Şéxmûs Sefer

Şéxmûs Sefer

Zimanê siyasetê an siyaset a zimên

Zimanê siyasetê an siyaset a zimên

Gelek rojnamegerên kurd ku piştî salekê girtî mabûn hatin berdan. Ez li ser navê wan û malbata wan kêfxweş bûm. Di nava vê sîstemê de mirov eger tiştekî ji bo kurdbûnê bike ne mimkun e ku serê wî nekeve belayê. Jixwe gelek kesên di vê riyê de ye jî dizane an texmîn dike bê dikare çi were serê wî/ê.

Dadgehkirina rojnamegeran du rojan dewam kir û hemûyan jî bi kurdî îfadeyên xwe dan. Bi rastî piştî min ew dadgehana bi çavên serê xwe dîtiye û ew xofa li ser mirovan çêdike di hundirê xwe de hîs kiriye, ez vê helwesta wêrekane di cih de û pîroz dibînim.

Lê wekî Adorno jî gotiye jiyaneke şaş rast nayê jiyîn. Kesên di nava xwe de bi zimanê serdestan dipeyivin, civînên xwe, jiyana xwe ya rojane, sohbetên xwe bi tirkî dikin û dijîn, bi zarokên xwe re bi tirkî dipeyivin dema derdikevin hem ber mahkemeye bi çi derûniyê bi tirkî dipeyivin. Gelo dixwazin bêjin; erê em di rastiya xwe de guh nadin zimanê xwe lê em ji we jî natirsin, hûn her çi qas zimanê me li me qedexe dikin û dojehê bi me didin jiyîn jî em serî li hem ber we natewînin!


Di vir de du tişt derdikeve pêş; asîmîlasyon û otoasîmîlasyon. Asîmîlasyon ew tiştê yê ku serdestê te/dijminê te tîne serê te. Otoasîmîlasyon jî ew tiştê ku serdestên te bi salan anîye serê te îcar qebûlkirina wê ya xwebexş e ji aliyên te ve. Yanî di ya duyemîn de kes zorê li te nake û tu vê ji dilê xwe dike. Wekî mînak li dadgehê ji her çi sebebê be dema tu bi kurdî dipeyive û dema tu ji dadgehê derdikeve diçe girtîgehê bi hevalên xwe re bi tirkî dipeyive, bi parêzerê xwe yê kurd re bi tirkî dipeyive dema tê hevdîtina te, bi keça xwe Delal re an bi kurê xwe Rênas re bi tirkî dipeyive dema tên ziyareta te… Ev hemû dibe otoasîmîlasyon. Em vê xwebixwe dikin. Jixwe armanca dewletê ya serek e ev e. Tiştê ku ew bi sedsalan bi tanq û topên xwe nikarîbû bike tu tenê bi serê zimanê xwe vê dike.

Dema İngilîz Hîndistana ku bi dehan ziman lê dihat axaftin xist bin hîmaya xwe ji bo ku wan baş nas bike û hemû kodên civaka wan binase komên zimên ava kirin û xwe hînî zimanên wî welatî kirin. Paşre çi polîtikayên dixwestin bicih bikin hêdî hêdî pêk anîn.

Îcar me kurdan pêşî li ber xwe da, paşre me xwe hêdî hêdî teslîmî serdestên xwe kirin. Tiştên ku serdestên me nikarîbûn bi me bikirana û dest ji hînbûna me zimanê me berdin mîna Îngilîzan, ji kokê înkar kir û nas nekir mixabin bi riya rêxistinên kurdan ev yek wekî şaxên dara li nav gel belav bû. Mîrov carina bêhemdê xwe be jî difikir e û di ber xwe de dibêje; gelo yek ji erk ên van rêxistinan hînkirina zimanê serdestan bû!

Min bi çavên xwe didît, di civînan de li ser navê ‘siyasetê’ bi dayikên aşitiyê re bi tirkî dipeyivin û wan dayikan yek peyv jî bi tirkî fêm nedikirin û nedipeyivîn. Piştî bi salan carekê min di televizyonê de ji wan dayikan yek dît, bi kitana xwe ya spî daxuyaniya jê re hatibû amadekirin bi tirkî dixwend.

Heywax!

Îcar, li hemû dinyayê ziman amûra fêmkirinê be jî ji bo me kurdan ji vê wêdetir e. Em nikarin tene bi vî çavî li zimên binerin ku tene ji bo em ji hev fêm bikin. Ji bo me paşxaneye, dîrok e, çand e, folklor e, hebûn e, pêşeroj e û hemû tiştên ku ez nikarim lê zêde bikim.

Lê dixwazim fêm bikim em Kurd çima bi xwe re bi tirkî û bi tirkan re bi kurdî dipeyivin!

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Şéxmûs Sefer Arşivi

EYD

19 Nisan 2023 Çarşamba 23:52