Şéxmûs Sefer

Şéxmûs Sefer

Xwebixwe

Xwebixwe

Dibêjin payîz û zivistan demsala helbestvana ye.

Çi qas rast e nizanim lê di vê demsalê de mirov bêtir xembar û xemgîn dibe.
Em çi qas li xwe vedigerin û hesabê jiyana xwe dikin bê em çi dijîn û ev emrê derbas dibe têra çi kiriye û têra çi dike?

Mesela di nava ew qas helehel û geremolê de çend caran evîna me ya zaroktî hatiye bîra me?
Yan jî çend kes ji me bi şev çend helbestên bi dilê xwe dixwîne û radizê?
Çend kes ji me sibehê bi muzikeke jê hez dike şiyar dibe?
Çend kes dema di rêwitiyekê de şahidî çend kesên kêleka xwe dibe ku li ser hunerê dipeyivin?
Dema me çi qas heye ku em bi dost û hevalên xwe re bibihurînin?
Me di jiyana xwe de -ferq nake bê ji kê re be- çend caran guldesteyek daye destê kesekî/ê?
Çend kes ji me tahma jiyanê dijî bi hemû rih û bedena xwe?

Dizanim bersivên me zêde ne erenî ne, yên min jî.
Rast e, coxrafya qeder e; lê ma ev qebûlkirina wekî teslîmbûnê jî dikeve nava qederê?
Bala xwe bidin civakê, hema hema her kes aciz e ji xwe, ji derdora xwe, kes bi têra dilê xwe nakene.
Gelek kes jî nikare zikê xwe têr bike.
Peyvên li ber guhê we dikeve di sikakan de bêtir ji bo debara malê ye.
Her kes di nava rûnê xwe de dişewite, yên dişemitin jî diçin û hey diçin.

Ev rewş di vî zemanî de dibe ku li gelek aliyên dinyê bi vî rengî be.
Lê li cem me hîn bêtir e; bêtir hejar, bêtir bêçare, bêtir ne bextewar û hin ji me têra xwe bitir.
Dilê we diperite gelo dema dayikek êvara ji bazaran fekî û sebzeyên avêtî top dike ji bo zarokên xwe?
Mêr, keç an kurê wê jî di ber riya welatekî de çûbe.

Wê heta kengî ev rewş bi vî rengî bidome?
Gelek ji me baz da çû ji van deran.
Çûn welatên ku xelkê bi keda sedan sala ji xwe re ava kiribûn, li ser rûniştin.
Hin ji me yên mayî jî dixwazin biçin, yên naxwazin jî bi mahdekî nexweş li wecê hev dinêrin.

Heta kengî ev bedbînî, nêz e gelo ew xweşbînî, geşbînî?
Em ê çi li xwe û li civatê zêde bikin piştî vê saetê, ew motîvasyon û hêza me wê têr bike?
Dawiya dawî di jiyana nûjen de yên civakan saz dikin, rêya baş û xerab pêş wan dikin sazî û dezgeh in.
Lê ne siyaset û ne jî berpirsiyarên van meseleyan dengê hewce ye ji xwe nayînin.
Û mixabin li vê coxrafyayê wekî leglegê emrê me diçe bi leqleqê…

Û bila ev helbesta li jêr jî berdewama vê nivîsê be.

Çêlîka teyrekê
Hêdî hêdî
Bi nikilê diya xwe
Ji hêlîna wekî ezmanekî bilind
Serberjêrî çû xwarê
Nêzî erdê li çavê diya xwe nerî
Bêdeng li cihê xwe melisî
Perî li aliyekî
Bask li aliyekî
Dil li aliyekî

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Şéxmûs Sefer Arşivi

EYD

19 Nisan 2023 Çarşamba 23:52