Penaber tê wateya “muhacir”, “aware”, “miltecî”, “koçber” û hwd. Ev terîm ji bo wan kesa/ên ji warê xwe an ji welatê xwe, veqetiyane, revîyane an hatibe surginkirin têt telafûzkirin. Bêguman eger û sêdema koçberiya wan jiber arîşe û kêşeyên sîyasî, olî, sosyal û aborî ne. Rastiyek heye ku em nikarin paştguh bikin. Ev jî ew e ku hejmarek pir zêde - helbet em bêtir qala keç û xortên ciwan dikin - cîh û warên bav û kalên xwe belasebeb terk dikin; tenê bi mebesta kêyfîyane, xwîngermîyeke bêqontrol, xeyal û meceraperestiyeke demborkî, dihêlin û diçin.
Kurd bi du pêlên mezin bibûn penaber li çendîn welatên Ewropayê. Di sala 1970 yî de û di 12 Îlonê sala 1980 ya darbeya Cuntaya Leşkerî a Faşîst de. Şoreşger û siyasetmedarên Kurd ji neçarî beyî ku di dezgehên şikencekaran re derbas bibin û di zîndanan de birizin bibûn penaberên sîyasî li dîasporaya Ewropayê.
Li welêt, piştî hilbijartinê ku serokkomar û partiya wî û nîjadperestên hevkarê wî dîsa biserketin; taybet di nava ciwanan de xeyalşikestinek bêkapan, hêvîşikestinek bêpîvan; reşbiniyek bêhisab hasil bû. Ji wan bi hezaran kesa/î êdî paşeroja xwe tarî, dahatûya xwe şolî dîtîn. Ketin nava lîv û tevgerên revînê. Bêguman, lewazbûn û kêmxebata partiyên li ser navê kurdan sîyasetê dikin jî bû sêdema ku ciwan ji siyaseta heyî û ji bêeleqeya bi wan re, bigihêjin biryara koçberîyê û terkîwelat bûyinê.
Di nava wan du sê mehan de; tenê ji gundewar û nava navçeya Qosera Merdînê nêzîkî hezar ciwan bûne penaber.
Diçin, ref bi ref weke quling û leglegê xwe bigihînin heremê germîstanê…
Diçin, kom bi kom mîna gurên birçî di lêgerîna heywanek di zivistanê…
Diçin, ber bi xerîbîstanê…
Diçin ber bi tarîstanê...
Diçîn ber bi nediyarîstanê,,,
Diçin, bi qefleyî, bi takekesî, bi eşq û dilrehetî!
Xwe li sînorên bi têlên direhî diqelibînin di sar û seqêmê de. Ti û birçî dimînin. Birîndar û bêwar dimînin. Dicemidin, diqerisin; di goristanê bêkesan binax dibin bê şuştin û xwendina telqîn û fatîheyan!
Xwe li bahr û deryayan dixin, noqî avê dibin, difetisin, helaq dibin.
Di qampên bêderfet û aware de bi salan bihêvî dimînin. Derûnîxerab û şîzofrenîk dibin. Dîn û kal dibin. Dirizin, nepak dibin.
Ziman û çandeke bîyanî, entegreya cîvakî, dîtina kar û mijûlahiyeke ji bo debara xwe pê bikin, destûra rûniştinê arîşe û pirsgirêkên li himberî penaberan e. Piştî dinya zelal dibe, mij û dûya reş belavela dibe û rasteqîniya jiyana Ewropa derdikeve mezatê; serê penaberên kurd li qebrê dikeve; poşmanî, xizanî, bêçaretî, bê cîh û war, tî û birçîtî û hesreta welêt di difnên wan de dide der lê êdî êdî hasil gihaştiye mûsil. Piranî keç û xortên kurd dikevin destê mafya yê. Îşê tiryak û fihûşê, dizî û qapqaçê. Nexweş dikevin. Dibin şîzofren, derûnnexweş; dibin aware, sûtal, çete û sewtelî!
Di nêz de bi vê mijarê girêdayî, di malpera Înfowelat. Com’ê de di nivîseke weke raportorek hatibû weşandin de reqemên bo koçbûyina mirovên ji Turkîye û Kurdîstanê koçî welatê Elmanyayê kirine balkêş bû. Rapor nîşan dide, di 7 mehên îsal de serlêdanên penaberiyê yên tenê ji Turkîyê û Bakurê Kurdîstanê li gorî heman dema par bi rêjeyeke mezin zêde bûye. Heta meha Tîrmeh û Gelawêjê 23.674 kes serî li îltîcayê dane û ev rêje li gorî sala borî ji % 78 zêdetir bûye.
Mîna hemî ciwanên gelê dinyê, keç û xortên kurdan jî hêvî ne, gencinî ne, dahatû û pêşeroja vî gelî ne. Xwedîlêderketina ciwanan, xwedîlêderketîna ax, al û welatê me ye. Koçberî û penabertiya wan, malkambaxiya me, wundakirina welat, ziman û tarîkirina asoya me ye!
Ku hat û ciwan ji nava gel derket û çûn; civak rijî û bê umod dimîne, gundewar û bajar ji kal û pîrên kokim re dimîne; dahatuya wî gelî ne ronak tarî dimîne. Sazî û partiyên ku hevîya gel û doza gel dimeçînin ji extîyar û serspîyan re dimîne.
Weke encama vê nivîsê, koçberiya ciwanên kurd ji welet; koçberiya ziman, nasname û pêşeroja gelê kurd ya ji axa bav û kalên me ye. Bertekrêdan û nerazîbûnek bi dengekî berz û qewî divê.
Nemir Aram TÎGRAN dik ilama “Penaber” de wiha dibêje;
“Kerwanek wa dîsa birê ket
Kerwan karwanê kul û derdan
Dev ji war, dê û bavê xwe berdan
Rih û can û milkan tev li ser dan
Penaber im penaber,
Wek koçera der bi der.
Welat welat digerim,
Bûme wek teyrê bêper!”
Aram TÎGRAN