Li Ser Kêşeya Ziman, Tevgera Me Kurdan!

Kerem QOSERÎ

“Zimanê xwe ne rojekê, her roj, her saet, her kêlî; li mal, li bazar, li kolanê, bi axaftinê pîroz bikin!”

Arjen ARÎ Wisa tê xuyakirin ku bi vê lîv û lîbazê, bi vê şêwaz û nazê; zimanê kurdî pêş nakeve û qewî nabe. Devê me nagere jixwe em careke dinê bêjeyên “sêkerat“ û “mirin” ê telafûz bikin. Gelo çine ew gilî û gazinc, ev şêwaz û tevgerên heyî? Populizm, gotinên niglihewa, durişmên qelew û kirinên lawaz an tevgerên bêplansizî, pengavên bêsamimî û hwd(?!) Hema bibêjin tevahiya wan. Seyr e ku hemî jî di jiyana rojane de, li ser kar in û di meriyetê de ne.

Ev nayê wê mahneyê ku em piştguhiya sazî û komelên perwerdehiyê dikin, weşanxane û nivîskarê birûmetî hilberîna çand û hunerî didomînin; kesayêt û komikên bo pêşvebirina zimanê xwe tevdigerin nebinîn. Berewajî wê, şikir ku digel hemî kêmderfetî, zixt û pêkutiyê desthilatdaran jî; hêjaye gotineyê ku bi kedeke pîrozvarî gelek ji wan, bi xebatên erenî û rûmetî tevdigerin. Bi rêzdarî û minetdarî em karin hejmara yarmetî û xizmetguzariya komelên ji bo agahdarî, baldarî, hezkirî, perwedehî û bi kurtasî bo pêşvebirina zimanê kurdî hatine damezrandin wiha rêz bikin: li Stenbolê Enstîtuya Kurdî, Komeleya Lêkolînên Kurdî, li Amedê Med-Der, li Elîhê Arî-Der, li Cizîrê Birca belek, li Wanê Dîsa Der, li Îzmîrê Ked-Der û li Semsûrê jî Ferat-Der. Heyf û şermeke mezine ku li Mêrdînê, biserneketina komelaya Medî-Der ê, ji hinek sêdemên li jor hatibûn diyarkirin û bi feraseta “çî min jê” yê bû.

Jixwe sekn û nêzikbûna siyasetmedarên kurdan, ya ku di warê ziman de; ji bilî çendîn hewldanên nêtpakijîyê, seranser populîzm û xwexapandine ku heyf e hêna jî didome. Ew helwestên wan, bûye pêkenok û mîna benîştê etaran di devê stendapçiyan û rexnegiran de têt cûtin û nivîsandin. Nikilkê wî yê xêrê be, Mûrad Batgî jî demekê nanê xwe ji wan tevgerê sîyasiyên me dixwar. Yek ji nivîskarên meyî afirîner ku saeta wî xweş be ew bûyê berdevkê me jî, birêz Bahoz Baran e. Baranî di beşek berhema xwe ya bi navê “ Ferhenga Pişaftinê” de; li ser wan tevgerê siyasetmedaran ve hatiye terxandin ku di rûpela 71an de cîh distîne, wiha nivîsiye; “Tên hizûra gelî. Hinekî fedî dikin. Bi Kurdî dibêjin, “Merhaba hûn bi xêr hatin!” Gotina xwe bi Tirkî lê dikin. Wextê diçin, dîsa ji fediyan be jî dibêjin, “Bi xatirê we!.” Çi xweş diaxifin! mirov, ji axaftina gelek siyasetmadaran fahm dike ku hew wextê mecbûr dimînin bi Kurdî diaxifin. ”

