Piştî erdheja pileya 7.7 û 7.6an ku di heman rojê de li du hev qewimî û hêna jî min ji devê tu pîsporî nebihîstî ye ku gotine “ Belê pêkan e!” ev afat, weke “Kareseta Sedsalî” hate pênasekirin. Lê ya rasteqîn kesên jiyane wê weke “Roja Qiyametê“ binav dikin. Erdhej li deh bajar, çar nîvbajar, li sedan navçe û li hezar gundan bandor kir û mîna bangurdanek(silîndîr) di ser wan re derbas bûye û her der bêsewal hema wisa ripîrast kiriye. Li paş xwe, bi hezaran mirovên di bin beton û molozan de can dayî, seqet û bê cîh û war mayî hiştîye.
Mixabin beriya vê karesatê û nûha jî; prof, pîspor û endezyar tiştên derbarê bê tevdîr û bê ewlehiyê, gotinên qerase gotibûn/dibêjin; pêşniyarê xwe pêşkêş kiribûn/dikin. Ji dewlet, îqtîdar û berpirsiyaran ew tevdîrên di warê însanî, huquqî û teknîkî de hatibû/hatiye xwestin; seyr e ku aniha jî bi rîkdarî tê paştguhkirin û nayêbihîstin. Erdhej, bi sê beşan têt senifandin an tesnîfkirin;
Beşa yekem, beriya erdhejî tiştên bên kirin, tevdîrên bên sitendin e. Beşa duyem, dema ku erdhej pêk tê bi cîh anîn e. Beşa sêyem jî, piştî erdhejê xebat û yarmetiyên bi lezgînî bên kirin e. Hêjayê gotinê ku di eweliyatê de, yanî eger tiştên di beşa yekemîn de hatibe xwestin pêk hatibe; teqez wê barê beşa duyemîn û seyêmîn siviktir; texrîbat, êş û azarên derkeve holê kêmtir bike.
Eşkere bû ku ne tenê nîştecihên bi vê afatê rû bi rû man, êş û azar jiyane, maxdûr û belengaz mane; roja 6ê sibatê û roja 7ê sibatê îqtîdar û dewlet jî têk çûye. Loma jî, wexta ku di pileyên 7.7 û 7.6an de li heremê erd hejiya, di heman demê de, pergal jî hilweşiya.
Çendîn roje weke herkesî, li ber eqranên tv yan ez jî; carînan xengîn û rondikan dibarînim û carînan jî li himberî mûcezeyên rû dide ku di bin avahiyên hilweşiyan de, rizgarkirina zar û zêçan, mêr û jinan dibînim ew car jî bi halekî bextewar dûayan dimînminînim. Min xwest di wan rojên reş û tarî de, ew tiştên ez jiyam, min ditin, xwendin û bihîstin bi we re parve bikim û li jêr jî ji were rêz bikim. Fermo, baxek tesbîtên balkêş ji xwendevanên ezîz re;
ji parvekirina xwendekareke re, aciz bûm. Canikê wiha nivîsîbû; “Di serdema Xalîfe Omer erdhej çêdibe û ahalî jê dipirse gelo sêdema vê felaketê çiye? Hz. Omer dibêje ”Yek, zulim û ya dinê jî pirbûna fihûşê ye!” Min debar nekir û wiha jê re nivîsî “Tu bi vê parvekirinê, gelê li deh bajaran dijîn tawanbar dike û tu ilim û zanîstiyê red dike!”
Ji gotin û teseliyên serokkomar re behitî û şaşwaz bûm. Di serdana maxdûrên erdhêjê de, piştî sixêfên nexweş ji devê wî derket ev karesata rûdayî careke dinê bi qederê girê da û wiha axifîbû; “ Qeder e jixwe! Çi hatibe nivîsandin dê bê jiyîn jî!”
Ji îzah û ravekirina îlahiyatçi Nîhat Hatîpoxlû re, bextewar bûm. Li ser pirsa têkiliya edhej û qederê kelamê xweş kiribû; “Ev ne qeder e! Qeder, tevgera aqilane û bi zanîstî ye. Qeder, şopandina rêça ilîmê ye!”
Ji hewldan û sekna hunermend Halûk Lewend re, pê şanaz bûm. Weqfa Ahbab weke çendîn carî dinê di vê karesatê de jî erka xwe bi cîh tîne. Gotineke wî min zêde hestiyar kir. Rêzdar wiha gotibû; “ Gelo mirov dixwaze tu carî bibe kepçe û dozerek? Lê ez îroj dixwazim bibim kepçe an dozerek da ku bêtir mirovî ji bin avahiyan derxînim!”
Ji tevgera medyaya tirk re şermezar bûm. Kes û tîmên ji heft duwelên dinyê hatibûn alikariyê; ji hêla tv yên medyaya tirkan ve bi navên dewlet û gelê wan dihate pênasekirin lê tenê alîkariya Weqfa Barzanî ku ji Dewleta Başûrê Kurdîstanê bi hêzeke dewlemend hatibû alikariyê, mixabin devê wan negeriya ku wan bikin nûçe û çavên xwe ji hebûna wan re qefaltin. Hebûna wan weke timên Qatar û dewletên dinê yê ereban bi nav dikirin.
Ji peyamek ku li ser medyaya sosyal hatibû parvekirin re, mizicîm û bi fikar bûm. Di peyamê de ji ber bêbawerî û bêperestî (îbadet)yê, fatore dîsa li gel hatibû birrîn û wiha didomiya; “Ya rebbî tu gelekî mezin e. Me bibexşîne. Doh ji ber pandemîmê (Corona) em ji mala xwe dernediketin, lê îroj jî ji bo vê karesatê em nikarin têkevin malên xwe!”
Ji qêrîn, hawar û gazincê dayika ji mexdûrê kurdên bazarcixê re, xemgîn û ji xwe fihêt bûm. Dayikê herdû destên xwe bi jor de vekiribû û wiha digot û dilorand; “Tune dewleta me tune! Em jî ne misilman in gelo!? Me çi kiriye ku alîkariyê ber bi me de naşînin!”
Mêrdîn, Entaqya û Artvîn. Sê bajarên qedîm. Wargehên xweşbiniyê, pir ziman û pir oliyê!
Mêrdîn, bajarê min; wargeha dê û bavê min bû.
Entaqya bajarê xwendin û perwerdehiya min bû.
Artvîn bajarê mişextî û surguniya min bû.
Niha yek jê kêm e êdî. Niha Entaqya hilweşiya ye, kavil e, rih û can daye. Nuha Entaqya nema tê nasîn û di nexşerêyê de nexuya ye!