Heta nifşê me yê anha hema hema hemû kurdên berî me jiyane ev peyvên efsûnî bihîstine.
Mezinên me di şevên wekî anha ku televizyon û telefon di malan de tunebûn heta em di xew re biçûna çîrokên ku bi hebû û tunebû dest pê dikirin ji me re digotin.
Bêguman em zarokên bi şens bûn û eger em hinekî bibin kurd û hîn jî kurd mabin bi saya wan şev û çîrokan bûye, anha fêm dikim.
Di şert û mercên îroyîn de zarokên kurdan her roj hinekî din dibin ereb, dibin faris û ji hemûyan bêtir dibin tirk.
Desthilatdaran pêşî ev yek bi darê zorê kir.
Paşre jî me ev yek qebûl kir û di mal û xewnên xwe de wekî serdestên xwe jiyan.
Ji bo ku em bidin xuya kirin ku çi qas şibiyane serdestên xwe jî dema em bi zimanê xwe peyivîn û jiyan jî, me ji vê yekê re got; jiyan kir!
Her tişt bi demê re ‘normalîze’ bû.
Li bajarên xwe dema em bi dikandar an kesekî re bi zimanê xwe peyivîn ew kesana beyitîn.
Gotin; wa tu bi zimanê hêbû û tunebû dipeyive!
Hinik ji wan li hem ber axaftina zimanê xwe bişirîn, hinek famkorî bûn, hinek jî adiz bûn û gotin bi zimanê efendiyan bipeyive.
Ne dûr di demeke nêz de di paytexta welatekî de li navenda bajarên wan li ser dîwarên girtîgehan dinivîsand; bi tirkî bipeyive, pir bipeyive!
Îcar çi kesên girtî yên wê deme û çi kesên li wê paytextê li derve dijiyan anha bi îxtimala herî baş ‘jiyan dikirin’ û yên din jî her roj bêtir nêzî wê girtîgehê dibûn bi zimanê xwe û bi têra dilê xwe dipeyivîn!
Tiştên anormal êdî normal bibûn û ev rewş ji bo gelek niştecihan normal dixuya êdî.
Ew tiştên hebûn jî tune dibûn roj bi roj.
Çîrokên me.
Mezinên me.
Zimanê me.
Hebû êdî tunebû!