Govaniya çend serboriyên di mekanê min de !

Tu xwediyê makaneke li ser çar rêyekê be ku çûnehatinên wê qelebalix û ew kes jî bi taybet mirovên ciwan bin; tu dibe çavdêrekî zîrek û têgihiştî. Der heqê meş, silavdayîn, danûstendin, lîv û tevgerên wan de; digihêje encameke erenî an neyînî. Ew kesên nas û aşîna, piştî çendîn çûnûhatinan; pir û hindik fikr û ramanên xwe, nerîn û fitrata xwe didin der. Helbet mekanê te an kargeha te li ser çi be, ewçax bêtir ew hêla wan kesan xwe dide dest.

Çawa ku têt zanîn, li xwaringehê kesên birçî, li çayxane, cafe û nargîlexaneyan kesên vexwer wisa jî di pirtûkxaneyan de, kesên xwendekar an xwînêr peyda dibin. Ez bi xwe pirtûkfiroşekî biçûk li derdoreke wiha bi cîh bûme. Ewa sê sal e bi dan û sitendina pirtûkan û ve mijûl dibim. Qet ne poşman im. Sî salê min bi karê perwedehiyê re derbas bû. Bi hezaran şagirt, bi sedan welî û mamosteyan re, têkilî û dîyalogê min çêbûn. Belê, dem dema bi gelek êş û azar, kêf û xweşî, şad û bextewarîyan re jî, rû bi rû mam. Kemilim, westiyam, sitewiyam. Zanistî, zîrektî û têgihiştina min lûtkeya bilind dît. Nepoşman im. Bê şîk û guman, weke herkesî ez jî piştî malnişîniyê, tûşî fikara ka gelo dê bi çi meşguliyetê emrê xweyî mayî biqedînim de bûm. Wisa nebû. Beravijkî wê, bi saya vê pirtûkxaneyê; nuha di warê tenduristî, moral û motîvasyon û di hela derûniya min de, asayîş berkemal e. Bo çi? Ji sedî sed bo ku bi vî karî meşgûlim û ji bo mekanê min ev pirtûkxaneya ye. Çinkû niha bijîşkê min jî, derûnas û êşbira min jî, ev mekan e. Nûha nojdar, derûnas û êşbirên min; xwendevanên ciwan û pirtûkên cûr bi cûr in.

Bi awayeke hesan karim bînim ser zimên ku di vekirina ve mekana sê salan de; tiştên ku min dît, bihîst, guhdar û nîkaş kir; ne kemî wan sî saliyê ku min di kar û barê perwerdehiyê de bihurandibû. Ji kirîn û firotinê bêtir; ez bûm şahidê nêzikbûna li ser zimanê kurdî, ez bûm şahîdê nexwendin û neaxaftina bi zimanê zikmakî, bûm şahidê bêhaybûn û “çi min jê “ya ji nivîskar, weşanxane û berhemên kurdî. Bûm govanê tiştên seyr, bermeklûb û nerast. Bêşik ez nekêm carî bûm şahidê ewqas tiştên xweş, hêja û bihêvî jî.

Yek jê ew peyva “aqademîk” e ku hêna jî mala me xera dike û dibê sêdem û bahaneya revîna ji kurdîaxifiyê û kurdîxwendîtî yê! Ji çendîn kesan min ev gotin bihîst. Min di ber xwe da û ketim parastinê. Beyî dilmayîn û acizbûyînê min ji wan re got ku di axaftinê de lêgera aqademîk hewce nake jixwe. Belkî bêtirin di nivîsê de lazim e. Herwext min dubare dikir ku ji bilî nivîsê; di axaftina rojane de, sermîsal di mal, kargeh û bazarê de; bikaranîna bêje û hevokên rojane û axaftina kurdî ya bi heval û endamên malbatê re, kurdîya herî “aqademîk” e !

