Di serdema Hezretî Elî de bajarê Kûfeyê paytextê desthilatdariya xelîfetiya wî bû. Di heman demê de Mûawiye jî Walîyê Şamê bûye. Helbet di navbera van her dû kesayetan de dijberiyeka qewîn jî hebû. Her çend Hezretî Elî bûbe xelîfe jî Mûawiye ji ber hin sedemên li gor nêrinên xwe xelîfetiya wî qebûl nekiribû. Di encamê de jî di navbera hêzên wan de şerekî dijwar jî qewimiye. (Şerê Siffînê)
Tê gotin ku hingê bazirganek bi deveya xwe ya barkirî ji bajarê Kûfeyê rabûye çûye bajarê Şamê. Çavê şêniyekî ji vî bajarî, ji bona deveya bazirgên bi fen û fûtan jê bistîne li konetiyê bûye. Ji bazirgên re dibêje: “Ev deveya mê ya min e.”
Helbet bazirganê me jî ji xwe piştrast bûye, lewre baş pê dizane ku deveyê wî nêr e û ew deveyê nêr jî yê wî ye.
Bazirgan ji wî kesê kone re dibêje “Ev deve ne mê ye. Û ev deveyê nêr jî ne deveyê te ye yê min bixwe ye.” Lê kone pê nayê ser û israr dike ku ew deveya mê ya wî ye.
Li ser vê nîqaşê diçin ji bona çareserkirina pirgirêka xwe derdikevin bal qaziyê bajêr. Helbet hayê waliyê Şamê Mûawîye jî ji vî tiştî çê dibe. Bi qasî deh hezar şênîyên bajêr yên xwedîmereq jî li qadê kom dibin û li bendeyî helwest û biryara Muawîye dimînin, bê ka dê Mûawîye di vê mijarê de çi bibêje. Mûawîye yekser ji wan kesên li wir kombûyî dipirse:
“Gelî şêniyan, ev deveya mê ya Şêmî ye, ne wisa?”
Şênî giştik bi hev re dibêjin: “Erê, ya Şêmî ye.”
Qarewara bazirganê me qet tu pereyan nake, paş sitûwê xwe dixurîne û diçe. Deveyê wî yê ner dibe deveya Şêmî ya mê. Berî ji wir veqete Mûawîye bangî wî dike û jê re dibêje:
“Me baş pê dizanibû ku ew deve ne mê bû, nêr bû. Û ew deveyê nér jî yê te bixwe bû. Lê here bal Hezretî Elî û jê re bibêje, deh hezar alîgirên Mûawîye yên ku deveyê nêr û ya mê ji hev dernaxin hene. Bila li gor vê yekê tevbigere.”
Hingê bazirganê me li xwe hay dibe, bê bûye qurbaniyê çi meseleyê.
Bûyereka bi vî awayî weke hatiye vegotin qewimîye an neqewimîye em pê nizanin. Lê ev bûyer rewşa me ya îro baş rave dike.
Heqî û desthilatdarî ger ne di destê rayedarên dadwer de be helbet ewlekarî, hebûna maf, mal û milkên hemwelatiyan giştikan di xetereyê de ye. Dibe ku desthilatdar ji bo berjewendiyên xwe ne xwedî pîvanên mirovî bin. Lê di pergalek wisa de jî divê bawermend ne li gor daxwazên Muawîyeyan li gor heqî û rastiyê dilê wan biavêje û tevbigerin. Dibe hingê Muawîye xurt bin, desthilatdar bin, lê dema ji wan bête pirsîn divê karibin deveya mê û yê nêr ji hev cûda bikin. Ne ku ji bona hin menfeetên rojane bibin hevparên gunehên wan zaliman.
Îro jî gelek kes hene ku ne li gor rastî, mafdarî û heqîyê tevdigerin. Ne bi vîna xwe lê bereksê vê yekê bi ya serek û mîrekên êl, ezbet, rêxistin û terîqetên xwe tevdigerin. Li gora xwestek û berjewendiyên wan kesan dimeşin. Her çend gelek rastî li ber çavên wan pêkhatibin jî ji ber ku dil û mêjî, bext û ûjdan, dev û lêvên wan li hember vê rastiyê bi quflên zingarî qufaltî ne naxwazin wan rastiyan bibînin û di sefa zaliman de cihê xwe digirin.
Ez dibêjim qey ev hedîsa Hezretî Mûhemmed ya ku tê de gotiye “Yên li hember neheqîyê bêdeng bimînin şeytanê lal in.” vê helwesta wan kesên ku pirsa Muawîye ne li gor heqî û rastîyê bersivandine û bûne şirîkên gunehê wî jî baş pênase dike.