Li Ser Kêşeya Dersên Bijarte, Tevgera Me Kurdan
Di nava kilamên ku ez him jê ditirsim û him jî jê hez dikim ya, “Wa dîsa bû şev, xewa min nayê “ye. Hezkirina min ji nêwa û gotinên kilamê; tirsa min jî ji ber ku çi wexta xewa min nayê an direve û diçe, teqez kêşeyek dibe sebeba ew xewrevîna min e. Hefteyeke dîsa bêxew im. Meha Çileyê hatiye û li welêt niqaşa “Dersên Bijarte ” daye destpêkirin.
Ji sala 2012an û pêde, di hemû dibîstanên fermî yên dewletê de,-Helbet ne ji kêfa, bi saya bedeldayîneke bêhempa- di polên 5,6,7 û 8an mafê perwedehiya zimanê zikmakî dabû xwendekaran. Ew a yanzdeh sale ku kêm zêde, baş an nebaş û bi erenî an neyinî yekem car bû ku di dibîstanên fermî de; alfabeya kurdî, çîrok, meselok, helbest, kilam û pexşanên bi zimanê zikmakî dihate xwendin an nivîsandin. Kadirbilindên mîna Xanî, Melayê Cizirî, Feqîyê Teyran û Cigerxwîn ji hêla zarokên kurdan ve têt nasîn û hezkirîn. Baş e, erê; bes e, na!?
Weke di hemî kêşeyên navxweyî de; careke dinê em kurd, li ser vê meseleyê jî ketin nava nîqaşan da ku ev mafê hatiye bidestxistin bê bikaranîn an na! Nerînên cûr bi cûr derketin holê û pileya nelihevdûkirinan gihaşt qonaxên “ xayintî”ye. Di demên wiha de gotineke bawerim ya Xelîl Dihokî ye tê bîra min. Gotina Dihokî ku neşaş bim ev bû; ”Me Kurdan lihevkiriye ku em li hev û dû nekin. Me li ser nelihevdûkirinê li hev û dû kiriye!” Wan rojan li ser vê pirsgirêke careke dinê ji her serîyekî de, bi rîtilan peyv dipeke ji devê mirovan. Hinek bi awayeke besdîtinê, hinek jî bi nedicîhditîn û eceletiyê û hetta bêsamîmiyetiyê nêzikî mijarê dibin. Beriya wê jî ev nîqaş li hinek zanîngehên ku beşên kurdî vekiribûn hatibû kirin. Li ser kesayetên ku serîlêdabûn û ketibûn ezmûnan, tewanbariyên nedicîh de û kirêt hatibûn gotin. Gelek kes ku yek jê jî ez bûm, hatin “aforoz”kirin. Li himberî hinek mueyîde û îxracan rû bi rû man. Ji sazî û komelên heyî hatin dûrxistin. Silav û muhabeta wan hate birrîn. Gotineke ku wê demê ji hêla ew kesên biryara aferozan dabû hêna jî min diêşîne. “ Hinek nivîskar û hezkiriyên zimanê kurdî, nemecbûrin hestiyê ku ji hêla sîstemê avêtibin ber wan bikojin! Divê qet tenezulî xebatên wiha nekin! “ A Soxî paşê me dît û bihîst ku ji nava wan kesên ew biryar dabûn an gotin kiribûn, taliya talî hatibûn zanîngehan û di wan bêşan de lîsansa bilind ya bi tez qedandibûn.
Qet bila şaş neyê fahmkirin. Daxwaz û serîlêdanên “Dersên Bijarte” yên beşa Kurdî ne nîhayî xwestek û armanca me ye. Weke her gelê li cîhanê dijîn, mafê we ye ku em daxwaza perwerdehiya zimanê zikmakî di her qada jiyanê de bixwazin. Bênîqaş divê teqez zimanê kurdî bibe zimanê fermî yê duyemîn. Hemî astengiyên li ser axaftin, nivîsandin û pêşvebirina zimanê kurdî ji holê bê rakirin. Statuyeke fermî di makazagonê de bê dayin. Ji hêla dewletê ve bê teşwîk kirin. Divê navberê de, çi kar û barê tekeve ser milê me jî û helbet bi awayeke disîplîne û rêxistînî; her kesayet, sazî, komele û partiyê me jî bêrawestandin divê erka xwe bînin cîh. Çendîn sazî, rêxistin û komelên bi vê ferasetê hatinin damezirandin û kedê didin rûmeta me ne. Çênabe ku em wan bi sûcdariyên bê wate û bênig tawanbar bikin. Ku dabaşa me, mijara me ziman be; divê tiştên dinê teferûat be.
Baş e, “ wa dîsa bû şev” an roj hat û derbas dibe em di çi lîv û lîbazê dene gelo?. Me çi kir û çi nekir? Kerem bikin, kum û kolazên xwe deynîn ber xwe. Me/We kê hişyar û agahdar kir? Hûn bi kîjan cîran û malbatan re ketin têkiliyê? Me/We serdana kîjan komele, sazî, sendiqa û partiyan kir? Me/We rêveberiya kîjan dibîstanê hişyar kir da ku astengiyan ji şagirtên dersên bijarte hilbijêrin dernexînin? Me/We di qomîsyonên kîjan komeleyan de cîh girt? Bêxemî lukseke herame êdî ji me re. Vê pengavê, biçûk nebînin. Binêrin kesê “nebixêr” û “nepak” di çi tevger û hewldanên xeterî dene. Tevahiya bilbordên bajaran, ji bilî zimanê kurdî bi xwesteka dersên dinê yê hilbijêrî hatine xemilandin. Lîstikeke qirêj, kemîneke nepenî tê lîstin. Heke kurd bi baldarî tevbigerin dê feq bi wan de biteqe.
Her kes dizane ku dema muhatap kurd û dayina maf ê wan î rewa be; dewlet biçîkûsî tevdigere û mafê bi kevçiyan dide, di heman kêlîkê jî hewl dide ku bi kepçê an yengokan bistîne. Heke kurd li himberî dersên bijarte yên bi kurdî bêeleqe bin û serîlêdan kêm bin wê bibêjin “ Xwesteka zimanê kurdî tune ye “ Hejamara kadroyên didin mamosteyê zimanê kurdî diyar e. Lê bifirin ku bi hezaran malbat daxwaza dersên bijarte yê kurdî kirin ewçax dê dewlet xwe bavêje pişt kijan hîncetê? Bi qampanyayên ji hêla çendîn komele û weşanxaneyan hatibû destpêkirin de; diyariya pirtûkên kurdî gihaşt hezaran. Êdî alav û amûr amade ye. Bi mezûnbûyina sedan mamosteyên zimanê kurdî jî bo perwedehîye amade ne.. Divê em rûpoş û bêsamimîtiya pergalê daxînin.
Dereng nemînin, hêna wext he ye. Dê û bavên bihurmet, wêliyên bi rûmet. Sersariyê mekin. Rahêjin forman û biçin dibîstanan. Bi keç û kurên xwe, bi şagirt û zarokên xwe re, dersên kurdî hilbijêrin ta ku ji pol û hewşên dibîstanan qêrîna zarokên we, bi dengê tîpên alfabeya kurdî, çarîn û pexşanên Xanî, Cizirî û Cegerxwînî bigihê erş û elayê.
Fermo, ka careke dinê em bi yek dengî wan hevokan çendbare biqêrin;
“Tiştê herî şêrîn welat û al in.
Welat û al bê ziman ker û lal in!”
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.