Dema mıjar dıbe zıman, dıkeve rûpoşa wan!
“Kurdno ! Zimanê neyar ji xwe re nekin kiras, da ku hûn rojekê nemînin tazî û pêxwas”
M. C. Bedîrxan
Dema mijar dibe ziman; dikeve rûpoşa wan.
Damezrîner û rêvebirên Komarê; bi hişmendiya înkar û bi fereseta yek ziman, yek al, yek gel û yek dewletî tevgeriyane û eva nod û neh salê, çi ji destê wan hatiye texsîr ne kirine. Hewce nake em wan kirinên qirêt raxin ber çavan ku şerm e hêna jî didome.
Li her çar perçeyên kurd lê dijîn, kêm zêde be jî, polîtîqayên wan dewletân bi neyînî û bi dijminahî li himberî zimanê kurdî heye. Înkar, asîmîlekirin û qedexekirin, puxteya polîtîqayê wan e. Hebûn, jiyîn û liberxwedana zimanê zikmakî; digel wan pêkûtî û kend û kospên bi salane domiyaye jî, ji dewlemendî û qewîbûna zimanê kurdî te.
Li himberî bikaranîna zimanê zikamakî ya kurdan- ku mafekî, hûqûqî, însanî, vicdanî û her wiha rewayî ye- dewlet bi konetî, bêedebî û bi rîkdarî, tevdigere.
Dema mijar dibe ziman, agir dikeve paxila wan.
Heke arîşe dibe ziman; ji çar aliyan êrîşên bi tûnd dikin. Gefan dixwin. Bangî dadger û dozgeran dikin da ku dozê li wan vekin. Kesên bi kurdî diaxifin siza û ceza dikin. Bêaram dibin. Mîna şahmarên ku kesek tû bikê, cirnexweş dibin. Dikin çinvînî, nerazîbûna xwe pêşkêş dikin. Sebr û hêdana xwe wûnda dikin. Bêar û bêşerm, li himberî gelên cîhanê xwe dihetiqînin, dilewitînin.
Dema mijar dibe ziman; çavsorî dibin tevahiya wan.
Dibêjin; hûn çima dilezînin, xwestekê xwe nawezinînin?
Bêhnfirehiya kurdan nod û neh sal e didome. Çavê wan lê ye qey nod û neh salê dinê jî bidome?, Dibêjin; zimanê kurdî, zimanekî mîna girara qereçiyan, ji peyvên tirkî, erebî û farisî hatiye teqûzkirin. Têra perwerdehî, ilmê û zanistiyê nake.
Fermo zimanê xwe û zimanê kurdî berawirdî hew bikin. Bînêrin bê tevî zext û pêkûtiyên bi salane li her çar perçeyên kurd lê dijîn- ku hêna jî bi tûndî di meriyetê de ye- çiqas nivîskar û şaîrên gewre gihane û berhemên bêhempa afirandine. Di wan medreseyên li bajarê cûr bi cûr de; bê çawa û bi çi awayî perwerdehiya di asteke bilind pêk hatibû dayîn, bişopînîn.
Dibêjin; mafê perwedehiya zimanê zikmakî, di tu zagon û mekazogonan de tuneye!
Ma hemû makezagonên navnetewî ne li ber destê we ne. Kerem bikin, çavekî bavêjinê. Ma berçavkên we giştikan ji dara berûyan hatiye çêkirin an hûn naxwazin rasteqîniyê bibînin? Li welatên Sikendinavî û li çendin welatê parzemînîn dinê; “ duzimanî “ di her qada jiyanê de bi rêk û pêkî têt bikaranîn.
Dibêjin; Xwesteka “duzimanî” dê perçebûyîna dewletê bi xwe re bîne!
Çi angaşteke seyr e gidî! Tu dibê qey kêra kalanî di destê kurdan de li ba dibe û dewlet jî petêxê Selaxê, xiyarê Xerefa an penêrê Qerecdaxê ye ku di heman kêlîkê de bikin du felqê!
Dema mijar dibe ziman; diçelqe mejiyê wan!
Hinek zatê ku li pêş û paşiya navê wan “ Pîsporên Ewlehiya Millî ”, “Prof, Doç, Dr “ an qaşo “Stratejîst “ hesbilqader hatine danîn; ji ilm û zanistiyê dûr, mejiyê mirovan şolî molî dikin; gefên girgirbe dixwun, fitrata xweyî qirêj bi awayekî pîsporiya derewîn diyar dikin, der barê zimên de angaştên xwe bi mînakên ji fîlolojî û lingûîstîkê dûr; bêşerm û bêfedî dixemilînin. Çi di tûrikê wan de hebe, bêfesal tovî zeviyê kurdan dikin.
Siyasetmedar û rêvebirên hemî partiyan, nola “Mizîkayên Bremenê “ bi yek dengî, bêaqort hevokên ji aqila dûr dimirmirînin. Bêar, ûqela, xapînok û ne rasteqînin!
Rojnamevanê wan, nûçeyên bê esil û fesil diafirînin. Pênûsên xwe bi beedebî û nesamimî bikartînin.
Dema mijar dibe ziman; “ biratî “ namîne, nîjadperestî tê bîra wan!
Piştî daxwaz û xwestekê kurdan di warê ziman de berztir dibe; biratî tê jibîrkirin, çiqas sazî, komelê û kesên analîst, propagandîst û stratejîst hebin; dikin hawar û fîxan. Gilî û gazincên tewşo mewşo dikin. Girêza gurê har ji çepera devê wan têye xwar. Mêzîna wekheviyê, biratiyê û mafê rawayiyê bikarnînin, piştguh dikin. Mêzîna rastkêşanê davêjên nava sergoyên xwe. Li qapana xwe tevdigerin.
Bi kurtasî, beyî taloq û derengmayînekê; divê êdî sparteka me, kar û mijûlbûyîna me, parestgeh û qibleya me, der û wargeha me, hewldan û raperîna me; ji bo pêşvebirina zimanê me be!
Di her qada jiyanê de, bikaranîna zimanê zikmakî; xwestekek însanî, vîcdanî, exlaqî û mafekî li gorî zagonên navneteweyî û rewayî ye. Nayê wê wateyê ku divê kurd nekevin tu hewldanên bikaranîna zimanê dayikê. Beravajî wê, bê rawestandin; li her derê, axaftin, xwendin û nivîsandina bi zimanê kurdî yekem barê ser pişta me ye. Peyvîr û sparteka me ye.
Libendemayina meqazagoneke nûjen; sêdema demwendakirinek dinê ye.
Libendemayina mekazagonek nûjen; dewamkirina asîmilasyon û pişaftinê ye.
Libendemayina mekazagoneke nûjen; mirina zimanê kurdî, wendakirina keç û xortên me, jixwedûrketin û bîyanîbûna me, têkçûyîn û hilweşandina hewldana netewîbûyina me bi xwe ye jî!
Kerem Qoserî
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.