Karê wergerê û rewşa me kurdan

Werger çi ye, çima werger, rê û rêbazên wergerê, peywîra wergêr û pirsgirêkên wergera Kurdî çi ye? Di vê nivîsê de, em ê bêtir li ser wan xalan rawestin û fikr, nerîn û tesbîtên xweyî takekesî bînin zimên û her wiha bi çend hevokên wan kesên ku di derbarê vê mijarê de serê xwe êşandibin jî nivîsa bixemilînin.

Ji nav pênasekirina têgeha wergerê de, hevoka herî kêfa min jê re hatiye û min hilbijart ev e. Werger ew karê ku metnek an gotinek bi alîkariya kesekî ve ji zimanekî veguherîne zimanekî dinê yê. Di vî îşî de ew kesê kû destê xwe xistiye bin kevir û barê giran xistiye stûyê xwe, wergêr e.

Dîroka destpêkirina wergerê, bi qasî destpêka mirovahiyê dirêj, kûr û kevn e. Pêxemberê yek olî, gotin û emirên Xwedê bi zimanên aîdî milletê xwe gihandine ahalî. Qral û keyserên bi nav û deng, ferman û zagonên xwe, peyman û rêkeftinên bi yên dinê re kirine, bi saya wergerê hînî naveroka wan bûne an bi saya wergerê emir, ferman û zagonên xwe ragihandine gel.

Karê wergerê ne bi şikl û şemalê çawalêhato, berawajî wê lazim e ku karekî bi sîstem û disîplîne be, stratejîyeke wê hebe; bo lêçûnê pere û bo teqûzbûnê jî sazî dezgehên wê hebe. Plansazî û amadekariyek wergêr hebe. Rastî ew e ku beriya wergera metnek an berhemekê, divê teqez wergêr bi herdû zimanan jî baş bizanibe.

Dibêjin heta aniha werger bi du awayî hatiye kirin. Yek jê weke hobî bi amatorî û ya dinê jî weke pişeyekê bi profesonelî. Heger em wergerê weke karekî profesonelî bipejirînin, bêguman dê wergêrên Kurd vê pîşeyê hêna weke gelê dinê nikaribin bikarbînin. Lew biqasî hejmara tilîyên destan wergêrên Kurd hene û li vî karî weke pîşeyekê nanêrin, nabûne profesyonel. Helbet gelek sêdemên nepêşketina wergera kurdî û wêrgerên kurd hene. Sermîsal, tu sazî û dezgehên fermî tune ne. Alav û amûrên bo vê pîşeya xwe îcra bikin kem in. Zimanekî standart tekûz nebûye û bi awayeke fermî bo perwerdehiyê ne di merîyetê de ye. Li zanîngehan beşê wergerê tune ne. Pêşeng kemin. Ders tune ne. Azad Zal dibêje; wergera ku wergerê Kurd dikin ne profesyonel e. Yanî ne mekteplî, alaylî ne. Di vir de mebest ne ew kesên ku ligel hemû kend û kosp û bêderfetîyên heyî, dîsa jî ji zimanên cûr bi cûr berhemên heja bi wergerê dîyarî zimanê kurdî kirine. Ji Mele Mahmûdê Bazîdî bigre hetta Prof. Dr. Cemal Nebez; ji Muhsîn Ozdemir bigre hetta Kawa Nemir û Salih Agir Qoserî ji zimanên resen berhem wergerandine zimanê Kurdî.

Ji ber bêdewletbûyînê û nestandartbûyîna zimên, di nava me kurdan de, wergerek navxweyî heye. Kêmasiya zimanekî standart me mecbûrî wergera nav zaravayan dike. Jê re wergera navzaravayî dibêjin. Wate wergera ji kurmancî li soranî, ji soranî li kurmancî; ji zazakî li kurmancî û hwd.