Ya dinê tehakûm û nerazîbûna malbatan, kend û kospên kirêt, qedexekirên ecêb e ( ebeveyn, dê û bav heta kal û pîrik jî tê de ) ya li ser keç û kurên wan î ku çima hewldane pirtûkên bi kurdî, wate bi zimanê xwe bikirin an bixwînin. Nebawerim ku li tu cihekî cîhanê, bertekên wisa biseyr, bêwatê û bişerm heye ku çima keç û kurên wan bi zimanê xweyî zikmakî dixwînin hatibe rêdan. Govanê sê heb ji wan kirinên hov û berzeq im ku bi gotin û bihîstina wan, tûşî xemgînîyeke bêbinî û şolî bibûm. Dudu ji wan ji mêj de bûn dihatin pirtûkxanê, xwendin û nivîsandina xweyî kurdî pêş xistibûn. Zor bextewar dibûm ku min ew keç û xort didîtin. Ne di heman mehê, belkî jî di heman salê de; her dû jî rastî tundiyeke tîr hatin ta ku hemû pirtûkên wan î bi kurdî, ji hêla dê an bavan de bên çirandin an şewitandin. Êşa herî ku min pir êşandibû, bihîstina şewitandina gelek berhemên bi qedr mîna dîwana Feqiyê Teyran, Serhildana Şêx Ubedulah Nehrî û pirtûka Simko Axayê Şikakî bû. Tiştê balkêş ewe ku li gelek welatên pêşketî, jiber nexwendina pirtûkan malbat zarokên xwe dibin cem derûnasan da ku vê noksaniyê çareser bikin. Ya sosret ew e ku hêna jî li welêt, hinek malbat weke Neronan, Moxolan an qomitanên artêşa Îslamîstan pirtûkan qedexe dikin û dişewitînin.

Ya sêyemîn û seyr ku di navbêyna min û keçeke ciwan de qewîmî bû jî, ev e. Rojekê ji sê keçên ciwan, dudi jê ketin hundir û li hinek pirtûkê kurdî pirsîn. Ya sêyemîn li ber şêmûga derî rawestiya û dil nekir ku gava xwe bavêje hundirê pirtûkxaneyê. Min wê vexwewand hundir lê nig navêt û wiha bersîv da min; “Bavên xwendina pirtûkên kurdî li min qedexe kirîye.” Min bi matmayî jê pirsî,”Paşnavê te çi ye gelo?” Got. “Parilti!” Careke dinê min jê pirsî. “Navê bavê te çi ye? Got. “ . . . . . Parilti “ Bi bişirîneke xemgîn min pirsa sêyemîn aresteyî wê kir. “Tu ji gundê Balfisê ye?” Got , “Erê!” Min hew xwe girt û jêre got, “ Silavan li bavê xwe bike û bibêje xwediyê falan pirtûkxaneyê dibêje. Kesên ji gundê we, ji xizm û merivên we jî belkî weke Ferat Cewerî, Ronî war, Abidîn Pariltî ew ziman bi me da nasîn û şêrinkirin îcar bavê te rabûye qedexe dike li te û malbata te !” Ew tê vê wateyê ku bandora xwepişaftin an oto asîmîlasyonê, çapa xwe firehtir kiriye ta ku gihaştibe mejiyê dê û bavan. Pergal benê pişaftinê ku li stuyê me hatibû alandin sist bike jî, em dev jixwe bernadin û avakirina qereqolên tirsê di hiş û eqlê xwe de didomînin.

Ya rastî herdem ez nebûme şahidê buyerên wisa neyînî, xeternak û malkambaxî. Çendîn car bi nasîna kesên hêvîdar; keç kurên biumud ku di pêşerojê de, dê pêşiya zimanê kurdî ronî bikin, ziman geş û pêş bixinîn jî hatim. Min dil heye ku vê nivîsê bi nasîn û sohbeteke kurt ku di navbeyna min û xwendevanekî evîndarê zimanê kurdî de qewimîbû û paşê hîn bibûm ku derûnasekî ciwane rû dabû, biqedînim.

Ewî di destpêka siharekê de, xwe avêt hundirê pirtûkxaneyê. Pêşî çend pirtûkên stûr û biqedr hilbijart û da alîyekî, paşê berê xwe da min û du sê pirsên bi seyr û nedîtî di warê wejêya kurdî ajot ber min. Têgihiştim ku ne mirovekî ji rêzê ye. Bi vexwarina qahwê re ji min pirsî, “Mamoste rewşa bazarê çito ye?” Weke ez li benda wê pirsê bûm min lê vegerand; “Bazar kesat e û kurd jî ji xwendina pirtûkên kurdî re bêdil û lawaz in.” Taliyê çi gilî û gazincên di hebanoka min de hebû min da der. Mizicî û wiha li min vegeriya, “Ezbenî piçekî dilfireh be! Divê em carînan ji xwe re bilirînin jî! Bala xwe bidê bê ji vê refê ta refên quncikê dinê; pirtûkên cûr bi cûr, kovarên rengîn ta Kitêba Pîroz ji hêla çendîn weşanxaneyan; digel bêdewletbûyîn, bêperebûn û girtin, mişexkirin û talanan jî; bi kedeke pîroz, watedar û rûmetî bê çawa berhem hatine çapkirin. Ev ne karê her miletî ye!.” Min ji gilî û gazincên xwe şerm kir. Heq dayê û bi dilxweşî qahweya duyemîn da ber wî!

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
4 Yorum