Bedo Bal

Bedo Bal

Standardizasyona Alfabeya Kurdî

Standardizasyona Alfabeya Kurdî

Parçebûna kurdan ne tenê di warê siyasî û erdnîgarîyê de ye, di yekîtîya zimên de jî di nav pirsgirêkeke pir girîng de ye. Zimanê hin kurdan maye di bin bandora zimanên erebî, farisî û tirkî de û yên ku li Kafkasyayê mane jî mane di bin bandora zimanên ermen, azerî û hwd. de. Ji ber vê parçebûnê xwendin û nivîsîna kurdî jî bi heman parçebûnê vê rûbirû maye. Kurdên ku di bin desthilatdariya faris û ereban de mane bi alfabeya erebî, yên li bakur bi alfabeya latînî û yên Kafkasyayê jî hin bi latînî û hin jî bi alfabeya kirîlî xwendin û nivîsîna xwe berdewam dikin.

Weke ku tê zanîn di kurdî de gelek berhem hatine dayîn û hîn jî tên dayîn. Lê ji ber sedemên ku her li deverekê alfabeyeka cuda tê bikaranîn pirtûk, rojname, kovar û berhemên ku li hêleke welêt tên weşandin ji alî xwendevanên herêmên dî ve nikanin bên xwendin. Bi îfadeyeka dî dengê wan xebatan nagihîje giştika kurdan. Û di encamê de kesên li herêmên din jî ji van xebatên hêja bêpar dimînin. Bi gotinek din kurd ji êş û janên hevdû jî ji xweşî û şadîyên hevdû jî bêxeber dimînin. Di taliyê de di hestiyariya wan de hevpariyek çênabe. Û her diçe jî ji hev dûr dikevin.

Ji bona ev gengeşî ji holê rabin divê di alfabeya kurdan de standardîzasyonek çêbibe. Heta niha di warê standardîzasyona alfabeya kurdî de hin xebat û hewldanên ku hatine dayîn jî hin ji ber nêrînên cûda, sedemên siyasî û bi giranî jî ji bêr midaxeleyên dewletên desthilatdar, ku naxwazin ev xebat bi encam bibin ne gihîştine qonaxekê. Helbet dewletên ku îro li ser vê erdnîgariyê desthilatdar in baş pê dizanin ku ger standardîzasyona alfabeya kurdî pêk bê dê di warê ziman, çand û gelek warên jiyanê de jî yekîtîyê bixwe re bîne. Ev yek jî metirsiya desthilatdaran e ku wê di hêla siyasî de jî bibe sedema yekîtîya kurdan. Helbet ev encam nayê hisabê tu dewletan û di vê mijarê de geh bi destê qaşo zanyarên xwe mijarê şolî dikin û hewce bike jî bi midaxaleyên xwe yên dewletî ber li ber vê mijarê digirin.

Bi vê mijarê re têkildar meriv binihêre li Tirkiyê zanîngehên xwedî beşên zimanê kurdî jî di vê mijarê de ne xwedî nêrîneke hevpar in. Weke mînak Unîversîteya Bîngolê dixwaze ku di xebatên xwe de alfabeya erebî bikar bînin. Vê nêrîna xwe jî dispêrin sedema ku berhemên kurdî yên klasîk tev bi tîpên erebî hatine nivîsîn. Her wekî ku nêrînek zehf masûm xuya bike jî ewqasî ne weke ku xuya dike. Xuya ye ku ev yek pêk bê di encamê de wê bibe sedema kêmkirina potansiyela xwendevaniya kurdî. Di pratîkê de li Tirkiyê her kes dikane bi tîpên latînî bixwîne lê bi yên erebî her kes nizane. Ji ber ku kesên bi xwendina tîpên erebî nizanin wê nikanibin bi wan tîpan bixwînin wê rê li ber xwendevaniya kurdî bê girtin. Ev derdor di derheqa zaravayê kurmancî û zazakî de jî xwedî nêrîn û hewldanên ecêb in. Li gorî wan zaravayê zazakî ne kurdî ye, zazakî zimanekî bi serê xwe ye. Tê zanîn ku bi van xebatên qaşo di bin kirasê akademîk de rê li ber pêşiya yekîtîya kurdan bigirin û mijarê şolî bikin. Çima ku mîsyona wan e ev.

Belê. Her çiqas berhemên klasîk giştik bi alfabeya erebî hatibin nivîsîn jî îro di pratîkê de hewcedarî bi bikaranîna alfabeya latînî heye. Di xebatên warê zimanê kurdî û edebiyata kurdî de bi awayekî modern ji alî giştika derdorên xwedî xebatên zimanî Celadet Elî Bedirxan û ekola wî weke hîmê bingehîn tên pejirandin. Kovara Hawarê di sala 1932an de ji alî wan şexsiyetan ve hatiye derxistin. Û helbet li gorî rewşa dinê yî polîtîk ya wê demê û piştî gelek nîqaşan hewcedarî bi alfabeya latînî hatiye dîtin. Her çiqas di serî de Hawar bi du alfabeyan hatibe weşandin jî di pey re weşana xwe tenê bi alfabeya latînî berdewam kiriye. Ji wê demê û vir de bi taybetî di bîst salên dawî de giştika berhemên klasîk jî hatine latînîzekirin û hatine weşandin. An ku rewş îro jî me mecbûrê bikaranîna alfabeya latînî dike. Çima ku heman sedem û hewcedariyên salên derxistina Hawarê îro jî li pêşiya me ne.

Kesayet û derdorên ku bi awayê rêxistinî xebatan li ser ziman, çand û edebiyata kurdî dikin divê di mijara standardîzasyona alfabeyê de bên bal hevdû û di vê pirsgirêkê de jî hewldanan bikin. Komxebatên li ser vê mijarê ez bawer im ku dê yekîtîya zimanê kurdî pêk bînin û bi saya van xebatan wê bandorê li yekîtîya tevahî jî bibe.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
1 Yorum
Bedo Bal Arşivi