Şéxmûs Sefer

Şéxmûs Sefer

EYD

EYD

Piştî em mezin bûn û em fêrî kurdiya nivîskî bûn em pêhesiyan ku eyd bi kurdî cejn e.

Lê di zaroktiya me de peyva eydê xwedî efsûnekê bû.

Berî her tiştî xeyal bû.

Xeyalên solên nû, kincên nû, xwarina şekiran û kişandina cixareyan bû.

Li gund hema hema hemû zarok wekî hev bûn, wekî hev xwedî solekê û pantorekî bûn û tenê di cejna de li sola kevin solek e nû, li pantorê pînekirî jî pantorekî nû lê zêde dibû.

Bavê kesî ji yê din ne dewlemendtir bû.

Hin ji me zerik, hin ji me sorik û hin ji me reşik bûn

Lê tenê zimanekî me hebû, bi wî zimanî me ji hev re xeber dida, bi wî zimanî em digiriyan û bi wî zimanî kêf dikir.

Tûrikê her zarokî nedibû, lê torbê me hemûyan hebû, kê zêde şekir topbikira û torbeyê xwe tije bikira forsa xwe diavêt yê din.

Kê bixwesta dikarîbû li cem mezinê xwe cixarê bikişîne û kesî tiştek nedigot.

Di dawiya dawî de eyd ya zarokan bû û divê zarok bi kêfan xwe bûya.

Rêwitiya ewil ya ku em ji gundên xwe dûrdiketin encex di eydan da bibûya; mîna kifşkirina welatekî bû ji bo me gundên din.

Em zarok kom dibûn û diçûn gundên cîranan.

Heyecanek e ecêb bû.

Gelo çend malê gundên wan hebûn, wê çi qas şekir bidana me, û xeyalê li ser xeyala loqûm û biskewît bûn ji me re.

Gelo wê ew jî hebûya.

Tirsa me jî dibû carê, wê kûçik li ser rêya gund hebûya, wê tenê ewt ewt bikirana an bi rastî jî wê diranê xwe di pantorê me yên nû de biçikandana.

Eger tiştek wisa bibûya û kûçikan ji zimanê me fêm bikira belkî me pantorê xwe bi ser çoka xwe rakira û gotibûya fermo; dev goştê lingê me bike lê pantorê me neqetîn.

Piştre em mezin bûn, eyd bûn cejn ji me re.

Tahma şekiran jî nema, ew zarokên di biçûkaniya xwe ji bo roja eydê dest bi cixarê kirin careke din dest jê bernedan.

Min qet cixare nekişand, nizanim min baş kir an xerab.

Ji ber hevalên min yê wê deme dest bi cixareyê kirin hem xerabî ji wan hat û hem başî.

Piştre em belav bûn, belkî dûyek hîn jî li pişt me mabe ji wê demê…

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Şéxmûs Sefer Arşivi