“ Mirina zimanekî, mirina însanetiyê ye! “
G. Anderson
Di hemî hevokên nasîn û danesîna zimên de, bêje û têgeh wiha rêz dibin; zindî ye, fireh dibe û dimire. Wate, ziman jî mîna hemû giyanewerên cîhanê heman serboriyê dijî. Zindî diwelide, mezin û fire dibe, şekil û dirûvekî digre û taliyê jî heke neyê bikaranîn yanî bi awayeke dinê neyê axaftin, xwendin an nivîsandin dimire.
Pîsporên zimên, mirina zimanekî wiha rave dikin: “ Mirina zimanekî, incaq bi mirina wî axîvêrê/a herî taliyê dimire pêk tê. Wate ew e ku yek takekes jî li dinyayê mabe û bi zimanekî diaxife, ew ziman hêna zindî ye. Carînan bi komkujiyan jî, zimanek ji holê têt rakirin. Sermîsal dîrokzan dibêjin di sala 1932an de, leşkerên Salvadorê bo raperînekê bitepisinîn bi hezaran nîştecihê heremekê dikujin ta ku kesek ji wan jî sax namîne. Piştî wê komkujiyê, li wê heremê dema ku axîvêrên wî zimanî namîne, ziman jî bi wan re têt kuştin û ji holê radibe.
Li ser pirsa “ Zimanê mirî çi ye?” mamostê gewre Amed Tîgrîs, di berhema xweyî giranbuha ya bi navê “Perwerdeya bi zimanê Zikmakî û Pirzimaniya Fermî “ de, wê pirsê dibersîvîne û bi mînakên balkêş jî dixemilîne. Tîgrîs dibêje; “ Di dîroka mirovahiyê de, gelek gel hebûne ku cara yekem şaristanî ava kirine. Lê hezar carî mixabin ji wan gelan çendek îro çand û zimanê wan li navê nemane. Ew ziman niha tunin û bûne zimanên mirî. Ew zimanên kevn ê mirî di serdema xwe de, ji bo mirovatî û şaristaniyê roleke mezin lîstine. Weke nimûne ziman û çanda Sumeriyan li kevir û axikên kolandî maye. Zimanê akadî, latînî, ariyanî, misrî, hûrî, etruskî zimanên mîrî ne.”
A.Tîgrîs, pirsa “ Zimanek çawa dimre?” jî wiha dibersivîne; “Ji zimanê ku êdî kes tune pê biaxife re dibêjin zimanê mirî. Heta kesek jî bimîne ew ziman hêna jî jîndar e. Dema kesê herî dawî dimire ziman jî bi wî re dimire. Mîsal, li cîhanê tenê jinek mabû ku bi zimanê carîerî (Karirî) dizanîbû. Navê wê Mary John bû. Dema ew di sala 1984an de mir, zimanê wê carîerî jî pêre çû gorê.”
Îcar ku em vegerin ser pirsa “Bê ka zimaneke mirî, gelo dikare careke dinê ji nû ve were vejandin, axaftin û kêrî nivîs û perwedehiyê bibe da ku xizmetguzariyeke bike ji gelê xwe? Ji bo bersîva vê pirsê û xweşxwendin û çêjsitendina vê nivîsê; divê em vê nivîsê bi mînakên cûr bi cûr bixemilînin. Nemir C. Elî Bedirxan, bo mînaka yekemîn, bi nivîsa xweyî “Zimanek û Zilamek” ku yekem car di sala 1932an de di kovara Hawarê de hatibû weşandin, dê bigihêje hawara me jî. Ustad bi hevoka destpêkê de wiha dibêje; ” Belê ew zilamê xurt û yên peyda bû, zilamek dikare zimanekî jihevdûketî saz bike û carîna zimanekî mirî vejîne. Her wekî em ê bibêjin nuha ew zilam peyda bûye û zimanekî mirî vejandiye û ew xistiye nav zimanên zindî, nav zimanên mirov pê diaxife û meqsedên xwe pê eşkere dike.”