Tevgerê hinek neteweperwer û ronakbîrên me jî ne samîmî û ne di cîh dene. Neteweperweriya zimanê biyanî popilîzm e. Rastî ew e ku teqez divê rewşenbîr û neteweperwerên gelê kurd, bi samimî û rîkdarî zimanê xweyî zikmakî di hêmû xebatên xwe, mal û wargehên xwe de bikarbînin. Di malê de, di kolan û sikakê de, di kada civakê de; bibin şervanê zimanê xwe. Ma hewce dike ku em bibêjin “ Ku te pişta xwe da zimanê xwe, ka çi buhaya neteweperverî û rewşenberiya te ma?” Jî loma jî dibêjim, divê herwext di bêrîka her ronakbîrî de derzî û şûjinek hebî. Çima? Ji ber ku mirov bi mebesta rexnekirinê beriya şûjinê di kesekî/ê de rake, teqez divê pêşî derziyê di dereke laşê xwe rakê da ku wê êşê hîs bike û xwe hîşyar bike! Paşê mafê wî heye êdî bi awayek çeporastî, şûjinê daweşîne nava pakên mirovan. Di sala 2002an de, bi tewanbariya cudakariyê (Di eslê wê de, em hînî nivîsandina zimanê dayika xweyî pîroz dibûn.) hatin girtin û paşê e her yek em avêtin bajarekî Bahra Reş. Pahra min Borçkaya Artvînê ketibû ku li sînorê welatê Gurcîsatanê diket. Îcar ku nigê me jî bişemitîya em daxilî erdê vî welatî dibûn. Min biryar girt da ku hemû ferdên malê, bi hev û dû re, ji bilî zimanê kurdî; di malê de qet bi zimanê biyanî neaxafin. Rojekê hefsera min bi min teqîya û wiha bi ser min de qêrîya “ Ma ne bese ji ber derdê te! Tu bû sebeba vê sirgûna malkambaxiyê ku va ye di ser bîst bajar, sed navçe û nizanim çend gundî ve em hatin vê biyanîstanê ku bi pifekê re em ê biçin Batûmê!.“ Keniyam. Bi zimanekî nerm lê vegeriyam; “ Xanim, ne ji ber wêrekî û popilîzmê bertêk rê didim. Ku ez di mala xwe de bi kurdî neaxifim de ka tu mafê min heye gelo ku ji kesên dinê re bibêjim hûn çima di mala xwe de bi zimanê xwe neaxifin?!”

Hînbûna zimanê kurdî, tu carî weke vê dem û dewranê hêsan nebûye. Hemû alav û amûrên fêrbûna vî zimanî li ber desta ye. Bi gotinên pûç û bêwate liberxwedayîn û xweparastîn, bêsamimiyetî ye. Pêyvên “ Zor e, dem tune, pir aqademik e, hêna zû ye, sazî komele tune ye, peran nake û hwd!.” xweparastina derewîn, xwexapandin û malşewitandina herî xeternak e! Rev nema ye. Dilê we diçe helawê? Fermo, va ye ard û arvan. Aha ji were rûn û heywan û şekir û qizwan. Tenê peywîra we ma sitirandin û tahmkirina wê helawa bi çêj û tahm!

Rast e, kurd ji reqs û dîlanê hez dikin. Çawa ku dem û derfetê dibînin, digel di her şert mercên neyînî de jî, xwe li himber saz û dahol u kemençê kil dikin; govend digrin, direqisin, dawet û şahiyê dikin ku ne eyb û ar e û mafekî rewayî ye jixwe. Lê divê bi heman ferasetê wisa jî derfet û zemên bidine axaftin, hînbûn û perwedehiya zimanê xwe. Bi dilsozî, henûnî, samimî nêzikî zimanê xwe bibin. Ew çax karin rojên li ser zimên pîroz bikin, dawet û şahiya lidarxin. Xwe li ber têlên tembûrê bihejînin û desmalên xwe libakin. Yan na dê dengek ji xeybê bê û wiha bi qêre ser wan; “Mêro! Kengî tu sal danzdeh meh bi kurdî axifî û fikirî; hingî tu dikare bike şahî û dîlana bi zimanê kurdî !”

Yorum Yap
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Yorumlar (4)
Yükleniyor ...
Yükleme hatalı.