“ Biratî ”

“Biratî” têgehek mîna benîştên itaran wisa vezelokiye ku mirov kare bi her hêlî de rakişîne. Lê di rastiyê de, mahneyeke xweyî olî, însanî, vicdanî û ehleqî heyî. Di tevahiya olên semawî, baweriyên manewî û di zagonên navnetewî de wateyeke “birati” yê, ya rasteqîn û esasî heyî. Bêşik huquqê biratiyê, divê di her şert û mercî de derbasdar û di merîyetê de be. Hêjaye gotinê ku hêna jî “biratî”ya kurdan; ji bo tirk, ereb û eceman tê wateya xûlametî û koletî yê.

Îcar gelo biratiyeke bi çi şiklî watedar, manedar û derbasdar e?

Biratiya gelan, bi biratiya zimanan û tehemûlkirina wan mimkun e.

Biratiya gelan, bi hezmkirin û hurmet rêdana nasnameyan mimkun e.

Biratiya gelan, bi rêzgirtina çand, folklor û kelepûra cuda re mimkun e.

Hesûdî, bêtehamulî û çavnebarî dûrî nirxên biratiyê ne. Ev tenê nanokî û dijminahiya gelan sortir, gurtir û kurtir dike.

Baş e, em birane û pêkane ku navê bavê yekî/ê ji me Derwêş; yê/ya dinê Satilmiş be. Navê diya yekî/ê ji me Zana, ya/yê dinê Asana be. Yek ji me dirêj û yên dinê kinik; yek çavreş yên dinê çavşîn be. Zimanê yekî tirkî û yên dinê erebî, farisî û kurdî be.

Lê ya herî xerab ev e ku; yek maldar û desthilatdar e, yê dinê dilgirtî û bindest ê wan e.

Yek bi ziman, al û xwedî ax e; yê dinê zimangirtî, lal û bê cîh û war e.

Yek herwext mafdar e, bi çek, serbilind û şad e; yê dinê timî sûcdar e, bê çek belengaz û ne bextewar e.

Ha ji we re bibêjin, gelo kî cudahiyê dixe navbera zimanan û kî zimanekî dike zimanê fermî, pê serbilind dibe û yê dinê tune dihesibîne?

Ha ji were bibêjin, gelo kî erdnîgariyekê dike ya xwe û yên dinê kêmar dihesibîne?

Ha ji we re bibêjin, gelo kî nasnameya xwe dike serwer û yên dinê nahesibîne?

Ha ji were bibêjin, gelo kî destarê pişaftinê bi salane digerîne, bi durişmên yek al, yek, ziman û yek netewî tevdigere û yên dinê di nava xwe de dihelîne?

Biratiyeke ne rijî û pûç, biratiyeke jidil, adil, wekhev û li ser nirxên rasteqînî û her wiha li ser bingekek qewî bê teqûzkirin esas û payidar e.

Nuha ku qala biratiyê tê kirin; xurekek rijî ya bê çêj û be tahm tê bîra min.

Nuha ku qala biratiyê tê kirin; çavsorî, mafxwarî û belengazî tê bîra min.

Nuha ku qala biratiyê tê kirin; bêsamimiyetî, înkar, neheqî û desthilatdariya tirk, ereb û eceman tê bîra min.

Mebesta me ne gûrkirina dijminahiya kurd û gelên tirk, ereb û eceman e. Beravijkî wê huquqê biratiyê çî ye em weya tînin bîra wan daku kirinên xwe li ber çav derbas bikin, bi însaf û îzanê tevbigerin. Weke tê zanîn, li vê komarê bi salan e rom(yunan) dijmin, ermen xayin û kurd jî pênebawer in. Der heqqê her sê gelan de, bi sedan sixêf, biwêj û gotinên pêşiyên wan hatine kirin. Sermîsal fermo ji we re çênd heb gotinên bêyom ku devê qaqo “ bira”yên me hatine tomarkirin;

-Ji hirçan post, ji kurdan dost nabe!

