BÊHÊVÎBÛNEK
Ev demek e ez bawer im bala we jî kişandiye hema hema her kes li ser şert û mercên jiyanê dipeyive. Dema hûn li sikakê dimeşin dengê mirovekî bi hêrs û bilind tê we ku ya behsa deynekî xwe dike ya jî behsa kirêya xanî dike ku ji ber buhabûnê mecbûr e jê derkeve û xaniyekî din ji xwe re bibîne.
Ajokarên minubus û teqsiyan, firincî, dikandar, dergevan, bijîşk, endezyar, hema tu kê bibîne û bi kê re bipeyive ji xeynî debara jiyanê tiştekî din ji devê wan nayê bihîstin.
Bêguman rastiya jiyanê ev be wê gotin û şitexalî jî li ser vê bin. Gelo wekî Marks gotiye di encamê de her tişt tê û li ser çinîyatiyê disekine. Nebe ku em hemû hêdî hêdî feqîr bibin û bêhna me bişibe hev, ya birçîbûnê!
Her diçe dinav civakê de kes wekî berê nema li ser pêşketinên siyasetê dipeyive. Ne di bala wan de ye êdî wê kî bibe serokê kîjan rêxistinê.
Di salên berê de ew televizyonên ku 24 saetan vekirî diman hema hema kes nema 24 deqeyan jî tehamulî wan dikin. Ew kesên di televizyonan de diqîriyan û ew kesên ku bi her ‘fermaneke’ wan dikuştin û xwe didan kuştin zûdeye wekî televizyonên berê tefiyan û bi xwe bêdengbûn.
Berê nirxên hin tiştan hebûn, yê zimanê te, yê ax a te, yê hevalên te, yê baweriyên te…
Anha tenê nirxê tiştekî heye, pere!
2 / 2
Her kes behsa pera dike, yên hejar jî û yên dewlemend jî. Yek ji birçîna yek ji bitirbûnê!
Li vê erdnigariyê carê behsa wêje û hunera kurdî jî dibû, anha jî dibe lê bi çend kesan û çawa.
Komik û terîqatên van derdoran jî hene, her kes dibêje êzingê min. Kesekî din, pirtûkeke din, weşaneke din, romaneke din, helbesteke din ne di xema tu kesî de ye.
Bi van çend gotinên dawî bila ez reşbîniya xwe baş li ber çavên we raxim. Wa dawiya dinyayê tê, çave me hemûyan ronî be!
Her diçe av namîne, dinya ji germa dişewite. Bi vî rengî çend saleke din bidome wê habîtata dinyayê biguhere. Koçên mezin wê dest pê bikin ber bi cihên av lê hebe û hêniktir û bêguman pê re şerên mezin.
Ji bo emrê dinyayê behsa 4 milyar sal dikin lê di 200 salên dawî de sona dinyê tînin ev çavbirçîbûna mirovan!
Jixwe heta çav têr nebin wê tu carî birçîbûn jî ji holê ranebe.
Wekî dema çavbirçiyên Ewrûpî ber bi parzemîna Emerîqayê ve çûn û niştecihên wir kuştin bersiveke xweş ji wan wergirtibûn. Divê ev hîn jî wekî guharekî di guhê mirovan de bûya lê ka aqil û ka wicdan!
‘roj wê bê mirovên spî wê fêm bike, petrol nayê vexwarin û dolar nayê xwarin!..’
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.