Kerem QOSERÎ

Kerem QOSERÎ

Tov û Zevî

Tov û Zevî

Nivîskarî, her çiqas huner û qebilîyetekê dixwaze jî; pêşî bi awayeke hobî û amatorî destpêdike lê paşê her ku pêş de biçe êdî pîsporî û profesyoneliyekê jî dixwaze. Piştî ku berhemên nivîskarekî/ê kemilî û hate xwendin, êdî nasnameke dînê xwe li wan radipêçe. Ji kalibê xwe dertên, dikevin aîdiyeta gelekî dinê jî. Dibin nivîskarê gelê ku bi wî zimanî berhem diafirînin.

Hemû cure berhemên wêjeyê; folklor, hest, sinc û qerakterê gelekî; îronî, başî an xerabî yanî bi kurtasî hemû kelepûr û bermayiya miletekî vedihewînin hundurê xwe. Ev vehewandin û bikaranîna zimanê gelekî, asta zimanê wî gelî bilind, geş û qewî dike. Têgeh û bêjeyên henûn, teşbîh û teswîrên spehî, rist û pexşanên bi hest, îmge û maneyan dagirtî; vegotin û ragihandinên maqûl, biedep û edebî zimanê wan dewlementir dike. Pileya bilindbûn û dewlemendiya zimanekî; pileya qedirdayîn û rûmetdayina wî gelî jî dîyar dike. Jiber wê, nivîskarên bi zîrekî zimanê gelekî di wêjeyê de bikartînîn, ruyê wî gelî jî spî, geş û xweş dikin.

Der heqê nivîskarên kurd ku ne bi zimanê xwe, bi zimanê biyanî û taybet zimanê cîranê xwe (Tirkî, erebî û farisî) dinivîsînin de; di wan salên taliyê de nerazîbûn, bertek û nîqaşên bi tundî tên kirin. Pirs ev e; “Gelo nivîskarekî bieslêxwekurd, dema ku bi zimanêkî dinê dinivîse û bi berhemên xwe wejeya wî gelî rûmetdar dike; dibe nivîskarê kurd û di vê qategoriyê de tê hesibandin? ” Hêjaye gotineyê ye ku bersîva vê pirsê halihazir di asta gengeşîyê de ye. Rexne, nerazîbûn û êrîşa nivîskarê bi kurdî dinivîsin di meriyetê û parastina nivîskarê kokkurd ku bi zimanê biyanî divîsînin jî, di domandinê de ye. Her çiqas nivîskarê kokkurd, ku ne bi zimanê xwe, bi zimanekî biyanî dinivîsînin jî; xwe weke nivîsîkarê kurd dihesibînin lê ew hesibandin ji hêla nivîskarên kurd ve nayê pejirandin. Xuyaye wê ev nîqaş demeke dirêj bidome. Wate, wê ev hevîr hena gelek avî hilgire nava xwe.

Gelo em karin nivîskarên kokkurd ku berhemên dîrokî, teknîkî, huner û zanîstî bi zimanekî dinê nivîsîbîn, texên qategoriya nivîskarê wî gelî? Bi ya min her pirtûk nabe malê wejeya gelekî. Sermisal berhemên ilmî, teknîk, dîrok û tendurîstî ji hemû gelan re fêdekar û çavkaniyên zanistîyêne û piştî hatin çapkirin, beriya ruyê wejeya gelê bi zimanê wê hatibe nivîsin spî, sipehî û qewî bike; ji tevahiya gelên li cîhanê dijîn re yarmetiyê dikin û ji wan re dibin sûdekar û watedar. Çinkû Ew berhemana ji hemû mirovan re çavkanî û gênciniyên bêhempa ne.

Ahmed Arîf, Cemal Sureyya, Selim Berekat, Gencelî Nîzamî, Wedaî, Yaşar Kemal û hwd. bi eslê xwe kurd in lê bi zimanê tirkî, erebî, û farisî nivîsandine. Alaya wejeya wan gelan bilid kirine. Dibêjin di gencînemaya Yaşar Kemalî de şeş hezar bêje nebû ku pê ew berhemên behempa nivîsîbûn; lê tirkekî ji rêzê bi sêsid bêjeyî diaxife an kare xwe îfade bike. Sebeba wan nivîskarên -çi qilasîk çi jî nûjen- ku bi zimanekî dinê pirtûk nivîsîne; çi dibe bila bibe, heta radeyekê têt qebûlkirin. Şert û mercên têdebûn -pêkutî û gedexekirina li ser zimên; bêderfetî, kêmasiya alav û amûran û hwd -dibe ku heta wextekê bi zimanê biyanî nivîsîbin. Lê îroj li himberî nivîskariya bi zimanê tirkî erebî û farisî nerazîbûn û bertekrêdan mafekî rewa ye. Çinkû îroj ji bo hînbûn, pêşvebirin û berhemnivîsê hemî alav û amûr heye, derfet peyda dibe û kend û kospên desthilatdaran ne weke berê piçekî jî kêm bûye.

