Şéxmûs Sefer

Şéxmûs Sefer

Welatê Xerîbiyê

Welatê Xerîbiyê

Dema em zarobûn û dinya tenê ji gundê me pêk dihat me peyva welatê xeribiyê pir dibihîst ji mezinên xwe. Carina ev welat Stenbol û carina jî bajarekî Anatoliya Navîn bû ku mezinên me ji bo debara malê diçin li wir dixebitîn.
Me xeyal dikir gelo xerîbî tiştekî çawa bû.
Cara ewil rêwitî û xerîbiya min ya mezin ji bo berhevkirina findiqan çûyîna aliyê bahra reş bû û emrê min hîn 12-13 bû. Paşre ji bo xwendina amadehiyê çûm Stenbolê û ji wê rojê heta anha her digerim, bi dehan welat û bi deh hezaran kilometre rê…
Mehek berê hevalê min yê ji Osloyê bi karavana xwe hatibû Amedê û ji bo vegerê min jî vexwend ku em bi hev re heta Osloyê rêwitiyekê bikin. Min jî yek nekir dudo û ev yek qebûl kir.
Wê azmûneke baş bûya bêguman, rêwitiya ew qas dirêj û bi erebeyê.
Zûdeye cara ewil dema bi keştiyê ji Fransayê derbasî aliyê İngilîstanê bûm min xwebixwe gotibû; di sedsalên borî de ew qas mîsyoner çawa û bi çi awayî ji wan welatên xwe ber bi Îranê, Kurdistanê, Hindîstanê û hwd. hatine. Heta ez ne şaş bim carekê li welatekî Ewrûpayê dema digeriyam rastî dibistanekê hatim ku li wir tenê perwerdehiya mîsyoneran dihate kirin û her mîsyonerên ji wê dibistanê ‘derdiket’ careke din venegeriyaye welatê xwe. Ya bi nexweşiyekê an bi qezeyekê di rê de miriye, ya hatiye kuştin, ya jî bi xwe venegeriyaye. Lê tiştekî diyar hebû ku tu kes ji wan venegeriyaye!
Dema ez li ser wê fikirîm tirsek kete dilê min ji ber wêrekiya wan. Ez ne neheq bûm jî, dawîya dawî em ji çandek e wisa hatibûn ku bi salan em ji gundê xwe neçibûn navçeya nêzî xwe jî. Ji me bi milyonan însan bajarek ya dema çûye nexweşxanêyê ya jî eskeriyê dîtiye.
Ji bo wan mîsyoneran mirov çi hîs bike nizanim.
Lê rastî ev bû ku bi vê meraq û xeyalên mirovan nebûya wê dinya tenê her li dora xwe bigeriya û hayê kesî ji yên din nebûya. Keşfên dinyayê hemû ji ber meraq û xeyalên mirovan pêk hatine bêguman.
Lê xwezî ew dinyaya gurover ku me bi xerabiyeke mezin ‘duz’ kiriye her wekî xwe bimaya ji aliyekî ve. Ew dinyaya ku di milyon/milyar salan de ev şeklê xwe stendiye mirovên anha bi şoreşa sanayîyê ku xweşik dused sal emrê wê tune ber bi qedandinê dibin.
Nizanim çawa ew mirovên home sapiens ji wan re tê gotin ku xwedêgiravî wekî mirovên zana tên hesibandin xerabiyeke ew qas mezin bi xwezayê û heywanan bikin.
Mejiyê ku li gorî demên berê pir pêşketîtir çawa dibe ku vê rastiyê nabîne.
Li ser vê mijarê dikare gelek tişt bên nivîsîn lê min bêtir xwest li ser gera xwe binivîs im ku ger carina tenê ne ‘gerek e’ û rê ji tenê ne ‘rêyek e’. Ger ji bo çi ye û rê te dibe ku. Ev herdû pirs bi ya min ji dema berê de heta anha her li ber me ye û em li bersivên wê digerin.
Ez ê bi gotinek e ku jê hez dikim biqedînim; ya esil rê ye ne rêwitî…

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Şéxmûs Sefer Arşivi

EYD

19 Nisan 2023 Çarşamba 23:52