-Eqlê kurdan ya di revê de yan jî di kenefê de tê bîra wan!

-Qereçi li saz dixe kurd dilîze!

-Xweda kurd afirandine ku çiya tenê û xalî nemînin!

-Ji kurda dernakevin ewliya, zinhar wan nexin tu awlûyan!

Tiştê sosret ew e ku tirk, ereb û ecem ne bes; îcar hinek gelên ku belkî di xewnên şevan de jî kurd nedîtine, bi wan re nejiyane lê bi qerf û tinazî paşgotinî û henekên xwe bi kurdan kirine.

Li heremek bahra reş ku tevahiya gelên wê gurcî, laz û ji xemşîniyan pêk dihat, min li dibîstanekê mamostetî dikir û rojekê pirseke wiha ji şagirtên xwe re kir; “ Kî kare çar heb kevneşopiyên me bihejmêre?” Şagirtê herî zîrek yê di polê de tilîya xwe rakir û dest bi hejmarê kir “ Yek, desthinekirina bûkê; dudo, sertiraşkirina zavê; sisê, pêvekirina zêr û zibarên bûkê û çar, kurdê bi dar û kulmiskan li mirovê di şahiyê de direqisîn dixîne!” Şaş û metal mabûm. Li çar perçên welêt, kurdan herwext li her derê lêxistin xwaribûn lê çawa û çima vê carê kurd li mirovan dixistin gelo?Min ji şagirt xwest ku piçekî vebijêrka çaremîn piçekî veçirîne. Kurik bi wechekî mahcûp û bêdilî - çinkû zanîbû ku ez jî kurd im- wiha rave kir; “ Mamoste, havînan ku em derdikevîn zozanan, dem dema em di dawet û şahiyan de, mirovekî dikin keç û yekî dinê jî dikin bavê keçikê. Di dilanê de hinek ji me hewldide ku keçikê ji xwe re birevîne. Ew çax bav bi darekî stûr li mirovê ku qesta destavêtina keçikê dikin dixe. Aha em ji wî mirovê rûtirş, çekqetyayî û sefîl re dibêjine “Kurd!” Min lê vegerand, “ Yanî poşa, yanî ebdal, yan jî qereçî!” Serê xwe bera ber xwe da û bêdeng ma. Di navberê de, min bangî du hevalê xwe kir ku herdû jî bi eslê xwe gurcî bûn û ez bi ser wan de qêriyam: “Ma pêkûtî û zilma me ji ber destê tirk, ereb û eceman dît nebes îjar hûn gurcî, laz û xemşîn çi ji me dixwazin gelo? Çima hûn di şahiyan de kurdan dikin qirdik û pêkenokên xwe û wan dişihibînin poşa an qereçiyan?! Binêrin di zamanê seferberlikê de, kal û pîrên me dema ku gurcî ditibûn zêde ecibandibûn û ji wê roje ta îroj, çi wexta ku mirovekî/e gurcî dibînin vê hevoka di nava lêvên deerdikeve derdikeve ku di nava edebiyata me kurdan de cîh girtî ye û hêna jî têt bikaranîn: “Weke gurciyekê/î xweşik!” Mahna ku payeyek bilind daye we!”

Beriya nuha bi salan li çendîn herem, bajar û navçeyan min di xwepêşandanan de, dûrişma “ Bijî biratiya gelan!” bi bîr û baweriyeke teqûz davêt. Niha hêvîşikestî bûme lew vê dûrişmê nema davêjim. Na, na ne weke qirixê Amedê bi tirkiyeke şikestî dibêjim “Kardaşix lê hema cêp xariç!” Lê bi sê telaqên bê fitve û bi serê pîrika min Cazê; ta ku “bira”yek gavêkê ber bi min de navêje, li min heram be ku ji cîhê xwe jî bilivim! Ha min gavek jidil û heke bêhna biratiyek rasteqîn jê dihat dît; sê gavên qerase jî ji min!

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
4 Yorum