Dibê ku piştî wan tesbîtan hinek bibêjin, “Nexwe wergera kurdî tune ye an bi zimanê Kurdî werger çênabe?” Nexêr, wergera Kurdî he ye û digel tunebûna dewleteke serbixwe û kêmderfetîya heyî jî; li her çar perçên welêt camêrnan nebes be jî berhemên aborî, sîyasî, teknîk û kêm be jî wêjeyî; diyarî wêje û zanîstîya Kurdî kirine. Wêjeya gelekî çiqas xurt û têqûz be jî; pêdiviya xwendevanên wî gelî ji aliyê wêje, folklor, çand, teknîk û dîroka gelên dinê heye. Lew werger asoya fikr û ramanên mirovan fireh û geş dike. Nasîn, bihîstin û zanebûna tiştên nû, weke tevahiya gelên li cîhanê dijîn, ji Kurdan re jî elzem e. Çinkû werger di pêşxistina zimanan de, roleke gelek girîng dilîze. Jan Dost, gilî û gazincan ji Mîrên Kurdan dike û dibêje, “Qet nehate bala wan Mîran ku wegerandin dikare şoreşekê di wêje û ziman û berî her tiştî di avakirina mejiyekî netewî de roleke gelek mezin bilîze. Prof. Dr. Cemal Nebez girîngiya wergerê xweş vegotiye; “Bi rastî tu netewe, her çi qas xwedî semyanekî neteweyî û kevnare û nîrxdar be jî, nikare dev ji wergerê berde. Ji ber ku her werger dibe sebeba nasîna gelek şaristanî, zanyarî û wêjeya gelên din. Nexasim wekî me Kurdan ku ji kerwanê gelan paşmayî ne, pêvîstîya me bi wergerê heye. Bi wî awayî dikarim bêjim ku divê em raperîna ramanî ya pêşeroja xwe heta radeyekê bilind li ser bîngeha wegerandinê damezirînin.”

Li Tirkîyê, piştî damezirandina komarê û gavavêtina bo standartkirina zimanê tirkî û şoreşa herfên latînî; di pêşengiya wezîrê perwerdehiyê H. Alî Yucel de, zor dane wergerên qilasîkên dinyê û nêzîkî şesid û heftê û şeş berhemên sereke ji zimanên cûr bi cûr wergerandinin zimanê tirkî. Hatiye dîtin ku hem zimanê tirkî pêş ketiye û hem jî ji hêla fikr, feraset û jiyana civakî de bandoreke erenî li civaka tirk kiriye.

Wergêr anku kesên wergerê dike, her çiqas pirayek zexîm e jî di navbêyna metn û xwîneran de lê; wêrekî, zanîstî û têgihiştinek profesyonelî jî dixwaze. Hesenîkê Lêlê di vî warî de dibêje; “ Jixwe wergêr şîrîkê nivîskêr e. Lew wergêr dikare wî “ezîz“ jî bike û wî “rezîl” jî bike.” Mebest jê, nebaşwergerandin û herimandina berhema nivîskêr e. Bo wê ev kar ne ewqas hêsan e. Sermîsal, divê wergêr bi herdû zimanan jî baş zanibe. Divê bi serê xwe, li gor mantiqê xwe peyvan neafirîne. Divê wergêr divê xûdan zanîneke kûr, kesayeteke rexnegir, xwendevaneke dorfireh be. Divê wergêr ne ji peyvan destpêbike û metnê peyv bi peyv wergerîne; divê ji testê destpêbike û dakeve wergerandina hevokan û piştre jî ya peyvan.

Di nav beşên wergerê de, yek jê jî wergerandina ji wergeran e. Wate, pêşî berhemek bi zimanekî hatiye nivîsin paşê ji wî zimanî li zimanekî dinê hatiye wergerandin û pişt re jî wê wergerandinê li zimanekî din tê wergerandin. Gelek kes vê rexne bikin jî, Huseyn Muhamed vêya rewa dibîne, rexnegiran rexne dike û dibêje; “Xwezî ji teksta orijînal hatiba wergerandin, lê dîsa jî bi temamî redkirin û recimandina kesên vî karî dikin korahî ye!”

Bi kurt û kurmancî; hetta ku dewleteke serbixwe neyê damezirandin, hetta ku zimanê kurdî nebe zimanekî standart û hetta ku Kurd li zimanê xwe venegere, wergerek bi rêk û pêk bo me Kurdan ne pêkan e.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
4 Yorum