Şéxmûs Sefer

Şéxmûs Sefer

Mekteba Sêwiyan*

Mekteba Sêwiyan*

Ji bo wan zarokên jibîrbûyî di nava demê de

Berî ez dest bi dibistana ez ê lê bijîm ne ku tenê bixwînim bikim min hin tişt bihîstibûn. Bavê min, min hînî çend peyvê tirkî dikir ku di dema leşkeriyê hîn bibû. Ne hindik bû wê demê, tam çar salan leşkerî kiribû. Emrê wî yê din jî bi qaçaxçitiyê derbas bibû. Berî ez dest bi dibistanê bikim nizanim çima dixwest min hînî çend peyvên tirkî bike. Ew peyvana jî bêtir peyvên ‘milîtarîst’ bûn, mîna ‘rahat, hazırol, geri dön, ileri marş marş’** Bavê min yê ku li ser sînor bi tivinga xwe yî brûno bi dehan eskerên tirkan re şer dikir çima min hînî wan peyvên eskeriyê dikir gelo? Belkî jî texmîna wî ew bû ku ez ê ji dibistanekê bêtir biçim baregeheke leşkerî…

Baş nayê bîra min bê rojek çawa bû dema min dest bi dibistana seretayî kir. Lê tu carî ji bîr jî nakim bê wê rojê çawa lal mam!

Ji ber bavê min pêl mayînekê kiribû û ji lingê xwe seqet mabû sê çar salên dawî ez her li odeyê li cem bavê xwe dimam. Her behsa jiyana xwe ya qaçaxçitiyê dikir ji min re û bi vê mebesê tekiliya me ji ya bav û kurekî wêdetir bû.

Wê roja ewil dema ez ji bexçeyê mezin yê dibistanê destê bavê xwe berda û ber bi polê ve çûm min nizanîbû jiyana min ya xwerû kurdî wê bibe tiştekî din û ez jî hêdî hêdî bibim kesekî din.

Bavê min fêm kiribû ku naxwazim destê wî berdim û ber bi wê mengeneya ku zaroka diherîne biçim. Ji bo wê ji min re got biçe ez ê li vir benda te bim.

Di polê de em nêzî çil zarokên mîna hev, yek jî ji me yek peyv bi tirkî nizanîbû, me li çavê zilamekî dinerî bêyî ku yek tiştî jê fêm bikin.

Bi zîla dibistanê wekî berxikên biharî li guhanê diya xwe bigerin ez jî bi bazdanê ber bi bavê xwe bazdam bi hêviya ku wî bibînim. Lê bavê min çibû û ez ji wê rojê ve lal mam.

Nêzî heysed zarokên derûdoran Mêrdînê li dibistana ku jê re digotin YİBO*** top bibûn. Ya jî hatibûn top kirin. Bêguman dewletê dixwest di wî emrî de me bike mirovên ‘baş’ ji bo xwe. Ji bo vê jî divê kurdî li me qedexe bikira û bikira em tenê bi tirkî bipeyivin. Bêguman mufredata perwerdehîyê jî heta tu bêje bes kevneperestiya tirkan dixist ser û ruhê me.

Nizanim çend kes ji me di hundirê wê mengeneye de mîna libên genim hatin hêrandin, çend kes ji me xwe parast, çend kes me wekî kurd ma û çend kes me bû tirk û mirovên ‘baş’ nizanim.

Sibehê saet di şeş û nîvên sibehê de ji aliyê mamosteyê nobedar em dihatin şiyar kirin. Di destê wî de darek an hesinek hebû û li deriye qawîşê dixist. Di her qawîşê de em nêzî sîh zarokên diman, li hin cihan hîn bêtir. Saet di heftan de etud dest pê dikir û piştî saetekê jî taştê.

Bêguman çûyîna taştê bi dorê bû ji sinifan. Her tişt hiyerarşîk bû û her tişt ji pola 8an dest pê dikir û heta pola 1ê dihat. Dema em diketin hundirê xwaringehê jî wisa bû.

Di her xwarinê de em heysed kes radibûn ser piya û me ji dewleta ‘xwe’ û xwedayê ‘xwe’ re due dikir, bi dengekî wilo bilind bû ku xwarinên me ji tirsa di sêniyên me de dilerizîn!

Navrojê jî wisa bû, êvarî di şîvê de jî. Her roj berî ders dest pê bikin em heysed zarok li gorî bejinbilindbûna wan diketin dorê û wekî tayekî divê em li dû hev rêz bibana. Kesekî eger xeta xwe şaş bikira herî hindik sewteyek e baş dixwar.

Dîsa me sond dixwar ji bo tirkbûnê her roj di her merasîmê de. Ji bo em wê sondê li hember heysed kesî bixwînin em diketin pêşbirka jiberkirinê di nava xwe de.

Hema hema hemû zarokan ji futbolê pirr hez dikir, yan jî ji hemû cûreyên sporê. Tiştek hebû di hundirê me de ku serkeftinek dixwest, em xwe îspat bikin li hem ber vê jiyanê.

Ji ber wê dema di hin turnuvayên futbolê de tu tîmên dibistanên din xwe nikarîbûn li ber yên YİBOyan bigirin.

Her me li çavê mamosteyekî xwe dinerî ku ji me hez bikin an kêfa xwe ji me re bînin.

Di hefteyê çarekê de me dikarîbû serê xwe bişuşta. Wê roja serşuştinê wekî hemû rojên din ji ber tenê pantorek an fanilayeke me hebû berî em sere xwe bişon me dida cihê şuştinê û wilo derbasî cihê şuştinê dibûn.

Em nêzî bîst sîh kes şilfî tazî di hemamê de, her çar kes bi sabûnekê, tasekê û pêjgîrekê sere xwe dişuşt. Carina heta ew pêjgîr digihişt me ji zuwakirinê bêtir em pê şiltir dibûn.

Piştî em derdiketin îcar qefleyeke din li dû me. Paşre em diçûn ew kincên ku me nîv saet bere dabû cihê şuştinê û eger derketibe bi wê şiliya xwe me li xwe dikir û derdiketin bi bazdan li kalorîferekê germ digeriyan da ku xwe germ bikin.

Ji mehê carekê em dikarîbûn biçûna cem malbatên xwe.

Em heft salîbûn û heyşt sala li ser hev tenê ji mehê carekê me dikaribû dê û bav û xwûşk û birayên xwe bibînin.

Mehê carekê…

Gelek tişt hene binivîs im, gelek tişt hene ku pir kûr hîs dikim ji bo wan rojan.

Lê hem dixwazim ji bîr bikim û hem jî dixwazim ew kes bizanin dema digotin ma vê dewletê çi bi we kiriye!

Ma vê dewletê çi bi me nekir!

Tenê ez ê vê bêjim, dema ez filîmên li ser cihûya hatiye kişandin temaşe dikim di wan kampên naziyan de zaroktiya min û dibisatanên YİBOyan tên ber çavê min.

Bi ya min tenê ferqeke me hebû ji wan cihûyan.

Gelek ji wan bi rih û canê xwe hatine kuştin.

Gelek ji me jî tene bi canê xwe xelas bû…

*Gundiyan ev nav li YİBOyan kiribû

**Amade be,paşde vegere, pêşde here

***Navê dibistana leylî bi tirkî

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Şéxmûs Sefer Arşivi

EYD

19 Nisan 2023 Çarşamba 23:52