Şano ew cure hunere ku mîna awêneyeke rasteqîn, tevgera jiyanê li ser dikê, ji hêla lîstikvanan û bi yarmetiya kostum, dekor, ronahî û mûzîkê; bi rênîşanderî û dîsîplîna derhênerekî radixîne ber çavên bîneran. Mirov di şanoyê de, carînan lîstikvan, carînan fîguran le ekserî bîner e. Şahî û şînî; ken û girî, dram û xemgînî; bi amatorî an profesonelî derdikeve himberî temaşevanan. Qostumên reng bi reng, mûzîk û ronahiyeke bi aheng lîstikê dixemilîne û liber çavên bîneran şêrîntir dike. Ne şerte ku lîstik her wext li ser dikekê bê pêşandan. Carînan qadek, kolanek an meydanek dibe ku bibe mekanê pêşandanê.
Tekstên şanoyê, ji berhemên weke roman, çîrok, helbest, destan, zargotin û serpêhatiyên qewimîne an yên muhtemele ku biqewimîn pêk tê. Tekst ji wan berheman, li gorî dem, dik û lîstikvanan weke perdeyan têt terxandin û tê lîstin.
Şano di dîrokê de hunera herî kevnar e. Wisa kevnare ku destpêka wê beramberî destpêka mirovahiyê ye. Beriya Zayinê(Bz) civakên pêşketî bi vê hunerê meşgûl bûne. Di şûnwarê şaristaniyên wan de, hêna jî anfî û dikên tiyatroyên wan li ser nigan e. Jixwe şano hetta ku hatiye radeya îroj û şekl û dirûv girtiye, di hinek merheleyan derbasbûye. Sermîsal berê li ser dikê sihrebazî hatiye pêşandan. Paşê hunera teqlîdê pêş ketiye. Şano piştî wan pengavan bi awayeke disîplîne derketiye himberî bîneran.
Destpêka nasîn û hezkiriya min î vê hunerê, digihêje zaroktiya min. Li dibistana seratayî ya şevinî de, carek du caran di skeçên kurt de derketim ser dikê. Piştî bûm mamoste, di çendîn dibîstanan de, min bi şagirtên xwe re piyesên hêsan amade kir. Hewldanên min î ciddî bo şanoyê, di serdema rêvebertiya sendîqaya Egitim Sen ê destpêkir. Helbet bi zimanê Tirkî. Yekemîn lîska me ku bi çend mamosteyê endamê sendîqayê amade bibû û derketibû ser dikê, lîstika Yilmaz Erdoxan ya bi navê “Kadınlık Bizde Kalsın”* bû. Eleqeyeke mezin dît. Di sala 2002an de, em yanzde mamoste û endezyarek, bi hînceta perwerdehiya zimanê Kurdî û cudaxwazîyê hatin girtin û sirgûnî bajarên Bahra Reş yên cur bi cur kirin. Li navçeya Borçkaya Artvînê, bi çend ciwanên çepgir re min xwest ku lîstika “Öğretmen”* ya Tuncer Cucenoglu ku serlîskvan ez bûm, derxînin ser dikê. Mixabin bi sêdema ku ez yekî sirgûn im û qaşo lîstik qala jiyana min dike, destûr nedan. Piştre ne şaş bim di sala 2009an de, dîsa bi komek mamosteyan re weke koma şanoya sendîqayê; em bi lîstika Ferhan Şensoy ya bi navê “Şahları da Vururlar”*careke dinê derketin himberî temaşavanan. Min çêjek pir lezzet jê sitend. Êdî ew xur kete nava laşê min û xwe lê aland. Ketim nava lîv û tevgera şanoyê da ku di lîskekê de bilîzim an yekê derxînim ser dikê lê wê carê bi zimanê Kurdî.
Sed heyf û mixabin, gavavêtinên min, carinan ji ber sêdemên pêkenokî, bêbingeh û belasebab û carînan ji ber tiştên ku min qet xeyal nedikir têk diçû. Lîstîka “Sol û Serî” ji ber kapanî û pozbilindiya hinek lîstikvanên heyî, badilhewa çû. Piştre min xwe di nava lîstika “Seyranek di Çepera Şer de”dît. Ez serlîskvanê wê bûm. Hindik mabû ku em derkevin pêşberî bîneran. Lê eşq û kelecana min/me, jiber erîşa pergalê di qirika min/me de ma. Lew di rojekê de, yazdehezar mamosteyên welatparêz, ji kar û barê xwe ve hatin avêtin an dûrxistin. Xebat nîvco ma. Eşq û hezkiriya şanoyê, rîkdarî û serhişkiya min têk bir û cara sêyemîn dîsa min xwe li ser dikê di proveyên lîstika bi navê Dansen de dît ku derhêneriya wê Dramaturg Çetôyê Zêdo dikir. Serlîskvan ez bûm û min xwe bi xwe wiha tesele dikir; “Ev car ji zeftkirina şohretiya min re kêlîkek ma!” Hey wax û sed carî hey wax. Ke bîra nexweşiya têgerî ya “Corona”yê dibir. Vê Karesatê mal li me kir zîndan û kir ku tu dev ji derketina ser dikê berde; rê neda me ku em bi rojan karibin derkevin şanêşînên xwe jî.
Ma ne bes! Na! De werin ji vî dilî bipirsin bê ka bes e an na?! Xwîn dikeliya û xura şanoyê careke dinê destpêkiribû. Rojekê ji nişkavê dengê lîrandina Çetoyê Zêdoyî ya ku lîstikvaniya min dipesinand, dîsa kete guhên min. Ew gav qet temenmezinî û tiştên dinê nehat eqlê min û di heman kêlîkê de min biryar da ku başdarî xebatên koma ŞanoMars ê bibim. Lê bi tirs û xofeke bêpîvan. Na, ne ji ber kêmqabiliyeta min, berevajî wê, ji ber tirsa bêyomî û bêqidoşiya ku pêkan bû bihataya serê min. Bi hisret û kelecaneke mezin min careke dinê dest û devlingên xwe pêça û min xwe di nava provayên lîska ku şanonûs û dêrhêneriya wê Çetoyê Zêdo kiribû dît. Şikir ji Yezdanê Dilovan re, taliya talî li gel ewqas serpêhatiyên bi neyînî rûdan jî; vê neqlê bêqeza û bela me lîstika “Li Dêrê Zargotin” bi rûsipîtî derxist ser dikê û promeriya wê pêk anî. Leyîstin ji me; sebr û hêdan, ecibandin û xweşbinî aîdî bîneran e. Hêjaye gotinê ye ku piştî çar caran( du car Mêrdîn, carek Qoser û herî taliyê jî li Elîh ê); rexneyên erenî pirtirîn bû ji yên neyîni. Ji loma jî, aniha tu mêzîn û kapan, nikare şadiya min biwezînî ne.
Em ranewestiyan e û em ê ranewistin! Meşa me, pêşendanên me, wê li Amed û Wanê dê bidome. Ma hêna we temaşe nekiriye? De fermo, jê nemînin da ku poşmaniya we, siberojê nebe bela serê we û serêşiyê çêneke ji we re.
*Şah jî tên kutandin
*Bila jintî li ba me bimîne
*Mamoste