperestvano! Ezê te qet ji bîrnekim.
Ji ber ku:
Ez bi helbestên te bûm hezkiriyên gund, navçe û bajarên welatê xwe;
Ez bi helbestên te sermest bûm ji hilma gul û nêrgizên welatê xwe;
Ez bi helbestên te bûm rêzdarên serok û mezinên welatê xwe;
Ez bi helbestên te bûm aşiqê çiyayên welatê xwe,
Û ez bi helbestên te bûm mînetdar, rûmetdar û deyndarê şervanên axa xwe;
Helbestvano! Bê nîqaş tu di navbeyna helbest û helbestkarên qilasîk û nûjen de pirek bû. Her çiqas ne tenê tû; Rojen Barnas û Berken Bereh jî nigên wê pirêbûn jî, te di berhemên xwe de bêtir ev bar hilgirtibû. Ji ber wê te vê peywîra xwe wiha anîbû zimên:
“Ez nûyek im, kevnenûyek im û di heman demê de pirek im dinav bera her dû hêlan, helbesta qlasîk û ya nûjen de!”
Heyrano !
Çar bajarên qedîm di helbestên cenabê te de, mîna kevirmifteyên di diwarê qoziyande hatibe danîn; wisa bi giranî cîh girtibûn:
Mahabad; Serhildan, dewletbûn û têkçûyin bû.
Helepçe; Xuşkên Hîroşîma û Nagazakî, komkujiya kîmyevî ya nûjen bû.
Dêrsîm; Bajarê berxwedêr, serhildêr û mişexteyîn bû.
Amed; Paytext û bajarê teyî rasteqîn bû.
Ezbenî! Xwezî min karibûya mîstek ji temenê xwe dîyarî te kiribûya; da ku te karên xweyî nîvcomayî qedandibûya. Tirsa te hat ber derî û mirinê got “merheba” ji nişkavê, di demeke bêwext û bi sêwazeke bêbext de. Neqediyan û sêwî man sê berhemên teyî giranbûha; “Rojnûska Serhildana Şêx”,“Homerosê Hemdem” û “Bîranînên Mînîmal”
Êdî ziman lal e. Dil bikule, pênûs hişk hibire! Piştî koçbûyina teyî bêxatirxwestin û bêveger; çêja helbestên sêwîmayî kal, tahl û zipîzuha di nava rûpelên berhemên te de; wisa stuxwarmayî rawestiyane.
Bibihîse lo, bibihîse ha! Qudûmşikestîne yekcar; dilêş in, rûtirş in û zorxemgîn in ehwalên xwînerên te.
Çibêjim li dûçûyina te ez gorî?! Min bibexşîne lo! Bibore mîrê şêhr’a serhildêr. Dikarim tenê biguhertinek biçûçik; di nava rîstên helbesteke te de biqedînim vê nivîsa ku bi pênûspoşmanî û liser kaxizxemgîniyekê de hatiye nivîsin;
“ Min hij te hez kir
Li dû her koçberiyê pirtir
Û gelektir ji xwe gelekî gelektir
Her ku mirina kevokan dihat tu jî dimir
Baz xayin diketin (Arjen’ê) min
Min (qet) hij ji mirina Te nekir!
Di 10’mîn salvegera koçbûyîna Mîrê Helbestê Arjen Arî de; bejna xwe li himber wî û hemû wejekarên Zimanê Kurdî yên ku koçî dinya dinê kirine ditewînim.