Zilamê ku zimanek ji mirinê ji nû ve vejinandiye, bi nav Elyezer Bîn Yahûda ye. Mirovekî cuhî bû û li Ûrûsatê dijiya. C. Elî Bedirxan di wê gotarê de, bi hûrgilî bahsa wî mirovî dike ku bê çawa bi rîkdarî û bawerî tevgeriya ye û zimanê Îbranî ji mirinê rizgar kiriye. C.Elî Bedîrxan balê dikişîne ser rê û rêbazên digel kêmderfetiyan jî; bê çawa Elyezer; pêşî hînî zimanê Îbranî bûye, paşê hinî hewsera xwe kiriye û taliyê li ser erdê Felestînê ku beriya damezirandina dewleta Îsraîl, rojname û ferhenga zimanê xwe derxistiye û dibîstanên bi zimanê îbranî perwerdê didin vekiriyê, dike û wiha didomîne; “ Di sala 1922an degava Elyêzer Bîn Yahûda mir, zimanê îbranî yê ku berî 30-40 salî zimanekî mirî bû, bû zimanê miletekî. Ew ziman îro di Felestînê de, li rex erebî û îngiliziyê de zimanekî resmî, zimanê hukumet û dewletê ye jî.”
Li ser pirsa jor mamoste Tîgrîs jî piştî qirnekî, bi heman awayî bersîveke dide û ew jî wiha qala vê buyer û wî zilamî dike; “Zimanê mirî dema rewş û merc bi cîh werin, dikare piştî salên dûr û dirêj careke din ji nû ve were vejandin û dîsa bibe zimanê axaftinê. Mirov ji gorê ranabe ser xwe û zindî nabe. Zimanê îbranî piştî 2000 salî bi saya serê Elyêzer Bîn Yahûda, ji gorê rabû û bû zimaneke zindî. zimanê îbranî Berî Zayinê di salê 600-500 de miribû. Di sala 1948an de dema dewleta Îsraîl hate damezrandin li gel erebî bû zimanê fermî û nuha dewleteke weke îsraîl pê tê birêvebirin.”
Heger em li ser wan tesbît û esasan tevbigerin, dibe ku bêhna me teng nebe, moral û motevasyona me kurdan xera nebe. Lew em karin wiha fikirin û bibêjin, “ De heylo, ji tune de li dinyê herî kêm 40 an 50 milyon kurd dijîn û bo zimanê me bimire divê ewqas mirov ji holê bêne rakirin jî!” Kî naxwaze û ji vê tesbîtê re nebêje; “Xwezî, ez benî, xwezî !” Aha xwexapandin û xetereya mezin jî ev e jixwe.
Di pêşerojê de, eger zimanê kurdî nebe zimanê perwerdehiyê, medya û bazarê, amûrê dan û sitendinê, zanîst û zanyariyê; kî kare mîsogeriya zindîbûna vî zimanî bide û bibe kefîl? Qampanyayên tên vekirin, hewldanên sazî û komelê heyî, kovar û pirtûkên hatine weşandin tenê belkî mirina zimanê me bi şûnde bixine an ji sêkeratê dûr bixîne.
A baş ka em careke dinê guh bidin nemîr C. E. Bedîrxanî ku di wê gotara “Zilamek û zimanek “ de bê çi dibêje: “Kurdno, eve zilamek û zimanek û tiştê ko bi vêna zilamekî tête pê. Di kar û serpêhatiya vî zilamî depend û derseke mezin heye. Herçî miletê bindest û bêzimanan zimanê nivîskî divêt jê îbretê bigirin. Herçî em kurd, me ziman, me zimanekî delal heye û em pê diaxifin û piraniya me jî bi vî zimanî pêve bi tu zimanî nizanin. Bi tenê divêt em hinî xwendin û nivîsandina zimanê xwe bibin.”
Bêguman zimanê kurdî, dê zû bi zû nemire. Lê gelo tenê zindîmayîn wê vî zimanî ji sekeratê an rojekê ji mirinê rizgar bike? Hemû dahfik, xefik, kemîn û kend û kospên hatine vedan, bo jiholêrakirina zimanê kurdî ye ku li çar hêlî hêna jî di meriyetê deye. Incaq her kesayetek ji me, bi fereseta Elyêzer Bîn Yahûda tevbigere da ku zimanê kurdî di her qada jiyanê de serwer û serdest be, belkî em peşiya malkembaxiyê bigirin. Yan na çi hat serê zimanê irlandî û hinek miletên efrîqî li pêşiya me ye jî.
Çavkanî: 1. Amed Tîgrîs, Perwerdeya Bi Zimanê Dayikê û Pirzimaniya Fermî, rûpel 35-36
2. C.E.Bedîrxan, Kovara Hawarê, hejmar 40, Sibat 1942, rûpel: 4-6