Bi kurt û eşkere tesbîta; “Tu bi kîjan zimanî binivîse tu nivîskarê wî zimanî ye!” di cîh deye. A. Arîf, S. Berakat, Wedaî, C. Sureyya û Y. Kemal kurd in lê ne nivîskarê kurd in. Bi kurdî fikirîn û bi erebî an tirkî nivîsîn wan xelas nake. Nivîskarên nûjen weke Mûrathan Mûngan, Yilmaz Erdoxan, Metîn Kaygalak, Seyithan Komurcu, Muhsîn Kizilkaya, Hicrî Îzgoren, Ganî Turk, Metîn Aydin û Mehmet Dinç, qelemên wan xurt in û bi koka kurd in lê pênûsa wan ala zimanê tirkî qewî û bilindtir dike.

Ahmed Arîf, Cemal Sureyya kurd in. Bi vê sedemê hinek wan weke helbestvanê kurd dihesibînin. Dîsa Yaşar Kemal û Selîm Berekat jî kurd in lê hinek wan jî wekî romanûsê kurd hesibandine. Li ser wê meselê yê ku gotinên tûj aniye zimên wêjekarekî tirk Ozdemîr Înce ye. Înce wiha gotiye; “Di wan salê dawiyê de Yaşar Kemal gotiye dê û bavê min kurd bûn. Lê ew nivîskarekî tirk e. Çinkû her kî bi zimanê tirkî binivîse be, tirk e.Welatê nivîskar an şaîrekî; al, soy û sop, netew û eşîreta wî zimanê ku pê dinivîse. Yê dinê palavra ye. Cemal Sureya jî ha wisa min nedît û nebihîstiye ku qala kurdîtiya xwe kiriye!”

Ku em rûpelê biqelibînin û di vî warî de guh bidin gotinên hinek rewşenbîr û zimanzanên kurd; em ê bibînin ku bê çawa tesbît û gotinên wan, çavê kul derman kirine. Bê çawa xwedî li nivîskarê ku bizimanê zikmakî berhem afirandine kirine û piştgirî dane wan kesan. Sermîsal Dr. Şefîk Şivan, bi wan hevoka bal kişandiye ser girîngiya ziman; “Xelkê xwe bi şûr û mertalan parastî ye. Lê kurdan xwe bi ziman û wêjeya xwe (çi bi devkî û çi bi nivîskî be) parastiye. Nemir Celadet Elî Bedîrxan, weke me li jor jî nivîsîbû wiha gotiye; “ Zimanê neyar ji xwe re nekin kiras; daku hûn rojekê nemînin tazî û pêxas ! ” Dixwazim bi çend hevokên zêrîn ku ji devê ustad Deham Ebdilfettah derketiye nivîsê biqedînim. Ebdulfettah di heypeyvîneke de, li ser pirsa vê meselê wiha gotiye; “ Wexta ku tu tovê xwe bavêje zevîyê xelkê, wê rojekê ji te re bibêjin “ Bes e, mala te ava, ev zevî ne yê te ye, ne xaka te ye!”

Li ser vê peyve, hewce nake êdî ku beriya hinek gotinên wisa li rûyê nivîskarên kokkurd xin. Divê kokkurdên nivîskar, demildest dev ji berhem afirandinên bi zimanê erebî, tirkî û farisî berdîn. Pêre pêre, berê pênûsa xwe ber bi zevîyê xwe de birêkin; da ku tovê ji pênûsa wan biherike, li ser û berê zêviyê milkê bav û kalên xwe pêşkêşkin. Bi geşbûn û xweşikikbûna zimanê dayikê re gelê jî; pileya rûmeta gelê xwe bilind û pêşxin.

Fermo, dem dema di bexçe û bostanên bav û kalên xwe de; gul û soninên bêhnxweş û zebze û fêkiyên tahmxweş yê hilberînê ye!

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
2 Yorum
Kerem QOSERÎ Arşivi