KUMÊ ELO LI SERÊ CELO

Şéxmûs Sefer

Berî ku ez dest bi vê nivîsê bikim HDPê ji raya giştî re ragehand ku wê ji bo serokomariyê namzedê xwe dernexe. Îcar pirs ev e, armanç û daxwaza HDPê ji vê hilbijartinê çi ye?

Wekî di her tiştî de, di siyasete de jî çi mirov bin çi sazî û dezgeh bin bi deme re dibin xwedî zanîn û tecbûbeyekê. Lê mixabin ev tiştê ji bo hemû netewan derbas dibe dema mijar tê ser Kurdan li cihekî dialiqe. Tu çi bike jî nabe wekî yê ‘xelkê’.

Ez ê li ser hilbijartina ku wê çend meh şûnde bibe nerîna xwe bêjim.

Çi dibe bila bibe divê HDPê namzede xwe derxista û bihişta ku hilbijartina serokomariyê bimîne tûra duyemîn. Piştî wê jî bi wan re rûnişta û daxwazên Kurdan yên rewa yek bi yek eşkere bikira û kîjan alî daxwazên Kurdan qebûl bikira piştgiriya xwe ji bo wan diyar bikira. Eger derdê ne ev be û em bixwazin kumê Elo li ser Celo bikin ew tiştekî din e!

Di serê daxwazan jî bêguman xala sereke divê hînbûna mafê zimanê Kurdî be, bi awayekî fermî. Xalên din çi be jî ez ê zêde guh nedim wan. Ji ber ku her sibeh bi milyonan zarokên Kurdan çente wan li ser pişta wan ji bo bişaftinê dikevin ser van riyan û her meh û sal em ji vî nifşên xwe dûrdikevin û hemû ber bi ‘Tirkbûnê’ ve diçin. Ya rastî dema yek ji armancê siyasetê ‘Tirkiyebûn’ be ji aliyê din ‘Tirkbûna’ zarokên Kurdan jî ‘normalîze’ dibe.

Xaleke din ya min zêde zêde adiz dike tifaqa qaşo bi çepên Tirkan re ye. Ew kesên ku kes ne zanin hene an tunene bi xêra dengen Kurdan dibin parlementer û li hemû bakur û Tirkiyê tên nasîn û paşre jî ya dest ji Kurdan berdidin diçin nav refên xwe yê ‘rastîn’ ya jî hin ji wan xwe bi nûnertiya kûjeran Kurdan serbilind dihesibînin!

Dizanim wê tiştek ji bo Kurdan dîsa neguhere. Kurdên hemal wê dîsan rajin hemû pîsî û xerabiyên dagirkeran li ser pişta xwe bikin û yekî daxin jêr û yê din jî bibin jor.

Kesên ku berî hilbijartinê nahêlin û naxwazin navê wan û HDPê li cem hev jî bê gotin bêguman piştî dibin serdest wê ji Kurdan re li pêpîkên bixin. Em ê jî dirêj dirêj li wan binerin.

Kurt û kurmancî, siyaset hunera encam stendinê ye. Di vê hilbijartinê û di hemû hilbijartinê din de heta anha Kurdan bi awayekî berbiçav çi bi dest xistiye û ji îroj pê ve wê çi bidest bixe. Eger kesên bi rastî xem û derdê Kurdan di dilê xwe de bijiya wê xetên wan yên sor jî hebûya ji bo Kurdan. Lê zûdeye em xwedî siyaseteke kedî ne û xwedî siyasetmedarên baskokirî…

Yorum Yap
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Yorumlar (1)
Yükleniyor ...
Yükleme hatalı.