Min xwest ku bi serboriyek xwe ez dest bi vê nivîsa xwe bikim. Li dibistana îmam xetîbê ez di pola duyem an jî sêyem de di derseke pîşeyî de bûm. Mamosteyê me di heman demê de rêvebiriya dibistanê jî dimeşand. Mifetişê ku ji Enqereyê hatibû li dersxaneya me bû. Ji bona ku bibîne bê em dizanin nimêjê dikin an na bibîne hema rasterast berê xwe da min û got derkeve nimêj bike. Ez derketim ku ez nimêj bikim. Min niyeta ku di destpêka nimêjê tê xwendin di dilê xwe dest bi nimêja xwe kir. Mêrik ez dam sekinandin got te niyeta xwe nekir. Min jî niyeta nimêjê ya weke ku ji dê û bavê xwe ez hîn bûbûm bi kurdî min jê re xwend. Got ev çawa niyet e. Min got ez bi kurdî niyeta xwe li nimêjê tînim. Helbet ez wê demê 12 an jî 13 salî bûm û tu armanceke min î ku ez rabim siyaset miyasetê bikim jî tunebû. Ji nişka ve mifetiş bi ser mamoste ve vegeriya hêrs bû û kire qêrîn. Got ev çi cesaret e ku bi kurdî niyet li nimêjê bête anîn. Min pê nezanibû ku min çi gunehekî mezin kiriye. Tu nabêjî ku min tiliya xwe di qula moza rakiribû lê hayê min jê tunebû. Li ser vê yekê mifetiş dersxaneya me terikand û çû. Di pey rojekê du rojan re mamoste di polê de ji min re got ku min çawa serê wan xistiye belayekê. Lê yê min tenê bi zimanê xwe peywireke xwe yî olî min anîbû cih, lê belê nehatibû hisabê mifetiş efendî.
Weke ku tê zanîn ziman zindî ne. Bi bikaranînê re zimanek her diçe xurt dibe, lê dema neyê bikaranîn jî her diçe vedimire û wenda dibe, tune dibe. Kurdî jî zimanek ji wan zimanan e ku bi hezar salan e heta vê rojê jiyaye. Lê îro ku mirov lê mêze bike kurdî di qonaxên gelekî dijwar re derbas dibe. Zimanên weke ingilîzî, elmanî ku di warê teknolojiye de serdestiya xwe li tevahîya dinê derxistine asta herî bilind ne bes in di heman wextê de di bin bandora tirkî, erebî û farisî de ye jî. Û ji alî rayedarên ku ev ziman lê tê bikaranîn ve jî bi awayekî sîstematîk polîtîkayên asîmîlekirinê li ser kurdî têne meşandin. Ger kurdî ne xwedî bingehek ewqasî xurt û qewîn bûna ez bawer dikim ku dê heta niha tune bûbûna jî. Polîtîkayên pergalên van xwedî zimanên serdest helbet nayên pejirandin û divê her kurd li hember van kiryarên qirêj jî derkeve. Lê berîya her tiştî divê her kurd bi awayekî kurdewarî li zimanê xwe xwedî derkeve. Divê em di giştika warên jiyana xwe de bi bikaranîna zimanê xwe van polîtîkayan pûç bikin.
Li gor zanyarên zimên yek ji pîvanên zindîbûna zimanan ew e ku zimanek çiqas di bazarê de bête bikaranîn mirov dikane bibêje ku ew ziman ewqasî zindî ye. Lê di bazarê de ger tune be jî tê wê wateyê ku bandora wî zimanî ewqasî kêm bûye. Divê li gor vê pîvanê em jî di şixulên xwe yên kirîn û firotinê de an ku di bazarê de kurdiya xwe bikar bînin.
Ne tenê di dawet û şahîyan de di şînên xwe de jî divê em serdestiya kurdî tim û tim berdewam bikin. Di dawet û şahiyan de gava ku mirov bala xwe dide qaşo hin dawetên kurdan meriv dibînê ku ji lîstikan bigire heta bi sitranên wan her diçe dibin yên tirkî an erebî. Ji dêlava govend û dilanên xwe ve em dans û reqsên biyaniyan dikin. Tew zimanê gelek sazbendan tiştekî din e. Nêviya peyvên wan yên tirkî ne. Helbet ev yek di cîhekî ku bi sedan kes tên bal hevdû de qet ne tiştekî rast e.
Şînên me jî di heman rewşê de ne. Berê kesekî xwedî zanîn û agahiyên olî di civata şînê de rûdinişt û li ser jiyanê xeber dida, başî û nebaşî ji alî olê ve dinirxandin, mêvanan jî lê guhdarî dikirin. Niha ew peywir jî bûye weke sektorekê, ger tu têra wan melayan pereyan nedî wan fatîhayekê jî li ser mirîyên tu kesî nadin xwendin. Bi kurdî peyvekê jî nakin hebe tune be bi erebî dixwazin ku bipeyîvin ji bona ku tu kes tiştekî ji wan fam neke. Ger li ser miriyên xwe em bixwazin ku mewlûdê bidin xwendin jî divê bi mewlûda kurmancî vî şixulî bikin. Çima ku ew derfeta me heye ku bi kurdî em mewlûdê bidin xwendin. Melayê Bateyî di sedsala pazdehem de mewlûda kurmancî nivîsîye û zimanê wê jî têra xwe zelal e. Guhdar tev kanin tiştekî jê fam bikin. Lê her çi eşq e ez pê nizanim li ser mirîyên me kurdan bi tirkî an jî bi erebî dia û mewlûd tên xwendin.
Îcar em vegerin ser mijara xwe. Divê em li vî zimanê ku bi hezar salan e zindîbûna xwe parastiye û weke mîrate ji bapîrên me gihîştîye me xwedî derkevin. Û em peywirên xwe yên dînî jî dawet û şahiyên xwe jî bazar û karen xwe yên rojane jî giştikan bi zimanê xwe pêk bînin. An na her biçe wê zimanê me jî biçilmise û wenda bibe. Helbet wê ew gunehê mezin jî yê me giştikan be.