Şêxmûs Sefer

Şêxmûs Sefer

Li Dû Dostekî Arjen Arî

Cara ewil min navê Arjen Arî ji Kawa Nemir bihîstibû. Salên nodî min li Stenbolê amadehî dixwend û helbesta min ya ewil di kovara Jiyana Rewşen de weşiyabû. Tu nabêje Arjen helbesta min di kovarê de dibîne û jê hez dike. Radibe li Kawa digere û jê dipirse; Şêxmûs Sefer kî ye, dema min ev bihîst wekî xortekî naşî kêfa min hat begûman. Salên nodî hêdî hêdî bi zimanê kurdî pirtûk û kovar derdiketin, ew qedexebûna bi dehan salan piştî ew qas ked û bedelên mezin kurdî bi nivîskî jî cihê xwe di nava civata kurdî de digirt.

Bêguman yek ji wan kesên ku li bakur pêşengiya vê kiribû û hîn jî dikir Arjen Arî bi xwe bû.

Piştî bihîstina navê wî bi deh salan şûnde cara ewil me li Amedê rûbirû hev dît. Ev jî, berî ku ez li Amedê bicîh bibim bi çend salan piştî êrîşeke çekdarî ku ji aliyê hîzbullahçiyan bi brîndarî filitîbû û ji Nisêbîna ku her di dilê wî de bû koç kiribû û hatibû li Amedê bicîh bibû. Paşre di her hevdîtineke me de wê illeh navê Nisêbînê derbas bibûya, em herdû jî ji wir bûn û kodên wê derê ne dûrî me bûn. Wekî brînekê bû Nisêbînê ji bo me û carê me ew birîn pêş hev dikir. Arjen bi hin bîranînan bextewar dibû, dibişirî, dikeniya, carina jî hêrs dibû xeber in cihê xwe digirtin ji devê wî derdiketin.

Bi salabû dosya min ya ku li ber destê min bû bî dîtina Arjen xwestibû êdî ji nav lepê min derkeve û bibe pirtûk. Min jê daxwaz kir ku berî biweşînim ew bixwîne û gelo hejayî çapê an na ji min re bêje. Arjen piştî helbestên min xwendibû û çend tebinî li ser dosyayê bi destxeta xwe ji min re nivîsîbû, bi dilekî rehet ji min re gotibû; bila dilê te rehet be, ev helbest in û biweşîne. Piştî van gotinên Arjen min dosya xwe da weşanxaneya Lîsê û bi navê Bîstan Hatin Berdan di 2006an de pirtûka min ya ewil derket.

Piştî wê bi Arjen re em çûn gelek festîval û deran. Em biçûna ku ew kesên em li derdora Arjen me wî wekî mamosteyekî xwe, wekî birayekî xwe yî mezin me dida pêşiya xwe, em benda bûn di civatê de gotina pêşî ew bêje. Her dem kincên xwe yên xweşik û lihevhatî li xwe dikir. Rojekê dema ez çûm mala wî şuxlê beriya Mêrdînê kirasek e spî çakêtek li ser, qundereya wî di lingê wî de û ala Kurdistanê li ser dilê wî pêşwaziya min kir. Ez şaş mabûm û cara ewil min wî wilo dîtibû.

Arjen mirovekî nefsbiçûk bû jî. Wekî tê gotin bi zarokan re zarok bi mezinan re mezin bû. Xwe wekî hin camêran bi çend xebatên Kurdî li ser serê mirovan nedikir payebilindek. Ez bawer im li Amedê û di dema xwe de ku em gelek kes diçûn Kolana Hunerê wê yê Arjen di nav komek xort û keçên Kurd de bidîta. Ji wan re behsa gelek mijarên cûrbecûr dikir û bi taybet li ser wêjeya Kurdî û helbesta kurdî nerînên xwe bi wan re parve dikir. Ji wan dixwest ku li kurdiya xwe, kurdbûna xwe xwedî derkevin. Helbestên xwe ji wan re dixwend carina gava daxwaz jê dihat kirin.

Arjen di helbesta kurdî ya nûjen de deryayek bû. Di helbestên Arjen ne sînor hebûn û ne jî otosansur. Di nerîna xwe ya siyasî de azad bû û di hîsên xwe yê şexsî de jî dema dinivîsand. Xwe li gorî nerînên filan derê û bêvan normê angaje nedikir. Rastiya wî, hîsên wî çibûya Arjen ew bû.

Ji xeynî helbestên xwe antolojiyek jî li ser helbesta kurmancî amade kiribû. Dixwest helbesta kurmancî baş bê zanîn û têra xwe belav bibe.

Rojekê berî ev nexweşiya ‘pîs’ bi wî bigir e û bi her awayî li nav laşê wî belav bibe min ew li ber nexweşxaneyê dît. Min got xêr e Arjen, li vir çi dike. Got hinekî nava min diêş e û hatime ser doktor. Paşre min bihîst ji bo tedawî bibe çûye Edeneyê. Paşre her me bihîst ku rewşa wî ber bi xerabiyê ve diçe em bi hin hevalan çûn serdana wî li Edeneyê. Carî dawî me pê re sohbetek e kurt kir û ji bo diyariya dostaniyek e ji dil jî me wêneyek bi hev re girt.

Ez bawer im nexwest li wir çavê xwe bigire û hate welatê xwe, bajarê jê hez dikir. Zêde nedixwest li vir kes biçe serdana wî. Porê wî weşiyabû û ez bawer im dixwest em her wî Arjenê bi fors, ji dil, karîzma, bi ken, nefsbiçûk û wekî çiyayê Sefîn û Herekol mezin di xeyalê xwe de bihêl in…

Me jî wilo kir û wekî te dixwest di dilê xwe de veşart. Duho dema ji bo salvegera mirina te em hatin ser mezel dengê te her li ber guhê me bû; ji kişweran payîz e niha!..

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.